Ciwanên herêma Firatê beşdarbûna seferberiya şerê azadiyê ragihandin
Ciwanên herêma Firatê bi meşeke girseyî beşdarbûna xwe ya ji bo seferberiya şerê azadiyê ya li Başûrê Kurdistanê ragihandin.
Kobanê - Bi pêşengiya ciwanên PYD`ê yên herêma Firatê, îro bi dehan ciwan û jinên ciwan, saziyên civaka sivîl, malbatên şehîdan, gaziyên şer û Rêxistina Kongra Star, ji bo piştgiriya bi berxwedaniya şervanên azadiya Kurdistanê ya li dijî êrîşên dewleta Tirk a li ser xakên Başûrê Kurdistanê, meşekî girseyî lidarxistin.
Ciwanên herema Firatê li qada Jina Azad kom bûn û daxuyaniya beşdarbûna seferberiya şerê azadiyê dan. Daxuyanî ji aliyê jina ciwan Wedha Hemze ve hat xwendin.
“Em di pêvajoya hebûn û tûnebûnê de ne”
Di daxuaniyê de ciwanên herema Firatê di daxuyaniya xwe de bal li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker a li ser xaka Başûrê Kurdistanê kişandin û wiha gotin: “Dewleta tirk û hevkarên wê bi salane her cureyê êrîşên qirêj bi ser axa Kurdistanê pêk tînin. Bi hezaran Kurd qetil kirin, axa me dagirkirin û di nava hev de Kurdistan kirin çar perçe. Em di sala dawî ya hevpeymana Lozanê ku welatê me pê kirin çar parçe de ne, ji bo ku ev hêz zêdetir axa me dagir bikin û hebûna Kurdan tune bikin êrîşên xwe zêdetir kirin. Ji bo vê em di pêvajoya hebûn û tûnebûnê re derbas dibin.”
“Emê heta dawiyê li kêleka şervanên xwe bin”
Ciwanan bal li ser berxwedana ku tê meşandin kişandin û wiha got: “Îro dewleta tirk bi hevkariya PDK`ê êrîşeke qirêj li ser xakên Başûrê Kurdistanê pêk tîne. Şervanên Tevgera Azadiya Kurdistanê bi rihê serkeftinê li berxwe didin û careke din wan êrîşan têk dibin. Hebûna Kurdan bi berxwedana Şervanan teqez e, em jî weke gelê Rojava di zanebûna vê yekê de. Ji bo vê em weke ciwan û gel xwedî li berxwedaniya ku li Başûrê Kurdistanê tê meşandin derkevin.”
Di dawiya daxuyaniyê de ciwanan bi gotina “Em weke ciwanên PYD`ê beşdarbûna xwe ya di nava seferberiyê de radighînin. Emê heta dawiyê li kêlek şervanên xwe bin û di hemû qadan de li berxwe bidin.” biryardariya xwe ya beşdarbûna seferberiyê ragihandin.
Pişt re meşê bi tilêlî û siloganên "Gêrîla rumet e", "Bimre îxanet" û "Berxwedan jiyan e" destpê kir. Girseya ciwanan ber bi qada şehîd Egîd ve meşiya.
"Em hêza xwe ji berxwedaniya şervanên xwe digirin"
Şîlan Miso ji ciwanên PYD`ê helwesta xwe ya li dijî êrîşan anî ziman û got: "Dewleta tirk bê navber êrîşî xakên Başûrê Kurdistanê dike, lê ew êrîş bindikevin û vala derdikevin. Ji ber vê ew yekser berê êrîşan dide Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hewil dide tola binketina xwe rake. Em hêza xwe ji serkeftina ku li Başûrê Kurdistanê pêk tê digirin, ji ber vê armanca êrîşên li herêmên me jî vala ye. Ji lewra em îro daketin e kolanan da ku em vê rastiyê ji dewleta tirk re nîşan bidin û tevlîbûna xwe ya di nava seferberiyê de raghînin. Em xwedî ax, nasname, maf û hebûn in, ji ber vê emê her tim li ser piyan bin û dest ji mafê xwe bernedin."