Ciwanên Başûrê Kurdistanê ji Koye heta Behdînanê dest bi meşê kirin
Bi pêşengiya ciwanên Başûrê Kurdistanê meşa dirêj a ji Koyê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk ber bi Behdînan ve dest pê kir.
Navenda Nûçeyan- Îro bi pêşengiya ciwanên başûrê Kurdistanê, meşa ciwanên Başûrê Kurdistanê ji Koyê li dijî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk li Parka Xoşke Firîşte dest pê kir, wê heta Behdînanê berdewam bike. Hejmarek zêde ya ciwan, jinên ciwan û welatî tevli meşê bûn û piştgiriya xwe ya ji bo berxwedana li çiyayên Kurdistanê anîn ziman. Her wiha dirûşmên “Bijî Berxwedana Gerîla”, “Dem dema azadiyê ye”, “Êdî bes e ji xiyaneta PDK’ê re” û “Werin cenga azadiyê” qîr kirin.