Ciwanên Şengalê li dijî polîtîkayên dagirkeriyê yê dewleta Tirk civîn lidar xistin

Ciwanên Şengalê û jinên ciwan yên Êzidxanê ji bo piştgiriya şerê hebûnê ya şervanên azadiyê û li dijî polîtîkayên dagirkeriyê yê dewleta Tirk civîn lidarxistin.

Şengal – Di 17’ê meha Nîsanê dewleta Tirk a dagirker dest bi êrîşên xwe yên dagirkerî li ser çiyayên Kurdistanê kir. Navenda vê êrîşê ya vê carê jî Zapê bû. Li hember vê hewldana dagirkeriyê, Gerîlayên azadî bi awayekî herî xûrt bersiv van êrîşan. Li hember hêza teknîk û çekên qedexe kirî li berxwe didin. Her wiha li hember dewleta Tirk û hewldana wê ya ketina axa başurê Kurdistanê jî, gelek bertekên siyasî hatin nîşan dan.

Gelê Kurd, gelên azadîxwaz û dostên wan li Kurdistan û li cîhanê jî li dijî van êrîşên dagirkerî li ser piyan e. Duh li Şengalê jî ciwanên Êzidxanê piştgirya xwe nîşanê berxwedana Gerîlayên Kurdistanê kirin. Li meclîsa gel ya navçeya Sinonê li ser rewşa dawî û şerê hebûnê û nebûnê, ciwan civînekî li darxsitin. Civîn bi deqeyekî rêzgirtin nê destpêkir. Civîn ji aliya Endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ’ê  Riham Hicû ve hate rêvebirin.

“Herkes ji bo armancên xwe dinava tevgerê de ne”

Riham Hicû di destpêka axaftina xwe de behsa  şerên ku li cîhanê tên meşandin kir û got: “Îro li her derê cîhanê şer tên meşandin. Ev şer jî şerên hêzin desthiladarin. Şerê bi destxistina axên dewletên cudaye. Her kes ji bo projeya xwe, ji bo armanca xwe di nave liv û tevgerê de ye. Ji bo pêkanîna armancên xwe jî her tişt dixin ber çavên xwe. Ev şer îro weke şerê cîhanê yê seyemîn tê binavkirin.”

“Em rê nadin siyaseta qirêj li Şengalê me meşandin”

Riham Hicû bal kişand ser berxwedana ku Gêrîllayên Kurdistan li ser çiyayên dikir û got ku ev şer li dijî hemû hêzin azadî xwezin û wiha bilêvkir: “Îro li hember hêzin azadî xwez yên gêrîlayên Kurdistanê şerekî mezin tê meşandin. Di heman demê de jî êrîşê Şengalê kirin. Bi van êrîşan dixwezin bêjin ku her kes li hember min bisekine û berxwe bide, her kesekî ku li hember desthildariya min serî netewîne ezê wê tune bikim. Lê baweriya me bi ciwanên me heye ku wê ev lîstokan vala derxînin û rê nadin siyasetên qirêj li ser Şengal bên meşandin.”

Piştî civînê şahiyekî hate li dar xistin. Şahî jî bi gerandina govendê bi dawî bû.