Ciwanên Şengalê ji bo salvegera fermanê meşiyan

Bi boneya salvegera fermanê Yekîtiya Ciwanên Êzîdî û Yekîtiya Jinên Ciwanên Êzîdî meşiyan.

Şengal - Di nava civaka Êzidî de ronîbûn û sembûla pakbûnê sipî serwere, tenê ji bo êşên ji korahîya dil dehatî jiyîn rengê reş tên bi karanîn. Li ser axa pîroz ya Êzidxanê ji zarokên biçûk bigire, heya mirovên temen mezin 3’ê Tebaxa 2014’an di kurahiya dilê tevan de, êşeke di heman astê de giran daye çêkirin, ji bo wê tevahî civak wê rojê weke roja reş dibînin. Li ser fermana 74’an ya ku ji aliyê DAIŞ’ê ve hatî kirin 7 sal serbaz dibe. Di nava van salan de rexmê li pêş çavê cîhanê xwestin baweriya kevnar a mirovahiyê tune bikin jî cîhan bêdeg ma. Civaka Êzidî û dostên wan di van 7 salan de ji bo dermankirina bîrinên xwe bê rawestan kar û xebat ji gel û warê xwe re kirin. Yek jî kedkarên vê civakê ciwanên Êzidîne ku piştî fermanê wan jî xwe rêxistin kirin û di hemû merheleyên civaka Êzdî tê de derbaz dibin li kêleka dayikên Şengalê ew jî bi sekin û biryardariyek mezin ji bo Şengala xwe azad bikin û bi ewle bijîn kar û xebatên gelek girîng didin meşandin. 
Di çarçoveya çalakiyên bi boneya salvegera Fermana 74’an a 3’ê Tebaxa 2014’an Yekîtiya Ciwanên Êzîdî û Yekîtiya Jinên Ciwanên Êzîdî meşek lidarxistin. Meşê ji Geliyê Kersê, cihê ku di fermanê de gel xwe gihandî yê û korîdora miroviya ji aliyê Gerilayên HPG’ê û şervanên YPG û YPJ’ê ve ji bo rizgarkirina Êzidiyan ji fermanê hatî vekirin û ew gihandin rojavayê Kurdistanê despêkir heya çerxerêya navenda bajaroka Sinûnê dom kir. Ciwanan di meşê de posterên Şehîdên fermanê û rizgar kirina Şengalê, alên alên tevgera ciwanên Şengalê hildabûn û pankartên bisernivînên “Em fermanê ji bîr nakin û nadin ji bîr kirin” hildan û bê navber dirûşmên “Bijî berxwedana Şegnalê”, “Bijî Rêber Apo”, “Şehîd namirin”, “Em ciwan canfedayê Êzidxanê ne”, “Bijî berxwedana YBŞ û YJŞ’ê”, “Bimre xîyanet” û “Tolhidan” qêriyan. Di meşê de ciwanan dandiyar kirin kû ew wê bi rêxistina xwe dawiya fermanan bînin. Li ser navê Yekîtiya Ciwanên Êzîdî û Yekîtiya Jinên Ciwanên Êzîdî Xalid Şengal daxuyanî xwend. 
Ciwanan di despêka daxwiyaniyê de şehîdên fermanê hatin bîranîn û wiha gotin: “Wekî tê zanîn em di salvegera 7’emîn ya Fermana 74’an de ne ku bi destê çeteyên DAİŞ’ê pek hatî. Li hemberî vê qetliam û hovîtiyê dinya hemû ker, kor û lal man. Dema fermanê bi deh hezaran xelkê me hatin revandin, kuştin, serjêkirin, şewitandin û di gorên komî de hatin bin ax kirin. Li pêş çavê dinyayê keç û jinên Êzîdî li bazaran hatin firotin. Dinya hemû li hemberî vê hovîtiyê bêdeng ma. Li hemberî vê bedengiyê dibe şirikê wê hovitiya di nav dilê civaka me de birinêk vekiriye. 3’ê Tebaxa 2014’an dema DAIŞ êriş kir qatliyam destpê kir, hem pêşmerge hem jî arteşa Iraqê li pişt xwe ne nêrî û bazdan. Tenê Gerillayên HPG’ê yên bi felsefeya Rêber Apo xwe perwerde kirine hatin hewara civaka me ya Êzîdî û em ji fermanê rizgar kirin. Gerila ne tenê pêşiya fermanê girt, azadiya Şengalê jî mîsoger kir û hişt ku civaka me ya Êzîdî bi ewle vegere ser axa xwe.
Em baş zanin ku çeteyên DAIŞ’ê bi destê dewleta Tirk a faşist û hevkarên wê hatiye ava kirin. DAIŞ her çiqas fizikî ji Şengal’ê hatibe derxistin jî, di roja me ya iro de jî em bi êrîşên wan re rû bi rû ne. Her roj ser serê me balafirên casusî digerin, axa me bombebaran dike. Dîsan dixwazin bi lihevkirina hevpeymana 9’ê Cotmehê fermanek nû li ser me bikin. Tiştê ku bi destê çeteyên DAIŞ’ê nekarin bikin, formatên cuda êrîşê ser cîvakê me ya Êzidî dike. Em wek Yekîtiya Ciwanên Êzîdî û Yekîtiya Jinên Ciwanên Êzîdî lîstokên wan baş dizanin. Çawa şehidên me yên qehreman ji bo axa me ya piroz canê xwe kirin mertal û li berxwedan, em jî wekî pêşengên xwe têkoşin bikin û hemberî her cureyên êrîşan bibin bersiv. Çi erk û berpirsiyarî dikeveser milê me, em hazirin, berxwe bidin û civaka xwe biparêzin. Em bang li ciwanên Ezdîxanê dikin û dibêjin werin em bi hev re salvegera fermanê li derdora rexistina YCÊ/YJCÊ  xwe rexistin bikin û pêşiya êrîşan bigrin û azadiya Şingalê misoger bikin.”