Civîna lûtkeya cîhanî ya malbatê îsal dê li Tûnisê were lidarxistin

Seroka Rêxistina Malbatê ya Cîhanê Daisy Noelle Costra ragihand ku di sala 2022'an de wê civîna lûtkeya cîhanî ya malbatê li Tûnisê were lidarxistin.

Tûnis- Seroka Rêxistina Malbatê ya Cîhanî Daisy Noelle Costra piştî hevdîtina wê di 15'ê Sibatê bi serokê Tûnisê Qeys Saîd re, di vîdyoyekê de li ser rûpela xwe ya fermî belav kir û tê de got ku civîna lûtkeya cîhanî ya malbatê piştî ku ji ber vîrusa koronayê du sal hat paşxistin, îsal dê li Tûnisê were lidarxistin. Daisy Noelle Costra bal kişand ser pêwîstiya çareserkirin û cîbicîkirina armancên ji bo pêşvebirina kêşeyên ku ji civak û welatan re derdixin.
Di hevdîtinê de behsa pêwendiyên hevkariyê yên di navbera Tûnis û Rêxistina Malbatê ya Cîhanî de û derfetên berdest ji bo piştgirîkirina bernameyên ku ji bo berjewendiyên malbatê ne, nemaze di warên perwerde û çandê de, hat kirin.