Civaknas Letîfa Tacûrî: Li Tûnisê tundiya li dijî zarokan zêde bûye

Di çend salên derbasbûyî de tundiya li dijî zarokan li Tûnisê zêde bûye. Li dijî zarokan di nava malbatê kolan dibistanan her diçe tundî zêdetir dibe. Civaknas Letîfa Tacûrî destnîşan kir ku zarok ji her aliyê ve dibin gefa tundiyê de ne.

NEZÎHE BOSEÎDÎ

Tûnis- Zarokên Tûnisê rastî hemû cureyên tundiyê tên. Tundiya bi gotinan, derûnî fizîkî û zayendî hemû li dijî zarokan tên kirin. Tundî di destpêkê de di nav malbatê piştre kolan û bi di dibistanan de berdevam dike. Li kêleka vê yekê jî diyardeya meyla zarokan ber bi tundiyê ve û pêkanîna kiryarên cuda derketiye, vê yekê jî hiştiye ku kesên pispor û civaka sivîl diyardeya tundiya li dijî zarokan nîqaş bikin.

Rêjeya gefên li dijî zaokan di nava malê de ji sedî 60 e, gelek pispor diyar dikin ku dê û bavên zarokan ji ber zaxtên aborî û civakî tundiyê li zarokên xwe dikin.

Rêjeya zarokên rastî tundiyê li kolanan tên ji sedî 18’ê ye, di saziyan de ji sedî 13, di saziyên tenduristiyê de ji sedî 4 û di saziyên ewlehiyê de jî ji sedî  1 e.

Komele û rêxistinên li Tûnisê li dijî tundiya zarokan ketin tevgerê 

Diyardeya tundiya li dijî zaokan li Tûnisê bû sedem ku komele û rêxistin bikevin nava tevgerê û daxuyaniyên şermezarkirinê bidin. Di nav de rêxistina navdewletî ya parastina zarokên navîn heye ku di meha Nîsanê de hejmarên gelekî mezin tomar kirin. Ji wan kiryarên tundrew û hewldanên qetilkirinê  yên ku kesên ji 18 salan biçûktir hebûn. Rêxistin dibîne ku gelek girîng e biryareke neteweyî ji bo têkoşîna li hemberî tundiya civakî û malbatî derkeve, zagonên nû werin derxistin û ceza li gorî kiryaran hebe.

Civaknas Letîfa Tacûrî derbarê vê mijarê de got: "Belavbûna kiryaran bi giştî di hemû dewletên cîhanê de heye lê belê li Tûnisê du helwest hene, helwestek dibêje ku rêjeya kiryaran bilind bûye û helwestek heye dibîne ku hestên bêewlehiyê zêdetir in" û destnîşan kir ku li gorî peywirdarên parastina zarokan, di salên dawiyê de zarokatî di bin tehdîtan de ye.

‘Hemû bûyerên destdirêjiyê nayên tomarkirin’

Letîfa Tacûrî di berdevamiya axaftina xwe de bi bîr xist ku bûyerên destdirêjiyê yan jî êrîşa zayendî bi rêjeyeke kêmtir tên tomarkirin û got ku ev yek jî gelek tiştan li pey xwe dihêle mîna pirsgirêkên civakî û çandî. Yan jî dibe ku ji ber tunebûna parastina zarokan û tunebûna zagonan be.

Latîfa Tacûrî di dawiyê de diyar kir ku daneyên di dest wan de asta tundiya zayendî nîşan dide  û got: "Hemû tiştên me li jor der barê tundiya li dijî zarokan de anî ziman dibin sedem ku em behsa awayên parastina wan bikin. Ango mirov çawa dikare wan ji tundiyê biparêze ji ber wê divê malbat hişyar bin û baweriya wan bi her kesê neyê.”