Cîlan Berces di 11’emîn salvegera xwe de hat bibîranîn
Cîlan Berces di 11’emîn salvegera şehadeta xwe de li navenda Tilezêrê bi pêxistina findan hat bibîranîn. Di bîranînê de dayika wê axivî û diyar kir ku ew bi keça xwe serbilind e, keça wê ji bo baweriya xwe xwe feda kiriye.

Şengal – Jina êzidî Cîlan Berces ku di Ferma 74’an a 3’yê Tebaxa 2014’an de de wek dîl ket destê çeteyên DAIŞ’ê û ji bo rastî destdirêjiya çeteyan neyê damarên destê xwe qut kir û şehîd bû, di 11’emîn salvegera şehadeta xwe de li navenda Tilezêrê bi pêxistina findan hat bibîranîn.
Dayik û gelek xizmên Cîlan ku di fermanê de ew jî weke dîl ketibûn destê çeteyan jî tev li bîranînê bûn.
Di bîranînê de dayika Cîlan Şemê Dêro axivî û ev tişt anî ziman: “Herdem li min ferman e, min rojek xweş di jiyana xwe de neditiye, her dem li min qêrîn û hawar e. Her kesek ku ji malbata wî 33 mirov ketibin destê çeteyên DAIŞ’ê tu xweşiyek di jiyana wê de nîne, jiyanek me nîne. Her dem hestiyên me li pêş çavên me ne. Dema nêzî fermanê dibe ew komkujiyên bi ser me de anîne têne bîra me. Me tu xêr ji canê xwe û zarokên xwe nedît. Heta ez sax bim dê birînên min tu carî sax nabin. Hêviya me ji xwedê ew e ku heyfa me li erdê nehêlê. Cîlan serê xwe li rêya Tawisî Melek da, em pê serbilind in. Cîlan keça civaka Êzidî ya hemûyan e. Cîlan ji bo baweriya xwe, xwe feda kir.”
‘Em ê her li ser çand û baweriya xwe bin’
Heyam Elî jî diyar kir ku her dem li ser civaka Êzidî ferman e û wiha got: “Em li ser xatira şehîdan hatine vir, ji bo biranîna wan em hatin. Tawisî Melek heyfa me bibe. Hêvî û daxwaza me ew in ku dinya xweş bibe, em jî wek her civakekî azad bijîn.”
Jina bi navê Leylo Xidir jî bi kurtasî ev tişt vegot: “Ji malbata min jî gelek kes ketin destê çeteyên DAIŞ’ê. Ji ber baweriya me ewqas ferman hatin serê me. Heta ku em sax bin em ê li ser çand û baweriya xwe bin.”