Cîlan Berces a ji bo nekeve destê DAIŞ’ê dawî li jiyana xwe anî, hat bibîr anîn
Yek ji şehidên fermana 2014 ya li ser civaka Êzidî rabû Cîlan Berces a ji bo ferzkirinên li ser wê qebûl nekir dawî li jiyana xwe anî, li Til Ezêrê li gel peykera ku li ser navê wê hatiye çêkirin hate bibîr anîn.
HÊVÎ EZDA
Şengal - Neviyên Sitiya Ês û Xatuna Fexra di fermanê de jî lehengî û girêdana xwe ya bi rojê re bi berdêla canê xwe dan nîşan. Di fermana ku tevahî cîhan jê re kerr, kor û lal bi bû, jinên Êzidî ji bo nekevin destê dijmin xwe ji zinar û latan de avêdîn, bi qêrîn û serhildêriya xwe bin xistin fikrên gemar ên dihat xwestin ku li ser hebûna wan bê ferzkirin. Yek ji wan jinên berxwedêr a civaka Êzidî jî Cilan Berces bu ku ji bo nekeve destê DAIŞ’ê bi birîna rayên destê xwe sekna jina Êzidî ya ku di oxira hebûn û baweriya xwe de ser dide lê dev jê naqere nîşan da.
Cilan Berces di sala 1995’an de li gundê Til Ezêr ji dayik buye. Cilanê dibistana xwe qedandibû û ji bo bijîşkiyê dixwend. Li gel Cîlanê pênc bira û xuşkeke wê jî dikevin destê çeteyên DAIŞ’ê û tên qetil kirin. Ji malbata Cilanê ya mezin bi giştî 33’ê şehîdên fermanê hene.
Bi boneya salvegera 8’emîn a Cilan Berces duh li nahiya Til Ezêrê li gel peykera ku li ser navê wê hatiye çêkirin merasima bîranînê hat lidar xistin. Di merasimê de Dayika Cilan Berces Şemê Dêro axivî û bi lorinan êşên ku ne tenê ji bo Cîlanê, ji bo tevahî jinên ku di fermanê de jiyana xwe jidest dane, ango ji bo nekevin destê DAIŞ’ê dawî li jiyana xwe anîne vegot.
“Cîlanê bi birîna rayên xwe Êzdatiya me parast, sekna rast nîşan da”
Dayê Şemê Dêro di merasîmê de li ser jiyan û kesayetiya Cilanê axifî û da zanîn ku Cîlan hêj di temenê xwe yê zarokatiyê de xwedî seknekê berxwedêr bû û wiha pê de çu: “Li gel Cilanê keça min Cihan jî kete destê çeteyên DAIŞ’ê de ew jî bu şehîda Êzdîxanê. Ez wan weke keç û kurên xwe bi tenê nabînim ew zarokên Êzdîxanê ne. Cilanê bi birîna reyên destên xwe Êzdiyatiya me parast û sekna rast nişan da. Dema ew û mirovên me yên din girtî bûn ji wan re digot: “Nehêlin ev mirovên qirêj destê xwe bi din we ew ê bi me nekarin, ger ew nêzî min bibin ez ê xwe bikujim.” Cilan ser gotina xwe Sekinî. Dema ew şandin serşoyê ji bo xwe ji emîrekê DAIŞ’ê re amade bike Cîlanê di serşoyê de rayên destê xwe birî û wiha bû şehîda Êzdîxanê.”
Dayê Şemê piştî van peyvan dest bi lorinekê kir û yek bi yek navê zarokên xwe yên şehîd hilda, bi hesret, bêrikirin û êşa ku li du wan dikşîne bilêv kir. Piştî lorînên bi êş ya dayê Şemê Dêro li ber peykera ku li ser navê Cilanê hatiye çêkirin find hatin vêxistin û soza parastina nirxên Êzdîxanê hate dayîn.