Cîhan bi pêlek mezin a bêwarbûnê re rû bi rû ye
Sala 2025’an bû şahidê zêdebûnek rekor a bêwarbûna navxweyî, ku ji ber pevçûnan ji 32 milyonî zêdetir kes bêwar bûn. Di heman demê de krîz ji ber guherîna avhewayê û kêmbûna fînansmana alîkariya mirovî girantir bû.
Navenda Nûçeyan – Cîhanê, di sala 2025’an de şahidiya zêdebûneke rekor a koçberiya navxweyî kir, koçberiya ji ber şer û tundiyê, cara yekem ji ya têkildarî karesatên xwezayî derbas bû.
Şer, pevçûn û kerasetên xwezayî bûn sedema bûyerên koçberiyê
Di vê çarçoveyê de, raporeke navneteweyî diyar kir ku hejmara giştî ya bûyerên nû gihîştiye 65.8 milyon, ji wan 32.3 milyon ji ber pevçûnan ku ev rêje li gorî sala 2024’an ji sedî 60’î zêdetir e. Di heman demê de, bahoz, lehî û karesatên din bûne sedema 29.9 milyon bûyerên koçberiyê.
Herî zêde li Îran û Komara Demokratîk rêjeya koçberiyê hat tomarkirin
Di raporê de hat destnîşankirin ku Îran û Komara Demokratîk a Kongoyê di serê lîsteya welatên ku herî zêde kesên navxweyî yên koçber lê hatine tomarkirin de ne. Her yek bi qasî 10 milyon bûyerên nû tomar kirine. Sûdanê ji bo sêyemîn sala li pey hev rêjeyên herî bilind ên koçberiyê tomar kiriye, piştî wê Kolombiya, Sûriye, Yemen û Efganistan tên.
Ji ber krîzên avhewayê nêzî 700 hezar kes koçber bûn
Raporê hişyarî li ser ‘hilweşînek gerdûnî’ ya di hewldanên ji bo pêşîgirtina li pevçûnan û parastina sivîlan de, da. Her wiha destnîşan kir ku tenê krîza avhewayê ji ber şewatên daristanan nêzîkî 700 hezar kes koçber kiriye. Her wiha diyar kir ku kêmbûna fînansmana alîkariya mirovî û dijwarbûna berhevkirina daneyan krîzê girantir dike.