Christiane Taubira ji bo Serokomariya Fransayê bû namzed

Li Fransayê wezîra Edaletê ya berê Christiane Taubira, ji bo hilbijartinên ku di meha Nîsanê de bên kirin, ji bo serokomariyê namzediya xwe danî.

Navenda Nûçeyan- Li Fransayê Wezîra Edaletê ya berê Christiane Taubira, ji bo hilbijartinên Serokomariyê ku tê payîn di meha Nîsanê de pêk werin, bû namzed. Christiane Taubira got ku ew ê balê bikşîne ser hêrsa li ser neheqiya civakî, roja Şemiyê li Lyonê namzediya xwe fermî kir.
Wezîra Edaletê ya berê Christiane Taubira ku ji Guyanaya Fransayê ye, di hilbijartinên serokomariyê yên di sala 2002’an de beşdar bibû, ji sedî 2,32 dengan girtibû.