CFWIJ xwest ku rojnamevanên girtî ên li Îranê demildest werin berdan

CFWIJ cezayê girtîgehê yê rejîma Îranê bi hinceta ku li dijî darvekirinê çalakî kirine daye Nêrgîs Muhammedî û Rojnemavan Pexşan Ezîzî şermezar kir û xwest demildest werin berdan.

Navenda Nûçeyan- Koalîsyona Rojnamevanên Jin (Coalition For Women In Journalism- CFWIJ) têkildarî cezayê girtîgehê yê rejîma Îranê bi hinceta ku li dijî darvekirinê çalakî kirine daye 5 girtiyên jin ku xwediyê xelata Aştiyê ya Nobel Nêrgîs Muhammedî û Rojnemavan Pexşan Ezîzî di nav dene daxuyanî da û di daxuyaniyê de cezayên hatiye dayîn şermezar kir.

Koalîsyona Rojnamevanên Jin di daxuyaniya li ser hesabê xwe yê platforma medyaya dijîtal X de parvekirî ev tişt got:

“Em cezayê 6 meh yê girtîgehê ku rejîma Îranê ji ber xwediyê xelata Aştiyê ya Nobelê Nergîs Muhemmedî û Rojnamevan Pexşan Ezîzî di meha Tebaxê de darvekirina Riza Resayî protesto kirine, birine şermezar dikin. Em zextên rejîma Îranê li dijî muxalîfan şermezar dikin û em bang li saziyên navneteweyî dikin ku ji bo Îran dest ji sabotekirina azadiya çapemeniyê berde zextê bike. Em daxwaz dikin ku hemû rojnamevanên li girtîgehan demildest werin berdan û beraet bikin.” 

Çi bûbû?

Rojnamevan Pexşan Ezîzî, Parêzvana mafê jinan Werîşe Muradî, xwediyê xeleta Aştiyê ya Nobelê, parêzvana mafê mirovan Nêrgîs Muhammedî, Mahbube Rezayî ku li girtîgeha Evîn ya li paytexta Îranê Tahranê têb girtin, bi hinceta ku di 7’ê tebaxê de ji bo darvekirina Riza Resayî çalakî li darxistine, bi îdeaya ‘li gor biryaran tevnagerin’ ji aliyê 2’yemîn Dadgeha Keyfer ya Tahranê ve di 22’ê cotmehê de 6 meh cezayê girtîgehê li wan birîn, Perîweş Muslim bi îdeya ‘ewlehiya girtîgehê xira dike’ 3 meh û 1 roj cezayê girtîgehê li birîbû.