CFWIJ: Tirkiye, yek ji welatan e ku herî zêde bûyer lê hene
Li gorî rapora CFWIJ’ê ya meha Cotmehê, der barê binpêkirinên mafên rojnamegerên jin de, li cîhanê 19 rojnamegerên jin dema nûçeyên li qadê dişopandin rastî êrîşa fizîkî hatin. Tirkiye wekî welatê ku herî zêde bûyer lê hatine jiyîn hat tomarkirin.

Navenda Nûçeyan- Koalîsyona Jinan a Rojnamegeriyê (CFWIJ) raporkirina binpêkirinên mafan ên li hemberî rojnamegerên jin didomîne. Koalîsyonê rapora xwe ya meha Cotmehê weşand.
Di raporê de ev dane cih girtin:
• 40 rojnamegerên jin rastî şîdet, gef û tacîzê hatin.
• Sê welatên ku herî zêde bûyer pêk hatine Tirkiye, Rûsya û Kanada bûn.
• Li cîhanê herî zêde êrîşên fizîkî yên li dijî rojnamegerên jin hatine tomarkirin. Li seranserê cîhanê 19 rojnamegerên jin dema nûçe dişopandin li qadê rastî êrîşa fizîkî û mudaxeleya polîsan hatin.
• Li Tirkiyeyê herî kêm 15 rojnamegerên jin ji ber xebatên xwe yên pîşeyî rastî şîdet û tacîzê hatine.
• Li Zanîngeha Bogaziçiyê piştî Prof. Dr. Melîh Bulu, Prof. Dr. Nacî Înnî wek rektor hat tayînkirin herî kêm mafê nûçegihanên 12 rojnamegerên jin ên ku ji bo piştgiriyê bidin 2 xwendekarên li ser giliya Nacî Încî hatibûn binçavkirin, ji aliyê polîsan ve hat binpêkirin. Rojnamegerên ku xwestin daxuyaniyê bişopînin hatin derbkirin. Kartên çapemeniyê hatin desteserkirin. Dîmen kişandina rojnamegeran hat astengkirin û ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin.
• Nûçegihana Nûçeya Rastî Buşra Taşkiran û nûçegihana Jin Newsê Oznur Deger dema ku bi hemwelatiyên Enqereyê re roportajên li kolanan dikir, ji ber “kartên çapemeniyê yên turquoz” tune bûn, ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Her du rojnameger ji ber daxwaza Komkirina Agahiyên Giştî (GBT) ya Polîsan hatin rawestandin, mafên wan ên nûçegirtinê hatin binpêkirin.
• Rojnameger Derya Okatan di çarçoveya lêpirsîna ku di sala 2019’an de‘bi awayekî zincîre propagandaya rêxistinê kiriye’ hatibû vekirin, di 13’ê Cotmehê de derket pêşberî dadger. Der barê rojnamevanan de ji ber nivîsên neyînî yên der barê "Operasyona Çiqlê Zeytûnê" ya ku Artêşa Tirkiyeyê li dijî Efrînê dabû destpêkirin de doz hat vekirin. Danişîna din dê di 26’ê Cileya 2022’an de were dîtin.
• Der barê nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Aktîf (ETHA) Pinar Gayip ku bi hinceta di dîroka 30’yê Gulana 2021’ê de li dijî çawîşê pispor Musa Orhan ê ku li Êlihê destdirêjiya zayendî li Îpek Er a 18 salî kiribû û bû sedema întihara Îpek serbest tê darizandin nûçe çêkiriye û hinceta medya dijîtal lêpirsîn hat vekirin.