CFWIJ: Li Tirkiyeyê 19 rojnamegerên jin rastî tundî û tacîzê hatin
Li gorî rapora meha Sibatê ya Koalîsyona Jinan a di Rojnamegeriyê de, dema li cîhanê 33 rojnamegerên jin rastî tundî, gefxwarin û tacîzê hatin, li Tirkiyeyê jî herî kêm 19 rojnamegerên jin ji ber xebatên xwe yên pîşeyî rastî tundî û tacîzê hatin.
Navenda Nûçeyan – Koalîsyona Jinan a di Rojnamegeriyê de (CFWIJ) rapora xwe ya Sibata 2022’an eşkere kir. Li gorî raporê; li cîhanê 33 rojnamegerên jin rastî tundî, gefxwarin û tacîzê hatin. Li Tirkiyeyê jî herî kêm 19 rojnamegerên jin ji ber xebatên xwe yên pîşeyî rastî tundî û tacîzê hatin. Li gorî raporê Tirkiye, Kanada û Azerbaycan sê welatên ku herî zêde bûyer hatin tomarkirin bûn. CFWIJ di heman demê de tengezariyên li herêma Ewropaya Rojhilat ku piştî Rûsyayê di 24’ê Sibata 2022’an de dest bi êrişek leşkerî ya mezin li ser Ukraynayê kir, derket holê ji nêz ve şopand.
"Me lîsteya rojnamegerên jin ên li qadê amade kir"
CFWIJ da zanîn ku wan ji bo arîkariya ajansên nûçeyan ên li çaraliyê cîhanê bikin, lîsteyek ji rojnamevanên jin ên di qadê de amedekirine, wiha got: "Rojnamegerên serbixwe û odayên nûçeyan ên ku li Ukrayna, Rûsya û herêmên derdorê dixebitin, ji her demê bêhtir hewcedarê piştgiriya me ne. Hûn dikarin ji bo ewlekarî û parastina wan beşdarî banga CFWIJ û 84 rêxistinên din kirine bibin kampanyaya me îmze bikin.”
"Ji bo çapemeniya serbixwe mehek dijwar bû"
CFWIJ destnîşan kir ku CFWIJ xebatên xwe yên tehliyekirin û piştgiriyê yên ji bo penaberên Afganî didomîne, diyar kir ku ji 320 kesên ku ji welêt reviyane alîkarî hatiye dayîn. Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Wekî ku encamên me nîşan didin, Sibata 2022’an li welatên ku aştî jî lê heye ji bo rojnamegerên jin û medyaya serbixwe meheke dijwar bû. Em li çaraliyê cîhanê cûrbecûr kuştin û girtina rojnamevanan, qanûnên zordar û tacîzên qanûnî yên berfireh re bûn şahîd"
Di berdewamiya daxuyaniyê de binpêkirinên hatin jiyîn wiha hatin rêzkirin:
"Meksîka: Hat ragihandin ku Michelle Perez Tadeo ku wek Michell Simon pêşkeşvanek televîzyon û modelê tê nasîn, beriya ku cenazeyê wê di 22’ê Sibatê de li paytext Mexico City ji hêla erkdarên agirkujan ve bê dîtin, sê rojan winda bûye. Ew bû şeşemîn rojnamevanê ku di du mehên dawî de li welat mirî tên dîtin.
Rojnamegereke jin hat girtin
Tirkiye: Rojnameger Hulya Kilinç ji ber rapora xwe ya li ser cenazeyê ekdarê îstîxbaratê yê li Lîbyayê hat kuştin, beriya ku di 16'ê Sibatê de serbes bê berdan, rojekê di girtîgehê de ma.
Di Sibata 2022’an de li Tirkiye, Keyaniya Yekbûyî (Îngîltere), Zambiya û Yunanîstanê herî kêm 16 rojnamegerên jin rastî tacîza qanûnî hatin. Li Kanada û Pakistanê li dijî 6 rojnamegerên jin kampanyayên trollê yên organîze hatin destpêkirin. Li Tirkiye û Azerbeycanê 4 rojnamegerên jin hatin binçavkirin.
Tirkiyeyê bi 19 dozên tacîz, îftira û binçavkirinê di rêza yekemîn de cih girt. Li Kanada, CFWIJ heft bûyerên kampanyayên trolên organîze û êrîşên zayendî belge kir. Azerbaycan bi du dozên binçavkirinê di rêza sêyemîn de cih girt.
CFWIJ ji Afganistanê bi tevahî 320 jinên ku di nav wan de rojnamevan, aktîvîst û parêzvanên mafên jinan jî hene tehliye kir. Lê dîsa jî bi sedan jin di bin xetereke cidî de ne.
Du rojnamegerên jin bi cezayê girtîgehê hatin cezakirin
Tirkiye: Rojnameger Selda Manduz, piştî ji aliyê dadgeha îstînafê ya Tirkiyê ya biryara dozger a beraetê hat îtîraz kir, ji ber bi sûcê "propagandaya terorê" 18 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Dadgehê biryara taloqkirina eşkerekirina biryarê da û ceza taloq kir.
Tirkiye: Dadgehek li Amedê di doza rojnameger Durket Suren de bi sûcdariya “propagandaya terorê kiriye” salek û 6 meh û 22 roj cezayê girtîgehê birî.
Rojnamegereke jin hat tehdîtkirin
Rûsya: Rojnamevan Elena Milashina piştî dubarebûna gefên rêberê Çeçen Ramzan Kadyrov neçar ma ku welatê xwe biterikîne.
4 rojnamegerên jin ji ber xebatên xwe hatin binçavkirin
Azerbaycan: Rojnameger Fatima Movlamli, Sevinj Sadygova û hempîşêyê wan ê mêr Teymur Karimov ji aliyê polîsê ku xwepêşandana li paytextê temaşe dikir de bi zorê hatin binçavkirin. Bi saetan li qereqolek polîsan hatin ragirtin, li wir hatin derbkirin û beriya ku bên berdan hatin jêpirsînkirin.
Tirkiye: Polîsên Têkoşîna li Dijî Terorê 4’ê Sibatê serê sibê bi ser mala rojnameger Nurcan Yalçin de girtin û bê sedem wê girtin. Rojnameger piştre hat berdan.
Tirkiye: Polîsan, 14’ê Sibatê di saetên sibê de bi ser mala nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Zeynep Durgut a li Şirnexê de girtin û ew binçav kirin. Piştî binçavkirina 4 rojan hat berdan.
11 rojnamegerên jin bi dozên sûc re rû bi rû ne
Hindistan: Midûriyeta Îcrayê (ED) li dijî rojnamevan Rana Ayyub bi îdiaya ku diravên ji bo alîkariya Kovid-19 bi navgîniya platforma eyaletê ya Hindistanê Ketto ve hat berhevkirin, xesp kiriye lêpirsînek darayî da destpêkirin.
Tirkiye: Ji rojnameger Sultan Eylem Keleş re ji ber ku di Îlona 2020’an de çalakiya karkerên Şîrketa Taybet a BIMEKS’ê kir nûçe doz hat vekirin. Yekemîn danişîna doza Sultan dê di 13'ê Îlona 2022'an de li Stenbolê bê dîtin.
Tirkiye: Midûrê Emniyeta Stenbolê, karsaz Tûncay Cross û polîsan der barê rojnameger Seyhan Avşar a ku der barê wan de bi îdiayên xizaniyê nûçe çêkir bi sûcdarkirina "heqaret’ doz hat vekirin.
Tirkiye: Darizandina Hazal Ocak, Olcay Buyuktaş Akça û 2 rojnamegerên din ji ber nivîseke di sala 2021’ê de di rojnameya Cumhuriyetê de hatibû weşandin berdewam dike.
Tirkiye: Dadgehek li Îzmîrê, di vê mehê de dozek têkildarî terorê nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê Rûken Demîr beraet kir û ev zoriya hiqûqî ya ku zêdeyî 2 sal in berdewam dikir bi dawî kir.
Tirkiye: Çaremîn danişîna doza der barê Berpirsiyara Weşana Jiyan Nûçe Sonya Bayik de di 10'ê Sibatê de hat dîtin. Rojnameger ji ber lehiya li Heskîfê protesto kir dê bi îdiaya “beşdarî civînên qedexekirî bûye” bê darizandin.
Tirkiye: Darizandina rojnameger Îsmînaz Temel û Havva Cuştan, ji ber doza ku xebatên rojnamegeriyê sûcdar dike, bi sûcên têkildarî terorê berdewam dike.
Tirkiye: 8’emîn danişîna doza ku der barê rojnamegerê Emektar Sedef Kabaş û 38 kesên din de bi hinceta "Li bazara sermayeyê li dijî hatina qanûnê" û "hewldana bêîstiqrarkirina aboriyê" di 22'ê Sibatê de hat dîtin. Sedef ji ber ku zêdeyî mehekê ji ber dozeke cuda girtî ye, nikaribû di danişînê de parastina xwe bike.
Tirkiye: Danişîna doza Midûra Karên Nivîsê ya berê Reyhan Çapan û xebatkarên din ên rojnameya Ozgur Gundemê, ji ber nûçeyên “xwerêveberiyê” yên li parêzgehên Kurdan çêkiribûn, hat dîtin. Dîroka danişînê nehat diyarkirin.
Tirkiye: 15’emîn danişîna doza ku rojnameger Kîbriye Evren ji ber sûcê endama rêxistina terorê û propagandaya terorê tê darizandin li Amedê hat dîtin.
Tirkiye: 7’emîn danişîna doza Nivîskara Sozcuyê Çîgdem Toker li Stenbolê hat dîtin. Rojnameger Çîgdem ji ber nivîsa ku di Rojnameya Sozcuyê de raporên butçeya Şaredariya Stenbolê eşkere kiribû, tê darizandin.
Tirkiye: Koma Medyayê ya Demîroren, der barê Midûra Karên Nivîsê ya Medya Korîdor Canan Kaya de ji ber nûçeya ku çêkiribû bi 20 hezar lîreyî doza heqaretê vekir.
Tirkiye: Çaremîn danişîna doza îftîrayê ya der barê rojnameger Hazal Ocak de bi daxwaza 200 hezar TL tazmînatê hatibû vekirin li Stenbolê hat dîtin.
Rojnamegerek li qadê hat tacîzkirin
Kanada: Rojnamevan Kylie Stanton ku bi Global News ve têkildar e, di dema protestoya kamyoncuyan de li qadê hat tacîzkirin. Di vîdyoya ku li ser Twitterê belav kiriye de, tê dîtin ku mêrek û jinek wê dişopînin.
Rojnamegerek rastî êrîşa fizîkî hat
Tirkiye: Rojnameger Zeynep Kuray bi zanebûn hat hedefgirtin û dîmen kişandina wê ya çalakiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê hat astengkirin.
7 rojnamegerên jin li ser înternetê bi kampanyayeke organîze ya nefretê re rû bi rû man
Li Kanadayê, rojnamevan Brandi Morin, Abigail Bimman, Edmonton Journal, nûçegihana Edmonton Sun Anna Junker, Marsha Lederman û Melissa Martin ji dinav de herî kêm sê rojnamevanên jin, di kampanyayên serhêl ên li ser înternetê de bûn hedef. Li Pakistanê ji Ajansa Vekolînê ya Federal (FIA) piştî giliyên Gharidah Farooqi di derheqê tacîzkirina domdar a serhêl a ku ew pê re rû bi rû ma, neket nava tevgere.
Rojnamegerek rastî tacîzkirina serhêl hat
Îrlanda Bakur: Suzanne Breen a li Belfast Telegraphê rojnamevanek pispore, piştî ku wêneya keça xwe ya 10 salî li ser hesabê xwe yê medyayê parve kir, bû hedefa tacîzkirina serhêl."
Werger: JINHA