Cezayê girtîgehê li karsazê Misrî ku destdirêjî li zarokên keç dikir hat birîn

Dadgeha Misirê 3 sal cezayê girtîgehê li karsaz Mohamed El-Amîn ê ku bazirganiya mirovan û destdirêjî li zarokên keç ên li mala sêwiyan ku xwediyê wê bû dikir birî.

Navenda Nûçeyan- Dadgeha Misrê li Mohamed El-Amîn ku xwediyê mala sêwiyan e, bazirganiya mirovan dike û destdirêjiyê li keçên temenê wan biçûk ên li mala sêwiyan diman dike 3 sal cezayê girtîgehê birî.

Berpirsiyarê dadwerî di 23'ê Gulanê de piştrast kir ku dadgeha Qahîreyê bi tewana bazirganiya mirovan û tecawizê ku li hemberî 7 keçên temenê wan biçûk kiribû, 3 sal cezayê girtîgehê û bi qasî 11 hezar dolar li karsaz Mihemed El-Amîn ê ku berê xwediyê tora CBC ya Misrî bû, birî.

Di sibata borî de piştî lêkolînan derket holê ku Mihemed El-Amîn bazirganiya mirovan kiriye û tecawizê li zarokên keç kiriye,  bi îdiaya 13 kesan û îtîrafên keçên mexdûr derket holê, li gorî tiştên ku di telefona sûcdar de hatin dîtin û tiştên ku di raporên bijîjkî de hatin zelalkirin, Dozgeriya Komarê tawanbar sewqî Dadgeha Cezayê Giran kir.

Zarokên keç ên bêxwedî îstîsmar kir

Serdozgeriya Komarê diyar kir ku di lêkolînan de derketiye holê ku tawanbar zarokên keç li maleke ku ji bo sêwiyan li parêzgeha Benî Suef li Qahîreyê ava kiribû, kom kirine û ji lawazî û hewcedariya wan îstîsmar kiriye û bi tecawizê re rû bi rû mane.

Hêjayî bibîrxistinê ye li gorî benda 286 a zagona ceza ya Misrê ku bi tawana destdirêjî û tecawizê ve girêdayî ye ger mexdûr di bin 18 saliyê de be û tewanbar berpirsiyarê mexdûr be, wê demê cezayê muhebet li tewanbar tê birîn.