Cezayê 2 salan ê girtîgehê li Perniyan Haşimpor hat birîn

Cezayê 2 salan ê girtîgehê li Perniyan Haşimpor hat birîn. Çalakvanên mafên mirovan vê biryarê wekî tepeserkirina xwepêşandanên sivîl digre dest û vê biryarê rexne dikin.

Navenda Nûçeyan – Parniyan (Fatîme) Haşimpor, ku di xwepêşandanên meha Kanuna ya sala 2025’an de hatibû binçavkirin, ji aliyê dadgeha îstînafê ve du sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Her çend cezayê destpêkê yê pênc salan ê girtîgehê hat kêmkirin jî, berdewamiya cezayên girtîgehê ji bo welatiyên ku di xwepêşandanan de hatine girtin, rexneyên li ser pratîkên dadwerî yên li dijî xwepêşanderan û sînordarkirina mafê xwepêşandanê ji nû ve zêde kiriye.

Cezayê 5 salan daxistin 2 salan

Li gorî rapora weşandî, Perniyan Haşimpor di 9’ê Kanûna 2025’an de di dema xwepêşandanên giştî yên li Qada Şoreşê ya Tehranê de hatiye binçavkirin. Piştî lêpirsîna bi mehan, doza wê li dadgeha yekem bi cezayê pênc sal zîndanê hatiye cezakirin. Lêbelê, piştî îtîrazê, dadgeha îstînafê ceza kêm kir  û bu du sal. Bi vê biryarê, pêvajoya dadwerî ya doza wê temam bû. Her çend kêmkirina cezayê wekî guhertinek ji biryara destpêkê tê dîtin jî, girtina kesekî ku di dema xwepêşandanan de hatiye girtin ji hêla çalakvanên mafên mirovan ve wekî beşek ji pratîkên dadwerî yên li dijî xwepêşanderan tê rexnekirin.

Ev girtina wê ya duyemîn e û fikarên malbatê hen

Parniyan Haşimpor, mezûna arkeolojiyê, berê di sala 2023’an de hatibû girtin û nêzîkî du mehan di girtîgehê de mabû. Ev duyemîn doza ku li dijî wê tê vekirin û bi xwepêşandanên dawî ve girêdayî ye. Li gorî agahiyên hatine weşandin, malbata wê fikarên xwe li ser şert û mercên girtina wê li beşa jinan a Girtîgeha Evînê û pêvajoya darizandinê anîne ziman. Li gorî kesên nêzîkî wê, fikar ne tenê bi cîbicîkirina cezayê ve sînordar in; şert û mercên girtina wê û rewşa wê ya laşî û derûnî jî di nav fikarên malbatê de ne.

Hişyariya rêxistinên mafên mirovan

Biryara derbarê Parniyan Haşimpor de di demekê de tê ku kesên din ên ku di xwepêşandanên 2025’an de hatine girtin jî bi zîndanîkirin an cezayên din ên dadwerî re rû bi rû ne. Rêxistinên mafên mirovan bi berdewamî li dijî zextên ewlehî û dadwerî yên berdewam ên li ser xwepêşanderan, bikaranîna zîndanîkirinê ji bo tepeserkirina xwepêşandanên sivîl, û sînordarkirina azadiya îfade û civînê hişyarî dane, û daxwaza bidawîanîna vê pêvajoyê û pabendbûna bi prensîbên darizandinek adil kirine.