Cenazeyê Narîn Guran a winda hat dîtin

Cenazeyê Narîn Guran a ku ji 21'ê Tebaxê ve heta niha windabû hat dîtin. Hat diyarkirin ku ji ber cenaze di avê de gelek maye xira bûye.

Navenda Nûçeyan- Cenazeyê Narîna Guran a 8 salî ku di 21’ê Tebaxê de li Taxa Çulî ya navçeya Rezana Amedê piştî ji qursa Quranê derket winda bûbû, hat dîtin.

Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya agahiya der barê Narînê de li ser hesabê xwe yê X wiha ragihand: "Mixabin cenazeyê Narîn Guran a ku li taxa Çulî ya Rezana Amedê winda bûbû hatiye dîtin."

Hat diyarkirin ku cenazeyê Narînê 3 kîlometre dûrî mala wê di nava çemekî de hatiye dîtin.

Cenazeyê Narîn Guran ku di nava torbe de li robar hat dîtin, ji bo otopsiyê şandin Saziya Tiba Edlî ya Amedê (ATK) Serokê Baroya Amedê Nahît Eren der barê dîtina cenazeyê Narînê de daxuyanî da û got: “Cenaze di avê de gelek maye, mixabin xira bûye. Di rûbar de bi awayekî ku neyê dîtin hatibû veşartin. Agahiyên ku ji aliyê dozgeriyê ve hatine diyîn ev in.”

Rojnamevanên ku xwestin bikevin gund ji aliyê leşkeran ve di ketina gund de hatin rawestandin û hat gotin ku ‘ketin û derketina gund qedexe’ ye.

Çi bûbû?

Narîn Guran a ku di 21'ê Tebaxê de li Taxa Çulî ya navçeya Rezana Amedê piştî qursa Quranê bi hevalên xwe re dimeşiya, li xaçeriya mala xwe winda bû, careke din agahî jê nehat girtin. Piştî ku malbata Narînê windabûna wê ragihand lêgerîneke berfireh hat destpêkirin. Tîmên lêgerîn û rizgarkirinê ku ji sedan kesan pêk dihatin gelek caran li mal û zeviyên taxê geriyan. Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hat destpêkirin de îfadeya gelek kesên li herêmê dijîn hatin girtin. Di vê çarçoveyê de birayê Narîn E.G. (18) ji ber şopa gezê ya li milê wî hat binçavkirin. Di encama mînakên ku ji Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê re hatin şandin de, nehate tesbîtkirin ka şopa gezê ya Narînê ye yan na û bira hat berdan.

Di çarçoveya lêpirsîna berfireh de mamê Narîn û keyayê taxê Salim Guran di 2'ê Îlonê de hatibûn binçavkirin. Di encama mînakên DNA'yê yên ji wesayîda mamê wê hatin girtin de bi mînakên DNA'yê yên li ser cilên Narînê hatin girtin û piştî îfadeyên nakok ên mam, Salim Guran bi îdiaya "kuştina bi qestî" û "desteserkirina azadiya kes" hat girtin û şandin girtîgehê.