Cenazeyê Nagîhan Akarsel tînin Şirnexê
Cenazeyê Nagîhan Akarsel ya li Silêmaniyê hat qetilkirin, piştî ku anîna wê ya bi rêya hewayî hat astengkirin, bi rêya bejahî ber bi Tirkiyeyê bi rê ket.
Navenda Nûçeyan - Cenazeyê Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û Edîtorê Kovara Jineolojiyê Nagihan Akarsel ku li Silêmaniyê hat qetilkirin, îro dibin Tirkiyeyê.
Cenazeyê Akarselê, ji bo ku li bajarê wê Konyayê bê veşartin ber bi Tirkiyeyê ve bi rê ket. Cenazeyê ku bi rojane li bendê ne bi rêya balafirê bînin Tirkiyeyê, ji ber prosedurên veguhestina cenaze yên li Balafirgeha Hewlêrê nekarîn bi balafirê bê şandin.
Cenazeyê Nagîhan Akarsel bi rojan dihat payîn ku bi rêya hewayî bînin Tirkiyeyê, ji ber prosedurên veguhestina cenaze yên li Balafirgeha Hewlêrê nekarîn bi balafirê bê şandin.
Cenazeyê Akarselê, bi konvoyeke ku malbata wê û parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Şirnexê jî di nav de bi rêya bejahiyê bi rê ket.
Tê payîn ku cenazeyê ji Hewlêrê bi rê ket dê derdora saet 17.00’an bigihe Deriyê Sînor ê Xabûrê yê li navçeya Silopiya ya Şirnexê. Cenazeyê Nagîhan Akarsel dê li Konyayê bê definkirin.