‘Bûyerên qetilkirina jinan tê veşartin’

Lêkolîner Leyla Abdullah diyar kir ku li herêma Kurdistanê her çendî rêxistinên jinan û sivîl hene jî bûyerên qetilkirina jinan her ku diçe zêde zêde dibin û di bin navê cuda de rastiya bûyeran tê veşartin.

HÊLÎN EHMED

Silêmanî-Li herêma Federal a Kurdistanê bûyerên qetilkirina jinan zêde dibin. Her çend zagonên pêşîlêgirtina tundiyê hebin jî nayên bicihanîn û kujer bê ceza dimîn an jî tên parastin. Rêxistinên jinan ên li başûrê Kurdistanê ji bo kêmkirina tundiyê di nava hewldanan de ne lê nikarin bandor û zextê li ser aliyên peywendîdar bikin loma bi hewlana daneyan xebatên xwe didomînin. Gelek bûyer nagihîjin dadgehê û bi silha eşîrê ser wan tê girtin. 

‘Qetilkirina jinan di bin navê namûsê de berdewam dike’

Lêkolînera civakê ya di Yekitiye Jinan de Leyla Abdullah diyar kir ku bûyerên qetilkirina jinan her diçe zêde dibin û wiha got: “qetikirin ne tenê ew e ku kesek yekê bikuje, hinek caran zext wisa dikin ku kes dawî li jiyana xwe bîne. Çend doz li dadgehê hene bê belge mane û bi encam nebûne. Dema ku kes dawî li jiyana xwe tîne bêguman sedemek wê heye. Heta niha ji bo qetilkirin û xwekuştina jinan, tu xebatek nehatiye kirin, ne tenê qetilkirina jinan, kuştina mêr û zarokan jî zêde bûye. Jin di bin navê namûsê û pirsgirêkên civakê de tên qetilkirin.”

‘Erka çalakvanan ew e ku hayjêbûn û hişyariyê zêde bikin’

Leyla Abdullah destnîşan kir ku rêxistinên jinan ji bo dozên jinan hewl didin lê belê bûyer kêm nebûne û zêdetir dibin û wiha got: “Girîng e bûyer werin ragihandin. Ji bo ku di nava malbat û civakê de hişyarî çêbibe divê tiştên diqewimin werin ragihandin. Her wiha erka rêxistin û çalakvanan ew e ku civakê der barê qetilkirina jinan de hişyar bikin. Belavkirina hişyariyê dikare bi du riyan be, bi riya medyayê ya din jî rasterast bigihîje malan û her kes jê agahdar bibe. Her wiha divê hebûna zagonan were zanîn, bi riya panel û semîneran jin, mêr, kasibkar, rêveber, dibistan û cihên giştî der barê mafên jin û zagonan de bên agahdarkirin û hişyarkirin.”