Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Girava Îmraliyê li pişt perdeya nepenîtiyê tê hiştin

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, diyar kir ku ji Abdullah Ocalan û muwekîlên xwe yên din ên li Îmraliyê 3 sal in bi tu awayî agahiyê nagirin û Girava Îmraliyê li pişt perdeya nepenîtiyê tê hiştin û bang kirin ku rewşa agahînegirtinê bê bidawîkirin.

Navenda Nûçeyan- Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, der barê 3 salên agahînegirtina ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Tîpa F ya bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tên ragirtin de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate diyar kir ku 3 sal in bi tu awayî ji muwekilên xwe agahî nagrin û hate destnîşan kirin ku tevî hemû serlêdanên edlî û îdarî destûr nayê dayîn ku hevdîtinek were kirin. Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ku rewşa agahînegirtina mutleq bi pêkanînên derveyî hiqûqê re didome û Girava Îmraliyê li pişt “perdeya nepenîtiyê” tê hiştin.

 

‘Ne pêkane ku têkiliya bi cîhana derve re bi temamî were birîn’

Temamiya daxuyaniya ji aliyê Buroya Hiqûqê ya Asrinê ve hate kirin wiha ye: “Rewşa agahînegirtina mutleq a heyî, ji bilî pêkanîn keyfî bi ‘biryarên darazê’ yên di mewzûata Tirkiyeyê de tu palpişta wan nîne tê domandin. Cezayên dîsîplînê ku weke sedemên qedexekirina serdanên malbatan û biryarên ku pêşî li ziyareta parêzeran digirin tên nîşandan, binpêkirina qanûnan e û ji bo meqamên biryardayînê sûc e. Her wiha mafê nivîsîn û ragihandina bi telefonê jî nayê nasîn. Lê belê li gorî rêgezên Mandela, ne pêkane ku têkiliya bi cîhana derve re bi temamî were birîn. Di nava her şert û mercî de divê ragihandina herî kêm a girtiyan bi cîhana derve re bê ewlekirin. Krîterên kêmtirîn bi cih nayên anîn û biryarên li ser bingeha van pêkanînan ji parêzeran tên veşartin. 

Girava Îmraliyê li pişt perdeya nepenîtiyê tê hiştin

Bi van pêkanîn re Girava Îmraliyê li pişt perdeya nepenîtiyê tê hiştin. Raya giştî, bi taybetî malbat û parêzerên wan, li ser rewşa heyî ya muwekîlên me yên 3 sal in li girtîgeheke giravê bê navber tên ragirtin, nahêlin agahiyeke herî biçûk bigirin. Li ser mafên bingehîn ên muwekîlên me yên di hiqûqa navxweyî û navneteweyî de hatine ewlekirin, bi taybetî li ser mafê tenduristiyê ti agahî li ber destê me nîne. 

Agahînegirtina mutleq modela îşkenceyeke giran e

Rewşa agahînegirtina mutleq ku di dîrokê de mînaka wê nîne, modela îşkenceyeke giran e. Ji ber serlêdana me ya li Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ya ji bo tavilê dawî li agahînegirtina mutleq were anîn, ku ev yek weke rehenda vê rejîma îşkenceyê tê bikaranîn û tu wekheviya wê li gorî rêziknameya qanûnî nîne, komîteyê biryara bergiriyê dabû. Komîteyê di îlona 2022’yan de bang li hikumeta Tirkiyeyê kiribû ku ‘rewşa agahînegirtina mutleq ya serlêderan bê bidawîkirin û bêyî ku astengiyek hebe serlêder bikarin parêzerekî ku ew hilbijêr in xwe bigihîninê.’ Ji bo ku ev biryara tedbîrê nehate bicihanîn Komîteyê di meha çileyê ya sala 2023’yan de biryara tedbîrê ji ku hikumet bi cih bîne dîsa jê re ragihandibû. Lê hikumetê dîsa hiqûqa navîn û ya navnetewî pêk neanî, biryara tedbîrê bi cih neanî  û di polîtîkayên xwe yên agahînegirtina mutleq de israr kiriye. 

CPT’yê rapora xwe hêj jî eşkere nekir

Di meha Îlonê ya 2022’yan ku rewşa agahînegirtina mûtleq bikûrkirinê hatiye berdewam kirin de CPT’yê serdana Girtîgeha Îmraliyê kir. Lê têkildarî vê serdanê rapora xwe hêj jî aşkere nekiriye û têkildarî şertên ragirtin û tenduristiyê de jî ji raya giştî re daxuyaniyek nedaye. Dîsa Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, serlêdana krîtîk ya pêkanînên tecrîdê yên Girtîgeha Îmraliyê digire nava xwe, tevî ku 13 sal in li pêşiyê ye jî xwe ji biryardayînê dûr dixe. Bêguman li gel hikumetê, helwesta organên Konseyê nîşan dide ku pêkanînên li Îmraliyê ne bi biryarên hiqûqî, bi biryarên polîtîk ên asta navnetewî de hatine wergirtin.

Polîtîkayên agahînegirtina mûtleq her qada jiyanê xwe dide nîşandan

Her wiha pir zelal e ku rejîma tecrîda mutleq, pêşniyara civaka demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê ku birêz Ocalan pêşxistî ye hedef digire. Tevî rejîma tecrîda giran, projeyên xurt ên çareseriyê ku daniye pêşiya xwe, têkoşîna ku di berjewendiya gelan de nîşan da, hêza ramanî û bîrdozî ya ku hilberand; Ne tenê li Tirkiyeyê li tevahiya Rojhilata Navîn li dijî polîtîkayên dijberiyê û şer bûye modela jiyana herî alternatîf. Ji ber vê yekê bidawîkirina pergala tecrîdê ya li birêz Ocalan tê ferzkirin, dê di rêya avakirina jinûve ya demokrasiyê ya li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn dê bibe gaveke mezin. Bi awayekî vekirî tê dîtin ku bandora polîtîkayên agahînegirtina mûtleq ên li ser birêz Ocalan tên sepandin, li her qada jiyanê xwe dide nîşandan.

Em bang li mûxatabên pêwendîdar dikin ku rastiyê bînin ziman

Her ku polîtîkayên tecrîdê yên li Îmraliyê tên sepandin kûr dibin, di serî de pirsgirêka kurd, krîzên piralî yên gelên Tirkiyeyê ketine nav mezintir dibe. Yekane rêya derketina ji vê rewşa pirrengî ya krîzê û avakirina civakeke demokratîk, aştiyane, pêkanîna têkiliya Birêz Ocalan bi cîhana derve re ye. Ji bo ku pirsgirêkên dîrokî û jiyanî yên li erdnîgariya me hatine jiyîn derbas bikin, bidawîkirina tecrîdê girîng e. Girseyên ku di ferqa vê rastiyê de li her qadê berteka xwe mezin dikin. Helwesta ji nedîtinê ve hatinê ya kesên siyasetmedar, hiqûqnas, nûnerên saziyên sivîl û rewşenbîrên ku weke pêşengên civakê tên penasekirin nayê qebûlkirin. Bi vê wesîleyê em bang li mûxatabên pêwendîdar dikin ku rastiyê bînin ziman û bi berpirsyariyên xwe yên bingehîn rabin.

Di vî warî de em careke din dixwazin diyar bikin ku; Li gorî berpirsyariya ku ji aliyê prensîbên hiqûqa navxweyî û hiqûqa navneteweyî ve tê xwestin, divê hemû mafên muwekîlên me, bi taybetî jî mafê hevdîtina bi parêzeran re bêyî bên sînorkirin demildest bên pêkanîn. Rewşa agahînegirtinê ya 3 salan ku ji bo me parêzeran û piraniya civakê bûye sedema fikaran divê demildest were bidawîkirin.”