'Biryara Fransayê rê li ber zêdebûna kiryarên li ser jinên Sûdanî vedike'
Parêzer û aktîvîsta mafên mirovan Neclaa Muhemed Elî derbarê biryara Fransa ya kêmkirina serlêdanên penaberên Sûdanê de got ku "Ev biryar deriyên koçberiyê digre û kiryarên Hêzên Piştgiriya Lezgîn ên li dijî sivîlan zêdetir dike."

EFRAH ŞEWQÎ
Parîs – Rewşa jinên Sûdanî ji ber şerê navxweyî yê ku nêzî du salan e di navbera artêşa Sûdanî û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de li Sûdanê didome, ya herî mezin û wêranker e. Dibe ku gelek çîrokên jinên penabera û rizgarbûyî yên ku bi tundiyê, tecewiz û windakirina malbatên xwe rûbirû mane, hê jî nehatibin belgekirin an jî hejmara wan nehatibe tomarkirin. Biryara kêmkirina serlêdanên penaberên Sûdanê ya ji hêla hikûmeta Fransa ve, dihêle ku gelê Sûdanê di nava şer de bijîn û bi kiryaran re rûbirû bimînin.
'Tu rêbaz ji bo penaberan nehatine peydakirin'
Parêzer û aktîvîsta mafên mirovan Neclaa Muhemed Elî ya ku li Parîsê bi cih bûye da zanîn ku rewşa Sûdanê ya dijwar berdewam dike û bersivdayîna jinan gelek lawaz e û got: "Pirsgirêka Sûdanê ji aliyê civaka navneteweyî ve têra xwe bi baldarî nayê şopandin. Tevî hemû çîrokên tirsnak ên malbatan û xeteriyên ku ew di rê û rêwîtiya dijwar a koçberiyê de pê re mane jî, tu rêbazek ji bo hêsankirina hatina malbatên Sûdanê û qebûlkirina serlêdanên wan ên penaberiyê nehatine peydakirin. Li Sûdanê rastiya tenduristî û ewlehiyê ber bi hilweşînê ve ye û ev jî xeteriyan bi taybetî li ser zarok û jinan ava dike."
Rewşa jinên Sûdanê û xeteriyên ku dertên pêşiya wan re dimînin
Neclaa Elî derbarê rewşa jinan û rastiya wan li Sûdanê di nava şer û pevçûnan de wiha axivî: "Gelek jin bi meş dest bi rêwîtiya koçberiyê kirin û berê xwe dan Etiyopya, Çad, Ûganda, Lîbya û Misrê. Di heman demê de berê xwe dan paytexta Xartûmê jî. Piraniya wan di vê rêwîtiyê de zarokên xwe winda kirin, her wiha bi qetilkirin, destavêtin û dîlgirtinê re jî rûbirû man. Bersivdayîna daxwazên jinên Sûdanê jî lawaz e û ji aliyê civaka navneteweyî ve nayê pêkanîn. Tevî belgekirina kiryar û binpêkirinên ku jinên Sûdanî li stargehên koçberiyê dibînin jî, mixabin tu kes guh nade van kiryaran û desteka alîkariyê nadin jinan. Hejmara jinên ku bi tundiyê re rûbirû dimînin nayên belgekirin, ji ber ku gelek kêm gilî dikin û piraniya wan jî ji ber rewşa tendrustî ya xirab bi tevî zarokên xwe jiyana xwe ji dest didin."
Neclaa Elî diyar kir ku agahiyên wan li ser biryarên Wezareta Karên Hundir a Fransayê hene ku daxwaza kêmkirina qebûlkirina vexwendnameyên ji bo yekbûna malbatan dikin û wiha got: "Min serlêdan kir ku keça xwe ya ku îro li Xartûmê di nava şer de dijî vexwînim, lê serlêdana min hat redkirin. Kesên ku dighîjin axa Fransayê jî, bi riya koçberiya bêserûber bi riya deryayê ku rêbazek xeternak e lê beşek ji encamên şer e. Tevî hebûna rêxistinên Sûdanî li Fransayê û alîkariya ku pêşkêşî malbatên Sûdanî dikin, kêm in. Hewcedarî bi xurtkirina wan heye. Bi taybetî yên bi karûbarên jinan re mijûl bibin, wek platforma Binian a ku bi mafên jinan û beşdariya siyasî re eleqedar e û şîretan peyda dike."
Hewldanên rêxistinên sivîl didomin
Neclaa Elî tekez kir ku hewl didin ji bo piştgiriya sivîlên li Sûdanê bi taybetî jin û zarokan, kombûn û xwepêşandanan li dar bixin û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Me du konferans li dar xistin, yek li Ugandayê bi beşdariya komên mezin û konferansek din jî, li ser mijarên perwerdehiyê û piştgiriya jinan ku bi pîrozbahiyên 8'ê Adarê re hevdem bû bi beşdariya hevalên Ereb û Fransî, lidar xist. Her wiha me vê dawiyê li navenda Parîsê xwepêşandanek li dijî binpêkirinên Hêzên Piştgiriya Lezgîn li kampên Zemzem û El Faşêr ji ber hejmara mexdûrên jin li dar xist. Me însiyatîfa "Yek Euro" li dar xist ku bi riya wê me xwest ji bo gelê Sûdanê alîkariyan berhev bikin. Gelek raporên ku ji hêla rêxistinan ve hatine weşandin, bûyerên tundiya zayendî ya li dijî jinan wek ‘tirsnak’ tê binavkirin."
Hêjayî gotinê ye ku rapora Yekîneya Têkoşîna li dijî Tundiya li dijî Jin û Zarokan, ji destpêka şerê di 15'ê Nîsana 2023'an de li Sûdanê destpê kiriye ve, hezar û 392 dozên tundiya zayendî ku ji aliyê Hêzên Piştgiriya Lezgîn ve hatine kirin, belge kiriye. Hejmara dozên sûc ên ku li komîteyê li hemû eyaletan hatine tomarkirin gihîştiye 120376'an, ji wan 3787 hatine darizandin. Li gorî heman raporê, hejmarên belgekirî tenê ji sedî 2’yê hejmara rastîn nîşan didin.