Biryara berdana rojnamevan Reyhan Hacıoğlu hat dayîn
Di doza ku li dijî rojnamevan Reyhan Hacıoglu hatiye vekirin de, di rûniştina yekemîn de biryara berdanê hat dayîn.

WAN- Rûniştina yekem a doza ku rojnamevan Reyhan Hacıoglu bi hinceta "endamtiya rêxistinekê" tê darizandin, li Dadgeha Cezayê Giran a 2yemîn a Wanê pêk hat. Ji bilî endamên Komeleya Rojnamevanên Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamevanên Jin ên Mezopotamyayê (MKG), gelek siyasetmedar jî rûniştin temaşe kirin.
‘Ev der Kurdistan e'
Reyhan Hacıoglu, ku piştî tespîtkirina nasnameyê parastina xwe kir. Reyhan got ku "Ev 11 sal in ez rojnamevan im. Min bi dehan bername çêkirine, lê tenê pirsgirêkên Kurd û Kurdistanê û pirsgirêkên tecrîdê di îdianameyê de cih girtin. Min tenê ev çêkirin, min bernameyên ekolojiyê jî çêkirine. Min bernameyên kuştina jinan û bêcezatiyê, polîtîkayên şerê taybet li Kurdistanê jî çêkir. Min pir mijar vegotin ku di bernameyekê de cih negirtine. Lê di van hemû bernameyan de, cihên ku peyva 'Kurdistan' tê de derbas dibe di îdianameyê de cîh girtin. Çima ez dibêjim 'Kurdistan', çima ez dibêjim 'tecrîd'? Ji ber ku ev der Kurdistan e. Ji nivîsên Sumerî heta îro, ji vê derê re Kurdistan hatiye gotin. Evliya Çelebî û Yavuz Sultan Selim jî ev der wekî Kurdistan binav kirin. Ataturk dîsa heman îfade bi kar anî. Ez hestek aîdiyetê û axa gelekî bi vî rengî îfade dikim. Dîsa, di mîtînga AKP'ê ya li Amed de gelek caran wekî Kurdistan hat îfadekirin. Ji bo min pir xwezayî ye ku ez wekî rojnamevanek peyva 'Kurdistanê' bikar bînim lê ev ji bo min, wek sûc hat dîtin.”
'Li vî welatî tecrîd heye'
Reyhan Hacıoglu, ku diyar kir ku li welêt tecrîd heye û wiha pê de çû: “Berî demekê, Devlet Bahçelî behsa tecrîdê kir û Ocalan ji bo Parlamentoyê vexwend. Ger ji kesekî xeber tunebe, li wir tecrîd heye. Ji bo min tiştek xwezayîtir tune ji behskirina vê meseleya ewqas eşkere ye ku pê re e mijûl bibim. Pirsgirêka grevên birçîbûnê jî heye. Ez cara duyemîn hatim girtin û bi rastî tiştên ku min behs kirin jiyam. Ez di sala 2018’an de di girtîgehê de bûm û min ev dît. Wê demê 9 kesan jiyana xwe ji dest dan. Min van rewşan ne wek girtiyek, wekî rojnamevanek kişand. Di zindanên vî welatî de hemû maf tên binpêkirin. Mirovek heta 6 mehan jî nabin nexweşxaneyê. Lêgerîna tazî, kêfî heye. Pirtûk û rojname nayên dayîn. Ji bo qedexeyê ti hincet tune."
‘Di tu bernameyên min de bangek ji bo çalakî an tundiyê tuneye’
Reyhan Hacıoğlu got, "Ez ji ber endametiya rêxistinek têm darizandin. Civak rastî gelek binpêkirinên mafan tê û em wekî çapemeniya azad divê vê rastiyê bibînin. Em van hemûyan ne ji bo ku nav û dengê dewletê xirab bibe, ji bo ku ev binpêkirin ji holê werin rakirin dinvîsin. Ji bo me, nûçe ne tenê ji bo 5 N û 1 K ye; ew wijdanî, siyasî û ehlaqî ye. Li vî welatî demokrasiyeke kêm heye û ev tenê ji bo çembera desthilatdar derbas dibe. Her çiqas em di bin destê dadweriyê de bin jî, em hewl didin ku rastiyê eşkere bikin û binvîsin. Îro, pêvajoyek tê nîqaşkirin; em van hemûyan jî dixwazin. Em dixwazin bi azadî rapor bidin, lê ji bo vê yekê, dadweriyek serbixwe jî hewce ye. Ez li pişta her bernameyek xwe me. Tiştê ku ez dikim ne sûc e, ew rojnamegerî ye. Di tu bernameyên min de bangek ji bo çalakî an tundiyê tuneye. Em qet ne alîgirên tundiyê ne û her gav me gotiye ku ev welat hewceyî aştiyê ye. Em ê bi mîrateya ku şehîdên çapemeniya azad hiştine, berdewam bikin."
Ji dadgehê pirsên ecêb
Pirsên dadgehê yên wekî "Mebesta we Kurdistan li ku ye?", "Jîneolojî tê çi wateyê?", "Hevalên we yên ku bi dronekê hatin kuştin kî ne, navên wan çi ne, li ku hatine kuştin?", "Kî di vê girtîgehê de ketine greva birçîbûnê û li wir jiyana xwe ji dest dane?" balkêş bûn.
Biryara berdanê hat dayîn
Parêzer Jiyan Ozkaplan jî parastina Reyhan kir û got, "Ev îdianame ne afirandina sûcek bi zorê ye û ne qanûnî ye. Muwekîla min rojnamevan e û ev karê wê ye. Bi gotineke din, dozgeriyê ji hemû bernameyan hinek gotinan bijartiye. Muwekîla min rojnamevan e û divê were berdan. Îdianame wiha nabe.”
Piştî parastinan, dozger nêrîna xwe pêşkêş kir û xwest ku girtina Reyhan Hacıoğlu berdewam bike.
Heyeta dadgehê guh neda daxwaza dozger û biryar da ku Reyhan Hacıoğlu bi şerta kontrola edlî bê berdan. Rûniştina dozê, taloqî 9’ê Cotmehê hat kirin.