Rola jinan a di navendên biryardayînê de: Gavek ji bo civakek wekhev

Parêzer Peyman Ezedîn dibêje: “Her çiqas jin di nava navendên biryardayînê de bin jî, ger ne xwedî nêrîn û fikrê jinan bin, biyarên aliyên siyasî li ser wan tên sepandin.”

HÊLÎN EHMED

Silêmanî – Di nava çend salên borî de, mijara beşdariya jinan a li navendên biryardayînê bûye yek ji mijarên herî girîng ên civakî û siyasî. Li gel wê jî behsa mafê jinan dikin. Lê belê hê di gelek qadan de rêjeya beşdariya li cihên biyardayîn û rêveberiyê kêm e. Hebûna jinan di peywirên bilind de, hikûmî û îdarî tenê ne mijarek ferdî ye. Bandorek rasterast li ser pêşketina civakê û başkirina xizmetan dike. Li gorî lêkolînan, ew saziyên ku jin tê de biryarê didin, di çareserkirina pirsgirêkên civakî û aborî de gelek serkeftî ne.

Jinan karîne cihên xwe baş bikin

Li başûrê Kurdistanê û Iraqê, jinan karîne di gelek qadan de deng û cihê xwe ji parlemento û wezaretan heta navendên akademîk û rêxistinên medenî, diyar bikin. Lê belê tevî van pêşketinan hê jin rastî astengiyên civakî û çandî tên. Hinek aktivîstên mafên jinan diyar dikin ku kevneperestiya civakî û fikrê mêr li hinek herêman, hê rêgiriyê li beşdariya berfireh a jinan a li navendên biryardayînê dikin. Di heman demê de kêmbûna derfetên aborî û piştgiriya siyasî sedemek din a ji bo paşxistinan jinan a gihana peywirên girîng e. Çavdêr piştrast dikin ku gihîştina civakek dadperwer û pêşketî bê beşdariya rast a jinan di navendê biryardayînê de ne gengaz e. Ger derfet û piştgirî ji jinan re were pêkanîn, dikarin rolek bi bandor di avakirina pêşerojek baştir a ji bo civakê de bilîzin. 

‘Jin li navendên biryardayînê hene, lê belê çavê wan li aliyên siyasî ye’

Parêzer Peyman Ezedîn diyar kir ku jin ji demên berê de rola wan di qada siyasetê de hebû, beşek ji wan jinan di nava siyasetê de biyarên wan hebû, beşek ji wan hevjînên wan serkirde bûn an jî di cihê biryardanê de bûn. Peyman da zanîn ku dema jinek malbata wan an jî hevjînên wan serkirde bin, pêşniyar û fikrên wan tên guhertin û wiha got: “Jin di qada siyasetê de, bi rêya hevjînên xwe an jî malbata xwe karîne di qada siyasî de pêşniyaran bikin. Mînak Hêro Îbrahîm Ehmed, hevjîna Celal Talabanî, beriya di qada siyasî xizmetê bike, li ser biryarên hevjînê xwe bi bandor bû, heta bandora temam li ser biryarên partiya siyasî hebû. Her wiha ji derveyî wê çend jinên din bandorên kûr li ser biryardana partiyan û kesayetên siyasî û ên biryarê didin de hebû. Lê belê rola wan nedihat dîtin.”

‘Divê jin li navendê biryardayînê hebin’

Peyman Ezedîn anî ziman ku dema behsa rola jinên Kurd were kirin, divê ev jin neyên jibîrkirin û wiha pê de çû: “Her wiha beşek din a jinan, rasterast di partiyên siyasî û pergalên siyasî de cih girtin. Beşek jê gihîştine astên bilind û beşek din bi lez ew peywir girtin. Ev jin beşdarî pêvajoyên biryardayînê bûn. Piştî pêvajoya azadiya Iraqê ku pergala kotayê derket pêş, jin li gorî kotayê beşdarî parlementoyê bûn. Salên demdirêj e jin bi pergala kotayê diçin parlementoyê. Ji ber vê nîqaş li ser ‘xwedî laîktiyê ne yan na?’ tê kirin. Beşdariya wan a parlementoyê bi rêya pergala kotayê, tenê bi pirsgirêka kesî ya têrker nayê ragihandin. Ya girîng ew e ku hejmarek zêde jin di navendên biryarên siyasî de hebin.”

‘Pêwîst e jin bi xwe bin’

Peyman Ezedîn da zanîn ku divê jin bi xwe bin, bi fikrê xwe li her navendek biryardayînê bixebitin û wiha got: “Her wiha jin û mêr dema di qada siyasî de dixebitin, ev ji bo berjewendiyên siyasî tê bikaranîn. Dema aliyek destekê dide yekê, bikeve qada siyasî û teşwîq bike, gelek deman ji ber vê qadê bi qasî pêwîst dike nizane, ji bo şêwedayînê vekirî dibe. Di van rewşan de ger kes diçe navenda biryardayînê, hêza xwe ya biryargirtina serbixwe winda dike. Ger kesek bê biryar û fikir biçe navendên biryardayînê, ji aliyê kesên desthilat û aliyên siyasî ve şêwe tê dayîn, ji ber vê şertê bingehîn ên biryardanê serxwebûna fikrî ye.”

Peyman Ezedîn di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya hişyarkirina jinan û wiha got: “Hebûna hişyarî û avakirina îdeolojiyê û fikir, dikare bike xwedî biryar. Her wiha bawerî jî rasterast divê girêdayî kapasîteya fikrî be. Ger kes xwedî fikir û zanist be, kes nikare bi rêya medyaya dijîtal û di navendên biryardanên de manîpule bike û zextê lê bike.”