Bîrsen Kars ber bi bêdawiyê ve hat oxir kirin

Bîrsen Kars ya ku ji komkujiya 19’ê birîndar xelasbûyî dema li Elmanya tedawiya penceşêrê didît jiyana xwe ji dest dayî, li Goristana Gaziyê hat veşartin.

 
Navenda Nûçeyan - Di 19’ê Kanûna 2000’î de li girtîgehan operasyona “Vegera jiyanê” pêk hatibû. Bîrsen Kars jî yek ji remza wê operasyonê bû. Ew bi gotina “me bi saxî şewitandin” di bîra her kesî de maye û tê nasîn. Birsen Kars li Elmanyayê tedawiya penceşêrê didît û çend roj berê jiyana xwe ji dest dabû. Kars li goristana Taxa Gazî ya Stenbolê hat veşartin. Piştî karûbarên otopsiyê cenaze hatibû radestkirin. Cenaze di dorpêça polîsan de hat veşartin.