Bilbila Hindistanê Lata Mangeshkar jiyana xwe ji dest da
Lata Mangeshkar a 73 salan li Hindistanê xebata hunerî kiriye û weke Bilbila Hindistanê tê zanîn ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da.

Lata Mangeshkar a 73 salan li Hindistanê xebata hunerî kiriye û weke Bilbila Hindistanê tê zanîn ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da.
Navenda Nûçeyan - Stêrka şanogerî û stranbêjiyan Hindistanê ku weke Bilbila Hindistanê tê zanîn Hema Hardikar bi navê hunerî Lata Mangeshkar îlona 1929’an çavên xwe li jiyanê vekiriye. Di 73 salên hunerê de tayîbetî di lîstikvanî û stranbêjiyê de derketiye pêş, ji hezaran zêdetir filîm de lîstiye û ji 15 hezaran zêdetir stran gotiye. Di salên dirêj ên mijulbûna hunerê de gelek xelatên serkeftinê jî girtiye, ji wana sala 2001’an de xelata rometê ya Hindistanê û sala 2009’an jî xelata rometê ya Fransa ya herî bilind Legion of Honor girtiye.
Lata Mangeshkar 11’ê Çile ji ber nexweşiya koronayê 6’ê sibatê li nexweşxaneyek a Bombayê jiyana xwe ji dest da.