Bîlançoya karesata lehiyê ya Pakîsktanê her ku diçe girantir dibe

Bîlançoya karesata lehiyê ya li Pakîstanê her ku diçe girantir dibe. Hat ragihandin ku heya niha nêzî hezar û 400 kesan ji ber lêhiyê jiyana xwe jidest dane, bi milyonan kes ji lêhiyê bandor bûne.

Navenda Nûçeyan- Ji ber guherîna avhewayê û karesatên xwezayî roj bi roj hêjmara kesên ku jiyana xwe ji dest didin zêde dibe. Hêjmara qûrbaniyên lêhiya Pakistanê ji hezar û 400 kesan bûriye, ji ber baran barîna zêde li beşek yê parêzgeha Sindî ya Başûrê Pakistanê ziyanek zêde gihaye malên welatiyan.

Rêveberê avhewayê ragihand ku pêşbîni dikin ku di saetên pêş de baranek zêde wê li gelek bajar û bajarokan bi bare. Li Sindê 638 kesan jiyana xwe ji dest dane ku 274 ji wan zarok in.

Desthilatdar dibêjin ew cihê kehrebêyê li bajarokê Dadw ya Sinde ku kehrebeyê ji bi milyonan kesan dabîn dikin rastî metirsiya lêhiyê ye.

Nêzî ji sêyan yek welatê Pakistanê ji ber barîna zêde û lêhiya di meha Hezîranê de destpêkirî û zêdeyî 33 milyon jê bandor bûne, hikumet diyarkiriye ku ji bo ziyanên lêhiyê  10 milyar dolar heta 30 milyar dolar xerc kirine û her wiha nêzî milyonek kes bê mal û hal mane û piraniya wan bi aşkira li ser rêyên serek di razin.