Bîlançoya erdhejê giran dibe: 6 hezar û 234 kesan jiyana xwe ji dest dan

AFAD'ê di daxuyaniya xwe ya herî dawî de ragihand ku di erdhejên ku 6'ê Sibatê hatin jiyîn de 6 hezar û 234 kesan jiyana xwe ji dest dane û 37 hezar û 11 kes jî birîndar bûne.

Navenda Nûçeyan – Li navçeya Bazarcix a Mereşê bi pileya 7,7 û li navçeya Elbistanê jî bi pileya 7,6 du erdhejên cuda pêkhatin. Li Dîlokê jî bi pileyên 6.4 û 6.5 erdhej çêbûn. Erdhejên li pey pêkhatin, li Mereş, Amed, Edene, Osmaniye, Dîlok, Riha, Semsûr, Meletî û Hatayê bû sedama hilweşandinên mezin.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Awarte (AFAD) daneyên dawî nû kir û ragihand ku heta niha herî kêm 6 hezar û 234 kesan jiyana xwe ji dest dane û 37 hezar û 11 kes jî birîndar bûne.