Bi xebatên xwe hewl dide zehmetiyên koçberiyê kêm bike
Azza Bin Fetih Allah bi ‘Maestro Azza' di nava Erebên li Ewropayê dijîn tê nasîn. Bi riya stran, seansên psîkoterapî ji bo jinan, hewl dide zextên koçberiyê û pirsgirêkên malbatî jinên Ereb li Ewropayê siviktir bike.

EFRAH ŞEWQÎ
Parîs – Salona jinan a bi navê "Azza" bi fikrek hêsan dest pê kir, bi pêş ket ji bo ku tiştên folklorî û xizmetên xêzkirina henayê pêşkêş bike. Her wiha xwarinên rojhilatî û şîrînahiyên kevneşopî pêşkêş dike û semînerên ji bo başkirina derûniya jinan dide.
Azza Bin Fetih Allah ku bi navê “Maestro Azza” tê nasîn tu carî bawer nekir ku serkeftinên mezin piştî tecrubeya xwe ya yekem a terepiya muzîkê, bi dest bixe. Piştî ku ev tecrube bi ser ket û berfirehtir bû, Azza dest bi seansên psîkoterapî û pêşketina mirovî ji bo jinan kir. Ev tecrubeya Ezza ya yekem li Fransayê ye. Ew li amûra muzîkê ya orgê dide û stranan dibêje. Azza Bin Fetih Allah xwest bi riya kombûnên ku organîze dike kêşe û zehmetiyên jinên Ereb li dewletên Ewropa siviktir bike. Organîzekirina şevên rengîn ji bo jinan dibe handanek ji bo pêşketina têkiliyên jinan. Guhdarîkirina muzîka rojhilatî û stranbêjiyê di atmosferek guncav de, dibe alîkar ku zextên li ser jinan kêmtir bike.
'Şevbêrkên min jinan li hev kom dikin'
Der barê tecrubeya xwe ya serkeftinê de Azza Bin Fetih Allah dibêje ku daxwazên jinan ji bo lidarxistina kombûnê bi vê rengî zêdetir dibin û "Şanoya Wê" jî di nava civakê de deng vedaye. Azza dibêje: “Ez gelek kêfxweş im ji ber ku di vê kombûnê de jinên ji hemû pêkhate, mezheb û temenê cuda amade dibin û guhdarî stran û saza min dikin. Di vê kombûnê de min hemû jinên Ereb ên koçî dewletên Ewropayê bûne careke din li hev kom kirin. Her wiha jin têkiliyên xwe yên civakî berfirehtir dikin û bi danûstandinê zextên koçberiyê hinek li ser wan kêmtir dibe."
Balyozê enerjiya pozîtîv û wezîrê bextewariyê
Maestro Azza bi navê 'balyozê enerjiya pozîtîv û wezîrê bexteweriyê' tê nasîn. Ew bi wî navê gelek şad û serbilind dibe. Azza girêdayî tecrubeya xwe ya yekem li Fransayê ev tişt bi lêv kir: "Ez ji aliyê dewletên Ewropayê ve gelek caran têm vexwendin ku van kombûnên hunerî li dar bixim. Sedema serkeftina min jî ew e ku hemû hûrgiliyên şahiyan bi xwe dipejirînim. Ez stranan li gorî daxwazên jinan û yên ku hez dikin guhdarî bikin hildibjêrim. Ev yek jî dihêle derûniya wan baştir bibe. Jin dixwazin her dem guhdarî stranên kevnar bikin weke stranên Um Kalthum, Ebid El-Helîm Hafêz û Werdê El-Cezaîriyê. Bi van stranan jin bîranînên xwe yên berê tînin bîra xwe. Carna jinên Fransî jî tên di pêşbirkan de amade dibin û guhdarî amûrên Erebî dikin. Di 15'ê Adarê de li Parîsê wê şahiyeke hunerî bê lidarxistin, piştre li Îtalyayê, Broksêl û gelek dewletên din ên Ewropayayê jî dê bên lidarxistin."
'Bi riya semîner û nîqaşan pirsgirêkan çareser dikim'
Der barê dayîna semînerên ji bo başkirina derûniya jinan û zanekirina wan di aliyê civakî de rahêner Yusra Murşêdî ya ji Tûnisê got ku wê semînerk der barê hezkirina cewhera xwe û bandora wê ya li ser têkliyên mirovan da daye û got: “Di heman demê de min xwest di kesayeta jinan de baweriyê çêbikim. Gelek jin nêrînên wan di malbatê de nîn e, ev yek jî kesayeta wan lawaz dike. Bi riya nîqaşan hewl didim bi her jinê re têkliyan ava bikim û pirsgirêkên wê yên hundirîn fam bikim, da ku bikaribim riya çareseriyê ji wan re bibînim. Jin bi baldarî guhdarî semîneran dikin, ev yek jî min gelek şad dike."