Bi vekirina dibistanên dayikê jin hîn zêdetir di jiyana kar de xuya bûn

Bi dibistanên dayikê ên di bin berpirsiyartiya Meclîsa Jin de li Kantona Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin vekirin re, armanc ew e ku jin beşdarî jiyana kar bibin û zarok di nav jîngeheke tendurist de mezin bibin.

NORŞAN ABDÎ

Kobanê- Li kantona Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jin bi vekirina kreş û dibistanên dayikê di jiyana kar de hîn zêdetir xuya dibin.

Meclisa Jinan a Kantona Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an û vir ve gelek kreş û dibistanê dayikê li herêmê vekirine, da ku piştgiriya jinên kedkar bike û aramiya derûnî û civakî ya malbatan misoger bike û teşwîq bike.

Berdevka Buroya Parastina Zarokan a Meclisa Jinan a Herêma Firatê Rojîn Hesen, têkildarî girîngiya karê dibistana dayikê û rola wan di perwerdeyê de wiha got: “Di warê perwerdehî û psîkolojiyê de bi mamoste û malbatên zarokan re civînên demkî tê idarxistin û her meh rewşa kreş û zarokan tê nirxandin. Armanca dibistanên dayikê ev e ku alîkarî bidin jinan û wan teşwîqî jiyana kar bikin. Ji ber vê jî Rêveberiya Xweser jî ji bo hemû pêdîviyên dayikan bi cîh bîne û ji bo ku hejmara dibistanên dayikê zêde bike pir xebat dide meşandin.”

‘Zarok li gorî temenê xwe tê cudakirin’

Rojîn Hesen, di berdewamiya axaftina xwe de da diyarkirin ku ew ji bo zarokan amadekariyên taybet dikin û wiha berdevam kir: “Li kantona Firatê hejmara kreşên zarokan giha 11 zarokan, di nav wan de dibistana dayikê Hifi ku zarokên di navbera 6-15 salî de qebûl dike û xizmetên tedawiya fizîkî û pêdiviyên taybet pêşkêş dike heye. Di beşên dibistanê mayî jî  zarokên 6 meh heta 3 salî li gorî temenê xwe li odeyan têne dabeşkirin. Her sal amadekarî tên kirin ku zarokên di dibistana zarokan bişînin dibistana seretayî. Par sala borî 109 zarok hatin şandin.”

‘Em armanc dikin ku hîn zêdetir krêş û dibistanên dayikê vekin’

Rojîn Hesen da zanîn ku zarokên ku ji kreş derbasî dibistanê dibin, du salan perwerdeya destpêkê li ser mufredata dibistanê dibînin û diyar kir ku zarok di qonaxên destpêkê yên dibistanê de asteke baş distînin û wiha got: “Pêwîstî bi vekirina zêdetir kreş û dibistanên dayikê heye. Armanca vekirina dibistanên dayikê ne tenê ji bo dayikên bi zarok ên ku kar dikin. Em hewil didin hemû zarok werin. Beriya vekirina kreş û dibistanê dayikê  li Herêma Firatê, jin ji bo zarokên xwe cihekî ewle nedidîtin, dema diçûn ser kar rastî gelek astengî û zehmetiyan dihatin. Armanca me ew e ku di demek nêzîk de bêtir kreş û dibistanê zarokan vekin da ku jin karibin xwe li ser lingan bigrin û serxwebûna aboriya xwe zêde bikin.

‘Zimanê Kurdî fêr dikin’

Mamosteya beşa Rehabîlîtasyonê Abeer Muhammad jî wiha got: “Em di vê beşê de zarokên temenê wan 3-4 digrin û piştî ku em tîpan fêr wan dikin em perwerde didin wan û zimanê Kurdî fêr dikin. Ji bo ku kêrhatiyên xwe pêş bixin mûzîk, wêne lîstok û hinek tiştên din fêr dikin. Her wiha em pirtûk jî dixwînin. “Abeer Muhammad, di berdevamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ji bo perwerdeyê çîrokên ku ji bo zarokan bi sûde amade dikin û wiha got: “Ji ber vê yekê, em dibin sedem ku perwerdeya rast bibînin. Wekî din mijûlbûna bi zarokan re gelek zehmetiyan derdixe pêşiya me ji ber ku li gorî kesayet û rewşên wan em bi her zarokek cûda re mijûl dibin. Girîng e ku zarok bi mamoste û zarokên din re peywendiyek rast ava bike.”   

'Ez dibînim ku zarok pêşve diçin'

Nahîda Hamo, anî ziman ku ew ji baldariya ku kreş û dibistanê dayikê nîşanî zarokan dikin kêfxweş e û wiha got: “Min 2 sal berê li saziyek dest bi kar kir. Dibistanên dayikê ên girêdayî saziya ku ez lê dixebitim bi giştî di rewşek baş de ne û ji bo me wekî dayikên karker pir girîng e ku zarokên me di destên ewle de bin. Ez dibînim ku zarokê min piştî ku diçe dibistana dayikê gelek pêş ketiye. Dikare binivîse û ev yek min pir kêfxweş dike.”