Bi ‘Tîfaqa Israrê ya Ji Bo Bihêzkirin û Wekheviyê’ têkoşîna hevpar mezin dibe

Tîfaqa Israrê ya Ji Bo Bihêzkirin û Wekheviyê li Mexrîb, welatên herêmê û li erdnîgariyên cuda ji bo hevparkirina têkoşîna jinan, peydakirina çareseriyên mayînde û pirsgirêkên hevpar ên wekî tundî û cudakariyê dixebite.

HANAN HARET

Mexrîb – Tîfaqa Israrê ya Ji Bo Bihêzkirin û Wekheviyê ku li Mexrîbê ji aliyê zêdetirî 30 rêxistinên jinan ji bo bidestxistina mafên jinan, parastina destkeftiyên wan û misogerkirina wekheviya zayendî hatiye avakirin, armanc dike ku bi hev re têkoşîna jinan li welat mezin bike.

Hevbendî bi pêşxistina bernameyên demdirêj, ji bo çareserkirina sedemên bingehîn ên cudakariya li dijî jinan û pêşkeftina domdar ji jinan re misoger dike. Ji bo xebatên berfireh rêziknameyên qanûnî û van rêziknameyan ji bo garantîkirina mafên jinan pêk bîne çêdike. Ji pêkhateya tîfaqê û çalakvana mafên mirovan Meryem El-Zemûrî pirsgirêkên jinan û xebatên wan nirxand.

‘Ev 20 salê dawî paşketinek cidî heye’

Maryam Al-Zammouri di destpêka axxaftina xwe de diyar kir ku tifaq ji bo tekoşîna jinên heremê girîng e û wiha got: “Tifaqa femînîst pêdiviyeke lezgîn e, tevî cudahiyên erdnîgarî û taybetmendiyên taybet ên her welatekî şert û mercên jinan li herêmê dişibin hev. Tîfaq di asta herêmî de bi riya komek bername û forûmên ku bi komeleyên li Tûnis, Lîbya, Cezayîr û Morîtanya re têne organîzekirin, dixebite. Em tiştên ku jinên Mexrîbê dijîn dikin rapor. Em cîhekarî,binpêkirina mafan dixin bin qeydê de. Ev 20 salê dawî di gelek mijaran de paşketinek cidî heye.”

 'Ji bo hikûmetê şerm e ku zarokên me yên keç îro li malê ne'

Maryam Al-Zammouri da zanîn ku li Mexrîbê rêjeya tundiya li ser jinan zêde bûye û got ku kêmasiyên cidî di mekanîzmayên dadwerî û parastinê de hene. Maryam Al-Zammouri axaftina xwe wiha domand:

"Em bang li hikumeta Mexrîbê dikin ku zagon û zagonên ku bi peymanên navneteweyî re hevaheng in, derxîne, wekî ku di pêşgotina destûra bingehîn a welêt de hatî destnîşan kirin. Cihê zarokên keç cîhê perwerde û dibistan in. Ji bo hikûmetê şerm e ku zarokên  me ên keç îro li malê ne. Zagonên heyî ne layiqê civaka Mexrîbê ye. Divê dest ji zewaca zarokan û pirzewacî berdin. Zagonên ku li gorî rûmeta jin û mirovan hewce ne. Divê zagonên malbatê bê pêşxistin. Em li bendê ne ku wê bi formûlasyonek zagonî ya saxlem bi dawî bibe. Ev ji bo misogerkirina edalet û wekheviyê ji bo hemî endamên malbatê hewce ye."

'Tifaq ji bo rêzgirtina mafên mirovan û misogerkirina wekheviyê dixebite'

Maryam Al-Zammouri da zanîn ku ew di heman demê de li ser serpereştiya qanûnî ya zarokan ku yek ji pirsgirêkên sereke yên jinan e jî dixebitin û got, “Hevpeymaniya me ji bo pêkanîna mafên mirovan ên gerdûnî û misogerkirina wekheviyê dixebite. Piştî hevberdanê, vesayeta zarokan bi tevahî ji destê jinê tê girtin, an jî hemû mesref û berpirsiyarî ji jinê re tê hiştin. Ev di her du rewşan de jî pir ne mentiqî ye. Pêwîste ev mijar jî bi zagonê were sererastkirin.”