“Bi teqînê berxwedana koçberan hedef hat girtin”
Endama Komîteya Koçberên Serêkaniyê Nûra Nedîr da zanîn ku teqîna li kampa Waşokanî pêk hat berxwedan û ewlehiya koçberan hedef digre û got: “Dijmin ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe sivîlan dike hedef.”
RONÎDA HACÎ
Hesekê - Dewleta tirk a dagirker bi çekên giran û qedexekirî êrîşî bajarê serêkaniyê kir. Li gorî rapora Buroya Karûbarên Rêxistinên Mirovî, di êrîşan de 478 sivîl şehîd bûn û hezar û 70 jî birîndar bûn. Xelkên Serêkaniyê ji bo ku xwe ji hovîtiya dewleta tirk biparêzin neçarî koçberiyê bûn. Rêveberiya xweser ji bo bicihkirina Koçberan Kampa Waşokan da avakirin. Di kampê de 16 hezar û 306 kes dijîn. Koçber di bin şert û mercên herî zehmet û bi paşguhkirina rêxistinên mirovî ji alîkariya ji bo wan de dijîn û li ber xwe didin. Di heman demê de duh li kampa Waşokanî motorsiklêtek xwe di nava kampê de teqand di encamê de 4 kes birîndar bûn jê 2 jin û yek zarok e.
Têkildarî vê mijarê Endama Komîteya Koçberên Serêkaniyê Nûra Nedîr, Endama Rêveberiya Heyva Sor a Kurd a kampa Waşokanî Cîhan Amir û niştecihek ji kampa Waşukanî Emîna Elî Kinêhir nêrîn û bertekên xwe anîn ziman.
“Dixwazin rê li ber berxwedaniya koçberan bigrin”
Nûra Nedîr teqez kir ku koçber ji bo vegera mala xwe di bin şert û mercên herî zehmet de jiyana xwe berdewam dikin û wiha anî ziman: “Koçberên Kampa Waşokanî ji ber tang, top û balafirên dewleta tirk a dagirker neçarî koçberiyê bûn. Rêxistinên mirovî koçberan paşguh kirine. Îro jî di bin şert û mercên zehmet ên jiyanê, di hundirê kampê de li ber xwe didin. Bi berxwedaniya xwe israra vegera ser erdê dapîr û bapîrên xwe dikin. Ji bo wê jî her koçberek bi rehetî ji kampê derdikeve û karê xwe dike, piştre vedigere bin konê xwe. Lê duh teqînek rûda, di encam de 4 kes birîndar bûn 2 jin yek zarok. Yê ku ev teqîn pêk anî mirovekî terorist e. Her kes baş dizane yê ku destek dide terorê dewleta tirk e lewma em dixwazin rê li ber terorê were grtin ji ber ku kampa me kampek hemû jî sivîl in, tu leşker tê de tune ne. Em dixwazin rêxistinên mirovî bi erkên xwe rabin û xwedî li koçberan derkevin, rê li ber dagirkeriyê were girtin û her kes vegera mala xwe.”
“Pêwîst e rêxistinên mirovî koçberan paşguh nekin”
Endama Rêveberiya Heyva Sor a Kurd a kampa Waşokanî Cîhan Amir bal kişand ser rewşa birîndaran û got: “Di dema bûyerê de em li navenda xwe bûn, dengê teqînê hat em derketin û bi erkê xwe yê mirovî rabûn. Me birînên wan taqîm kir û bi karê xwe yê tenduristî rabûn û wan rakir nexweşxaneya hukmê ya bajarê Hesekê. Bi rastî rewşa wan baş bû lê ya zarok di xeteriyê de bû. Em bang li rêxistinên mirovî dikin ku bi erk û wijdanê xwe rabin û rê li ber dagirkerî û terorê bigrin û koçberan paşguh nekin. Ji ber ku yên bi bandor dibin û êşê dikşînin sivîl in. Em şîfaya lezgîn ji birîndaran re dixwazin.”
“Dixwazin me qir bikin”
Emîna Elî Kinêhir (25) yek ji jinên birîndar ên di teqînê de bû wiha anî ziman: “Ez diçûm gel dayika xwe li kampê 4 zarokên min bi min re bûn. Dema ez gihîştim ber konê dayika xwe motorek xwe teqand. Êdî min nema xwe dît. Ez spasiya heyva Sor dikim ji ber ku min rakirin nexweşxanEYê û derman kirin. Em koçber in mirovên sivîl in gelo çi ji me dixwazin. Ne bes e mal, tax û bajarê me dagir kirin. Dixwazin zarokên me ruxmî êşa koçberiyê û zehmetiyên wê, qir bikin. Birîna min di lingê min de ye, rewşa min baş e, lê ew zarok rewşa wî di xeteriyê de ye."