Bi sedan kes li Suweydayê daxwaza azadiyê kirin

Bi sedan kesên li bajarê Sûwedaya Sûriyeyê bi rakirina çiqê zeytûnan li qada Kerema kombûn û daxwaza xwe ya Sûriyeyek azad û demokratîk dûbare kirin.

ROCHELLE JUNİOR

Suweyda- Xwepêşandanên gel li bajarê Suweyda ya Sûriyeyê  berdewam dike. Jinên Suweydayê di destê wan de çiqê zeytûnan ku beşdarî xwepêşandanan bûne di daxwazên xwe yên jiyanek azad û demokratîk de bi îsrarin û diyarkirin ku wê tevî hemû astengiyan heta daxwazên wan ê jiyanek demokratîk û azad pêkneyê wê beşdarî xwepêşandanan bibin.

Duh bi sedan kesan li bajarê Suweydayê bi hemahengiya çalakvanên Şehba û gundan bi însyatîfa Azadî re kom bûn. Bi panqartên ku daxwaza azadiyê dikin xwepêşandan hate li darxistin. Yek ji çalakvanan Necîbe Hatûn wiha got: “Me vê înê bi belavkirina belavokên li ser Azadî nîvisiye çalakiya xwe li darxist û em li vêderê daxwaza bicihkirina zagona 2254 dikin. Me sindoqek ya hilbaijrtinê li ber qadê daniye û me peyva azadî li ser kaxezan nivîsandiye ji bo hilbijartina dadperwerdî. Ev peyamek ji bo hilbijartina ne û em hilbijartinek ku nûnertiya demokrasiyê nake naxwazin.”

‘Nexweşiya min ji bo beşdariya xwepêşandanan nabe asteng’

Mecîde Zeûnî wiha got: “Nexweşiya min ji bo beşdariya xwepêşandanan ez bejdarî xwepêşandanan nabe asteng. Gelê welatê min bi armanca daxwaza mafên xwe hatine qadê. Armanca wan ewe ku ev rejîme biroxe, vê rejîmê dahata jiyana me ji me girtiye, divê daxwazên me were pêkanîn û Sûriyeyek yekgirtî ava bibe. Em ji astegiyên li ser riyan natirsin, divê mêr jî di şoreşê de cih bigrin û wê demê dê daxwazên me were pêkanîn.”

‘Yan mirin yan serkeftin’

Semîhe Muaz da zanîn ku di daxwazên xwe yên azadiyê de bi israrin û wiha got: “Yan mirin yan serkeftin. Ji ber em daxwaza Sûriyeyek yekgirtî dikin. Em daxwaza hilbijartinek dadperwer dikin. Ev hilbijartin nûnertiya me nake û em jî ev saleke ji bo azadî û demokrasiyê di nava xwepêşandanan dene.”

Çalakvana bi navê Hend Kuş jî ji gundê Merdake beşdarî  xwepêşandanê  bûye û bang li hemû gel kir ku neçin hilbijartinan ku nûnertiya xelkê nake û wiha got: “Êdî rejîm nûnertiya me nake. Ji ber azadiya gel binpê kiriye, her wiha jinan rih daye vê şoreşê û herî zêde aştî mafê jinê ye.”