Bi sed hezaran kes li dijî komploya navnetewî daketin qadan

Bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan a 9’ê Cotmeha 1998’an dema Rêber Ocalan ji Sûriyê derket, şêniyên Hesekê, Mexmûr, Qamişlo, Kobanê û Şehbayê daketin qadan.

Navenda Nûçeyan – Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan piştî ku di 9`ê Cotmeha 1998`an de ji Sûriyeyê derket û berê xwe da Moskovê, dest pê kir û di 15`ê Sibata 1999`an de jî li paytexta Kenyayê dîl hate girtin. Ji dema ku radestî desthilatdariya Tirk hatiye kirin ve, tecrîdeke giran li ser hatiye ferzkirin. Serlêdanên hevdîtinê yên parêzer û malbatan jî tên redkirin. Li Hesekê, Mexmûr, Qamişlo, Kobanê û Şehbayê, gel bi pêşengiya jinan li dijî komploya navneteweyî daket qadan.

Hesekê

Îro bi armanca şermezarkirina komploya 1998’an şêniyên Kantona Hesekê Til Temir, Dirbêsiyê, Hesekê, Şedadê, kampa Waşokanî, kampa Serêkaniyê û Erîşa daketin qadan. Meş li ber çarxereya Kevokê ya taxa Miftî ya bajarê Hesekê dest pê kir, meşvan wêneyên rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û pankartên bi nivîsa “Bimre îxanet, li dijî ixanetê em ê asta têkoşînê bikind bikin, hedefgirtina jinan berdewama komploya 1998’an e” hilgirtin. Meş li ber Navenda Çand û Hunera taxa Miftî veguherî mitîngê.

 “Komploya 1998 ‘an bi hedefgirtina jinan berdewam dike”

Hevseroka Meclisa Kantona Hesekê Semer Ebdulah da zanîn ku hedefgirtina pêşengên şoreşê berdewama komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wiha got: “Ev komplo di kesayeta Abdullah Ocalan de li dijî civak û neteweya Kurd hatiye pêşxistin. Hêzên komploger bi vê komployê hewl dan îradeya gelê Kurd y bi peymanên navneteweyî hatiye înkarkirin, berdewam bikin. Lewma ev komploya dîrokî li dijî neteweyekê hatiye plankirin û pêşxistin û îro bi hedefgirtina pêşengên şoreşê û tevahî jinên cîhanê yên ku banga azadiyê dikin ev komplo berdewam dike.”

“Hêzên komploger felsefeya Rêbertî xeter dibînin”

Sebah reşîd komploya li dijî Rêber Ocalan şermezar kir û wiha axaftina xwe domand: “Hêzên desthilatdar belavbûna felsefeya Rêber Ocalan xetere li ser berjewendiyên xwe dibînin lewma bi hemû cureyan dikin hedef. Lê ew nizanin ku êdî ji destê wan derketiye felsefeya rêbertî li tevahî cîhanê belav bûye.”

Meş bi dirûşma “Bijî Rêber Apo, Na ji komplogeran re, bimre îxanet” bi dawî bû.

Mexmûr

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê jî şeniyên wargehê ji 7 salî heta 70 salî Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi meşeke girseyî şermezar kirin. Di meşê de pankartên bi nivîsa “Bi Têkoşîna Bazên Zagrosan Em ê Pergala Îmraliyê parçe bikin, Rêber Apo bi fizîkî azad bikin”, “Bi ruhê Sara û Rûkenan Em ê Komploya Navdewletî hilweşînin, bi Rêber Apo re azad bijîn” û “Bi felsefeya Jin Jiyan Azadî Komployê hilweşîne Modernîteya Demokratîk ava bike” hatin rakirin. Her wiha dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Kes Nikare Roja Me Tarî bike” û “Bijî Berxwedana Îmralî” hatin berzkirin.

Meşa girseyî ya şênî û xwendekarên Mexmûrê li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan dest pê kir û heta ber ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) berdewam kir û li wê derê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn.

“Mifteya çareseriyê Serokatiya me ye”

Hacer Tok a ku beşdarî meşê bû komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha got: “Em şehîdên xwe yên meha Cotmehê bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin. Em komploya li dijî Serokatiya xwe û êrîşa li Silêmaniyê ya li dijî hevala me Nagîhan Akarsel şermezar dikin. Ew 24 sal in Rêbertiya me di girtîgeha Îmraliyê de dîl girtine. Em hemû dewletên ku destê wan di nava komploya 9’ê Cotmehê de heye şermezar dikin. Pêwîst e êdî bi Serokatiya me re hevdîtin were pêkanîn. Divê CPT encama rapora xwe ya sêrledanê ji raya giştî re eşkere bike. Serokatî ne tenê Serokê Kurdan e yê tevahî mirovahiyê ye. Dem dema serkeftinê ye. Mifteya çareseriyê Serokatiya me ye.”

“Em ê serokatiya xwe bi fizîkî azad bikin”

Gulê Çelê ya ku beşdarî meşê bû diyar kir ku ew ê bi berxwedaniya xwe rêberê xwe azad bikin û wiha got: “Serokatiya me ne serokatiyek ji rêzê ye, ji bo gelê bindest xwe feda kiriye. Bila hemû dayik, xwişk û bira û hemû Kurdên ku dibêjin em xwedî wijdan in û mafên mirovan diparêzin, destê xwe bidin hev û rabin ser xwe û em ê serokatiya xwe bi awayek fizîkî azad bikin, em wan dewletên komploger jî şermezar dikin, ew Kurdên ku dibêjin em welatparêz in û raya Kurdîtiyê bi me re heye bila destê xw ebidin hev û ev zilm û zora li ser me Kurdan heye rabe. Em azadiya serokatiya xwe dixwazin û heta dawiyê piştgiriya zarokên xwe dikin, zarokên me niha li çiyayên Kurdistanê di bin kîmyabarana dewleta Tirk de li ber xwe didin, em hemû dewletên komploger ên ku çekên kîmyewî didin dewleta Tirk şermezar dikin. Divê CPT rapora xwe ya der barê serdana Îmraliyê de eşkere bike. Heta ku em serokatiya xwe bi awayek fizîkî di nava xwe de nebînin em dest ji çalakiyên xwe bernadin.” 

Qamişlo

Bi hezaran şêniyên bajarê Qamişlo li dijî komploya 9’ê Cotmehê ya ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat pêkanîn, di bin dirûşma “Hemû rengên îxanet û komploya têk bibin, Rêber Apo fizîkî azad bikin” meşeke girseyî li dar xistin. Meş ji Çarxerêya Sonî dest pê kir û li pêşiya Çarexerêya Şehîd Rûbar rawestiya. Şênîyên bajêr bi tevahî pêkhate tevî hemû sazî û dezgehên girêdayî Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, saziyên malbatên şehîdan û rêxistinên jin beşdarî vê çalakiyê bûn û bi tundî ev komplo şermezar kirin.

“Bi felsefeya xwe ya “Jin jiyan azadî” gelên bindest ji xewa giran şiyar kir”

Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê, li ser navê Însiyatîfa Gel Perwîn Yûsiv axivî û got: “Berxwedaniya ku dikeve sala xwe ya 24’an cihê pîrozkirin û hurmetdayînê ye. Rûreşiya cîhanê ya ku xwest vîn û îradeya gelan tune bike, pûç û vala derket.”

Perwîn Yûsiv destnîşan kir ku tu carî fikra azad nayê dîlgirtin û wiha bi dawî kir: “Bi hezaran mirov ji tevahî cîhanê ji felsefeya serok apo nimûne dibin bi taybetÎ li her çar hêlên Kurdistanê, bi dirûşm û felsefeya xwe ya “Jin jiyan azadî” tevahî gelên bindest ji xewa giran şiyar kir. Bêguman fikra azad tu carî di nav çar dîwaran de dîl nayê girtin, bi hezaran mirov bi saya vê fikrê azad bûne. Em vê bi teqezî dibêjin ku hemû plan, komplo û siyasetên we vala hatine derxistin.”

Di çarçoveya meşê de Emel Şemdîn ji ajansa me re axivî, komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bêdengiya navneteweyî ya li hemberî binpêkirinên dewleta Tirk a li ser gelê herêmê şermezar kir û got: “Hemû welat ji bo ku Rêbertî ji ber fikr û felsefeya wî ya azad girtine, her çendî girtî be jî dikaribû fikra xwe li tevahî dinyayê belav bike. Dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê ji dagirkeriya Tirk re peyamek bû ku em ê nikaribin bi ser bikevin lê bi fikir û felsefeya Rêbertî û bi vîna xwe û bi saya şehîdên xwe, em dikarin li pêşberî hemû pêkanînên dagirkeriya Tirk ên ku dixwazin vîna me ya azad bişkînin û projeya me ji holê rakin, bisekinin.”

Meş bi dirûşma “Bê serok jiyan nabe” bi dawî bû.

Şehba

Bi dirûşma "Em plangeriya 9'ê Cotmehê ya navneteweyî li ser Rêberê Apo şermezar dikin" Rêveberiya Xweser a herêma Efrîn Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşek girseyî li dijî salvegera komploya navnetewî li dar xist. Meşê li navçeya Ehdasa Şehbayê heya qada gundê Maratê yê girêdayî navçeyê bi beşdarbûna hezaran ji welatiyên Efrîn û Şehbayê domiya. Di meşê de welatiyan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocakan û pankartên bi nivîsên "Bi berxwedaniya gelê Efrîn û Şehbayê em ê dîwarên Îmraliyê parçe bikin û bi Rêber Apo re azad bijîn","Bi hevgirtina hemû pêkhateyan em ê komploya 9'ê Cotmehê têk bibin" hildan û dirûşmên berxwedana Îmraliyê û şermezarkirina komployê avêtin.

Meş li qadê veguherî mîtîngê. Hevseroka Meclisa Rêveber a herêma Efrînê Şîrza Hemo axivî û wiha got: "9'ê Cotemehê salvegera komploya li ser gelê Kurd û xeta demokrasiya Rojhilata Navîn e. Hêzên komploger ji bo ku karibin civakê ji fikir û felsefeya Rêber Apo qut bikin Rêber Apo dîl girtin. Ji ber ku dizanin felsefeya Rber Apo wê di Rojhilata Navîn de bibe bersiva siyasetên wan, di heman demê de ev fikir civakan li ser riya rast û azadiyê perwerde dike û sîstemên mêr-dewlet di nav xwe de nahewîne. Rêber Apo gel ji xewa bindestiyê hişyar kir. Aloziya ku niha li Sûriyeyê heye û rewşa koçberî û dagirkeriyê ku rû daye li ser xaka Sûriyeyê rewşa Rojhilata Navîn tevahî ye. Rêber Apo di fikrên xwe de van pirsgirêkan tevahî dinirxîne û li hemberî wê çarseriyê jî dibîne lê ev kilîta vê çareseriyê li dijî zîhniyetên desthilatdaran e. Lewre pergala tecrîdê li Îmraliyê girantir dikin."

Meş bi dirûşma "Bijî berxwedana Îmraliyê" bi dawî bû. 

Kobanê

Di salvegera 24`emîn salvegera komploya navdewletî ya li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, her wiha 3`emîn salvegera dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê bi sedan ji şêniyên herêma Firatê ji pêkhateya Kurd û Ereb, Rêveberiya Xweser, Kongreya Star, saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî, xwendekar û şagirt di bin diruşmeya "Sala 24’an wê bibe sala têkbirina teqez ya komployê û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo" meşeke gireseyî birêxistin bikin.

Gel bi hilgiritina posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan, pankratên bi nivîsa "Dem dema azadiya Rêber Apo ye" û "Jin, jiyan, azadî" û berzkirina siloganên "Bê serok jiyan nabe" ji qada Jina Azad dest bi meşê kirin, ber bi qada şehîd Egîd ve çûn û rawestiyan.

Pişt re hevserokê Encûmena Cîbicîkar yê herêma Firatê Mihemed Şahîn axivî.

Jinên ku beşdarî meşê bibûn hêrs û bertekên xwe yên li dijî komployê ji me re anîn ziman.

"Me perwerdeya xwe ji Rêber Apo bir"

Xedîce Mihemed behsa derbasbûna  Kobanê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya di 2`ê Tîrmeha 1979`an de kir û wiha got: "Me weke jin û gelê Kobanê Rêber Apo li bajarê xwe pêşwazî kir. Ji ber vê me raste, rast perwerdeya bîrdozî ya Rêber Apo dîtiye. Girêdana me ya bîrdoziya azadiyê re ji wê demê destpê kir û heta niha dewam dike. Komplo û girtina Rêber Apo jî em ji vê bîrdoziyê qûtnekir, berovajî girêdana me xûrtir bû û îsrara me ya azadiyê jî bihêztir bû."

"Rêber Apo û Kurdistan ne bê xwedî ne"

Her wiha Eyşe Şêx ku hevjînê wê di şerê li dijî DAIŞ`ê de jiyana xwe ji dest daye helwesta xwe wiha bilêv kir: "Birdoziya Rêber Apo xizmeta hemû netewên cîhanê dike. Ji ber ku felsefeya wî demokrasî, azadî û wekheviyê bingeh digre. Hêzên serdest ji piroje û bîrdoziya Rêber Apo tirsiyan, ji ber vê komployeke navdewletî pêk anîn û ev 23 salin Rêber Apo li gireva Îmraliyê girtin e. Ewqas dewletên cîhanê ku behsa azadî, demokrasî û mafê mirovan dikin, ew bi xwe jî hevkarên vê komployê ne, ji ber vê di dirêjahiya van salan de kes ji van hêzên desthilatdar behsa azadiya Rêber Apo nekir. Ji xwe îroj di heman demê de salvgera dagirkirina bajarên me Serêkanî û Girêspî ye, ev êrîş bi xwe ji xelekên domandina komployê ne. Lê Kurdistan û Rêber Apo ne bê xwedî ne, ji ber vê emê bê navber têbikoşin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin û herêmên xwe yên dagirkirî rizgar bikin."