Bi sed hezaran kes beşdarî mîtînga Koln ê bûn: Azadiya Rêber Apo azadiya gelan e

Di mîtînga li Kolnê de wiha hat gotin: “Rêber Apo 26 sal in girtî ye. Heta ku gelê Kurd azad bibe û pirsgirêka Kurd çareser nebe wê têkoşîna me bidome. Azadiya Rêber Apo azadiya Rojhilata Navîn û gelên wê ye."

Navenda Nûçeyan – Li bajarê Koln ê Elmanyayê bi sed hezaran kes di çarçoveya kampanyaya “Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk” meşiyan.   

Piştî meşê bi sed hezaran kes vegeriyan Deutzer-Werftê û bi qîrîna dirûşmeyan li benda destpêkirina mîtîngê man. Mîtîng bi deqeyek rêzgirtin û xwendina sirûda Ey Raqîp destpê kir. Piştî rêzgirtinê Hevserokên KCDK-E Zubeyde Zumrut û Engîn Sever û nûnera TJK-E Ayten Kaplan axivîn. 

‘Heta azadiya fîzîkî Rêber Apo pêk were em ê li qadan bin’

Zubeyde Zumrut got:  “Em di vê qadê de bûn yek deng. Me silavên Rêber Apo wergirt, bi hezar car silav ji te re! Bi hezaran silav ji ciwan, jin û berxwedêrên li çiyayan re; bi hezaran silav ji her kesên ku bi dirûşme, helwest û beşdarbûna xwe piştgirî dan vê têkoşînê. Bila cîhan bibîne ku li vir bi hezaran kes bi yek dengî vê peyamê dide hêzên navneteweyî: “Îradeya min li Îmraliyê girtî ye. Heta azadiya wî ya fîzîkî pêk were em ê li qadan bin.”

Em ji vir bang li CPT û Konseya Ewropayê dikin. Guh bidin van qadan. Guh bidin gelê Kurd û Kurdên li Ewropayê çi dibêjin! Ev peyam helwesta gelê Kurd e. Gelê Kurd bi awayekî vekirî wiha dibêje; “Eger çareseriyek çêbibe, ev tenê bi Rêber Apo re pêkan e. Eger Rêbertî nebe çareseriyek ne pêkan e.” Rêber Apo 26 sal in girtî ye. Heta ku Rêber Apo azad bibe û pirsgirêka Kurd çareser bibe wê têkoşîna me dewam bike. Azadiya Rêber Apo azadiya Rojhilata navîn û azadiya gelan e. Bijî Rêber Apo.”

Em li dora Rêber Apo kom bûne û azadiya wî diqîrin’

Engîn Sever jî wiha dest bi axaftina xwe kir:Yên ku 26 sal in di komploya li dijî Rêber Apo de cih digirin, vê qelebalixê dibînin. Em li dora Rêber Apo kom bûne û azadiya wî diqîrin. Hemû rêxistinên me li 4 parçeyên Kurdistanê û em weke KCKD-E’yê li Ewropayê careke din ragihand: Rêber Apo îradeya me ye û me hemûyan bi hev re girê dide. Em di meha Mijdarê de ne, ji bo gelê Kurd meha vejinê ye.”

Em hemû li pişta Rêberê xwe ne’

Ayten Kaplan: “Em îro li vê derê ne û dixwazin bang li dewleta Elman û delwetên Ewropayê bikin; em azadiya Ocalan dixwazin... Ez diwazim vê yekê ji girseyê re bêjim: Em bang li CPT, hêzên navneteweyî yên komploger û hemû welatên Ewropayê dikin: Em hemû li pişta Rêberê xwe ne!

Ev 26 sal e Rêberê me di bin tecrîdeke giran de tê girtin. Rêxistinên Ewropî jî ji vê tecrîda giran berpirsiyar in. Ev 30 sal in Elmanya li ser PKK'ê qedexeyekê disepîne; bi van qedexeyên ku nasname û zimanê me dikin hedef dixwazin zextê li ser gelê Kurd bike. Lê belê gelê daxwaza azadiyê dike û navnîşana çareseriyê rasterast destnîşan dike: Çareserî Abdullah Ocalan e”!