Bi pevçûnan hewl tê dayîn avahiya rengîn ya etnîkî ya Efganistanê bê têk birin
Silsile Nasir got ku tê xwestin avahiya pir reng û pir çandî ya Efganistanê ji hev bê belavkirin û bi gotina “Dayîka min Tacik e û bavê min Peştun e, ger Efganistan dabeş bibe, ez û zarokên xwe dê ji kijan etnikê bin?” bertek nişan da.
BAHARÎN LEHÎB
Efganistan – Efganistan tijî komên etnîkî, ol û baweriyên cihê ye û xwedî dirokek hezar salan e. Welat ji ber cihên xwe yê jeopolîtîk gelek caran rastî êrişan hatiye û gelek caran hatiye dagirkirin.
Her çend divan salên dawî de serjimariyek rast ne hatibe kirin jî nifûsa Efganistanê bi qasî 35,5 milyon tê texminkirin. Tevî ku hejarî û bêkarî belav bûye, welat ji ber çavkaniyên dewlemend ên madenê yek ji welatên herî dewlemend tê hesibandin, lê ji ber zihniyeta dewletparêz ev dewlemendî qet ji bo berjewendiya xelkê nayê bikaranin.
Hemû pêkhate bi hev re jiyana xwe didomînin
Efganistan xwedî avahiyek e ku tê de 12 komên etnîkî dijîn. Li gorî statîstîkên salên borî, etnîkên herî zêde Peştun û paşê Tacik û Hazarayî ne. tevî ku di demên cuda de hewl hat dayîn ku nakokiyên etnikî di nava gelan de çêbibin jî, gelê Efganîstanê bi hemû pêkhateyên xwe li ser heman xakê jiyana xwe didomînin. Pirsgirêkên etnik û netewî jî di dema hebûna 20 salan a Amerîkayê li welat û hikûmeta di bin kontrola wê de derketine pêş. Bi desteserkirina rêveberiya welat a ji aliyê Talîbanê ve zextên li ser jin û zarokan zêde dibin. Me ji jinan pirsa dabeşkirina welat kir ku ji ber bandora wê ya zêdebûna pevçûnên li Efganistanê pir tên niqaşkirin.
‘Gotinên li ser parçebûnê xiyanet û qetlîam e’
Silsile Nasir ya ku bi yekî Hazarayî hezarî re zewicî wiha got: “Dema behsa pevçûnên Efganistanê dikin, dizanin malbata ji hev cûda bikin? Dayîka min Tacik, bavê min Peştun û ez bi yekî Hazarayî re zewicim. Ger Efganistan parçe bibe, ez û zarokên xwe dê kijan etnîkê bin?” Silsile Nasir dibêje: “Yên ku behsa pevçûnan dikin ne xwedî têgihiştinek rast in, tenê ji bo berjewendiyên serkarên xwe wiha dibêjîn. Gotinên parçebûnê xiyanet û qetlîam e, ne tiştekî din e.”
‘Dixwazin em zarokên xwe winda bikin’
Nurehva Şakur dayîkek 60 salî ye ku çar kur û du keçên wê heye. Nurehva Şakur wiha got; “Ez ji Şiiyek ji Kandaharê me hevserê min jî Hazarayiyek ji Ghazniyê ye, ew jî Şiî ye. Zarokên min bi Peştun, Hazara,Tacik û Ozbekan re zewîcî ne. Parçebûna Efganistanê ji bo min ti wateya xwe nine. Em bê ku ferqa ol, ziman, netew û etnîkî hebe dijîn û hemu zarokên min bi hevjînên xwe re kêfxweş in.”
Nurehva wiha pê de çû: “Her kesê ku di hikûmeta berê û ya niha de behsa serdestiya etnikî yan jî parçebûna etnîkî bike, xiyanetê li gelê Efganistanê dike û bi van gotinan dixwazin em xwînê birijînin û zarokê xwe ji dest bidin.”