Bi pêşengiya jinan serkeftin a gelan e – ANALÎZ
Bi xwedîderketina li şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi cihgirtina li ba şervanên QSD û YPJ’ê em ê her cure êrîş, plan û lîstikên qirêj têk bibin û emê biserkevin.
LEYLA WAŞÛKANÎ
Dewleta Tirk a dagirker wek her carê berê xwe dide mirovên sivîl û bi rengekî pir hovane bi ser wan de diçe. Jixwe dema mirov dîroka kevnar a serwerên Tirk lêkolîn dike, bi awayek pir zelal hovîtiya wan tê dîtin.
Dewleta Tirk a faşîst xwedî kiryarên gelekî kirêt e û van kiryarên xwe hê jî didomîne. Li gorî ku diyar dibe dewleta Tirk a dagirker qet ji rêbazên xwe yên derehlaqî poşman nebûye û heman hişmendiyê diparêze. Dewleta Tirk a qirker, dagirker û hevkarên wê destdirêjiyê li ser mafên gelan dikin û di vê mijarê de xwe mafdar dibînin. Jixwe dema mirov bala xwe dide dîroka desthilatdariya Tirk, dibîne ku îro jî neviyên wan heman kirêtî û hovîtiyê berdewam dikin.
Hevala Kerem El Şihab El hemed ji bo me jinan windahiyek pir mezin bû
Wek tê zanîn 8’ê Çileya îsal çeteyên dewleta Tirk bi rengekî pir hov û dirinde, êrîşî xelkê sivîl ê li ser esasê şermezarkirina êrîşan û piştevaniya bi QSD û YPJˈê re berê xwe dabûn bendava Tişrînê kirin. Di encama wê êrîşê de 5 welatparêzên hêja şehîd bûn, 15 jî birîndar bûn. Wan kesên aştîxwaz bi mebesta ku dawî li şer û gengeşiyên li herêmê bînin, berê xwe dan qadên şer û digotin ku jiyana xelkê sivîl ê herêma Firatê û Dêrezorê di metirsiyê de ye. Lê mixabin çeteyên dewleta Tirk xwe li çalakiyên gel ranegirtin û bi awayek hovane êrîş kirin. Em ji malbatên me yên şehîd re sersaxiyê dixwazin û ji birîndaran re jî şîfaya lezgîn hêvî dikin. Ji hevalên şehîd jina bi navê Kerem El Şihab El Hemed rêvebera Meclisa Jinan a Zenûbiya bû. Hevala Kerem El Şihab El hemed ji bo me jinan windahiyek pir mezin bû. Em ê teqez hêvî û xeyalên hevala xwe ya kedkar û dilsoz bi serkeftina herî pîroz tacîdar bikin.
Kerem El Şihab El Hemed jineke pir jîr û zana bû. Jixwe wekî tê zanîn dijmin ji jinên zana û jîr ditirse û ji ber vê êrîş dike. Divê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bizanibin ku em ê tola şehîdên xwe yên pêşeng rakin û sûcdaran qet efû nekin. Di êrîşên destpêkê li ser bajarê Minbicê çêbûn de jî sê hevalên jin ên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya şehîd bûn. Dijmin û hevkarên wê jinên rêxistinkirî dike hedef û armanca xwe. Nexwe divê tevahî jin li hemberî van êrîşan şiyar bin û yekitiya xwe xurttir bikin.
Dewleta Tirk a faşîst ji ber bêdengiya cîhanê tu sînorên ehlaqî û mirovî nas nake
Şefê faşîst ê desthilatdariya dewleta Tirk Erdogan beriya çend salan gotibû “Jin be jî zarok be jî em ê ya ku pêwîst dike bikin” û li ser vî esasî bi taybetî li hemberî jinên çalakger û şoreşger êrîşên herî hovane hatin kirin û ev êrîş bênavber berdewam dikin. Dewleta Tirk a faşîst hemû pîvanên navneteweyî yên şer binpê dike. Li hemberî van kiryarên dewleta Tirk tu sazî, dezgeh û welatên ku dibêjin em alîgirên mirovahî û demokrasiyê ne dengê xwe dernaxin. Dewleta Tirk a faşîst ku ji vê bêdengiyê sûdê digre, tu sînorekî ehlaqî û mirovî nas nake.
Baweriya gelan heta dawî bi şervanên QSD û YPJ’ê heye
Li hember hemû êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê gelên me yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dil û can li dora şervanên xwe yên azadiyê kom dibin. Baweriya gelan heta dawî bi şervanên QSD û YPJ’ê heye. Gelên herêmê dizanin ku şoreşa li ser paradîgmaya Rêber Apo ava bûye û bipêş dikeve, yekane riya çareseriya hemû pirsgirêkên ku çavkaniya xwe ji netew-dewletê digrin e. Pratîka 13 salan a şoreşa Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev hêman bi awayekî pir eşkere nîşanî hemû cîhanê daye.
‘Gaziyên şer jî dîsa beşdarî şer bûne’
Em bi gelên xwe yên berxwedêr gelekî serbilind in. Dayîk û bavên me yên hêja, li kêleka keç û kurên xwe di sengerên herî pêş de têdikoşin û ev jî gelekî bi qîmet û pîroz e. Em berxwedana gel silav dikin û dibêjin: “Em jî dengê xwe tevli dengê we dikin. Hûn jî serê xwe bi zarokên xwe yên şoreşger bilind bikin. Berxwedana we ya bi rûmet rastiya pîroz a şerê gelê şoreşgerî ye. Rêber Apo dibêje; ‘Ev şer şerê herî bi wate û bi bandor e.” Bêguman ji destpêka êrîşan ve gaziyên şer jî di sengerên berxwedanê yên herî pêş de cihê xwe digrin. Tevî parçeyek ji canê xwe dane û nexweşiyên xwe yên curbicur jî paşve gav navêjin. Ev jî cihê hurmet û serbilindiyê ye. Eşkere ye, şervanên xwe bi bîrdozî û felsefeya Rêbertî perwerde kirine xwedî qudret û kerameteke çawa ne.
Banga li xelkê herêma Dêrazorê
Em jî bi germahiya dilê xwe hemû şervanan, gaziyan, jinan û hemû kesên berxwedêr silav dikin. Li ser vî esasî em bang li xelkê xwe yê herêma Dêrezorê jî dikin ku li hemberî lîstikan şiyar bin. Bi xwedîderketina li şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi cihgirtina li rex şervanên QSD û YPJ’ê em ê her cure êrîş, plan û lîstikên qirêj berteref bikin û biser bikevin.