Bi kofiya melle zexta sergirtinê şermezar kir
Li Îranê ajansa bi navê Nûçe Meşrîk ku alîgirê hikûmetê ye û li balefirgeha Mehrabad a Tehranê jina ku çalakiya desteserkirina kofiya melle lidar xist wek ‘derûniya wê ne baş e’ nîşan da, rastî nerazîbûnan hat.
Navenda Nûçeyan – Li balafirgeha Mehraban a Tehranê, jinek ku li gel hevjîn û zarokên xwe rastî zexta sergirtinê ya erkdarên hikûmetê hat, çalakiyek lidar xist. Jina ku rastî zexta erkdaran hat, ji bo bersîvdayînê kofiya melleyek li derdorê ji serê wî kir û li serê xwe pêça. Piştî belavbûna dîmenên ku ev jin bi melle re nîqaş dike, ev yek rastî bertekên mezin ên kesên ku medyaya dijîtal bikar tînin hat. Kesên ku ev dîmen temaşe kirin, destek dan vê çalakiya jina wêrek.
Alîgirê hikûmetê got ‘derûniya wê xirab e’
Ji saziyên ku nêzî Komara Îslama Îranê ne ya bi navê Nûçe Meşrîk di nûçeya xwe de got ku jina ciwan hatiye girtin û piştre hatiye berdan. Di heman demê de protestoya ku kiriye, wek ‘pirsgirêka derûnî’ nîşan da. Belavbûna nûçeyên bi van angaştan, rê li ber bertekan vekir. Hat diyarkirin ku Nûçe Meşrîk a girêdayî hikûmetê ye, berê jî li dijî jinên ku polîtakayên mêrsalar ên Komra Îslama Îranê şermezar kirine, heman îfade bikar aniye.