Bi hezaran şêniyên Qamişlo gotin: Soza me tolhildan e
Bi hezaran şêniyên bajarê Qamişlo bi dirûşma “Soza me tolhildan e, qirkirina jinan hovîtî ye” derketin qadan, porê xwe qutkirin û kefiyên xwe şewitandin.

Qamişlo - Bi armanca şermezarkirina qetilkirina jina kurd Jîna Emînî a ku bi destê polîsên kaşo exlaqê ya rejîma Îranê ve hat binçavkirin û bi îşkenceyê hat qetilkirin, bi hezaran şêniyên bajarê Qamişlo bi dirûşma “Soza me tolhildan e, qirkirina jinan hovîtî ye” derketin qadan û meşeke girseyî lidar xistin. Meşa ku pêşengiya bi hezaran jinan hat lidarxistin, ji Çarxerêya Osman Sebrî ya bajarê Qamişlo - Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destpê kir û li pêşiya navenda Mihemed Şêxo rawestiya. Di meşê de wêneyên Jîna Emînî û gelek jinên din ên tekoşer û pankartên li dijî şîdeta li ser jinan û qetilkirina wan hatin hildan.
Piştî ku meş rawestiya, bi dehan jin porê xwe qusandin û kefiyên ser serê xwe avêtin wekî piştgiriyekê ji jinên li Rojhilat û Îranê re ku wan jî bi vê yekê xwestin ku nameya xwe bigihînin cîhanê.
“Ez jin im mafê min heye ku bi azadî bijîm”
Dilşa Şawîş a ji bajarê Qamişlo ye ku beşdarî meşê bûye ku wê jî biskên porê xwe li kolanê qusand wiha got: “Em weke jinên Rojava li dijî qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî derketine qadan. Em dengê xwe digihînin tevahî cîhanê û dibêjin ku em zordestî û mêtingeriya li ser jinan nema qebûl dikin. Eger mafê mirovan me neparêze, em ê bi xwe wekî jin parastina xwe bikin û mafê xwe bidest bixin.”
“Dê sîstema dewleta Îranê li ser îradeya jinan neyê ferzkirin”
Eyhan Murad a ku agir bi kefiya xwe xist û soza piştgirî û têkoşîna ji bo azadiya jinan da, wiha nêrîna xwe parve kir: “Çalakiya me ji bo piştgiriya hemû jinên bindest û li azadiya xwe digerin e. Dewleta Îranê dixwaze sîstema xwe ya desthildar li ser îrade û vîna jinên Rojhilat û Îranê ferz bike, ev yek nayê qebûlkirin. Em ê berxwedanê ji bo tevahî jinê cîhanê bikin. Bijî şoreşa ku ji besk û guliyên jinan destpê kir.”
Meş bi slogana “Jin jiyan Azadî” bi dawî bû.