Bi hezaran kes ber bi Bendava Tişrînê ve diçin
Bi hezaran kesên ji Tebqa, Reqa û Kantona Cizîrê bi rê ketin, ji bo protestokirina êrişên dewleta tirk û çeteyên wî ber bi Bendava Tişrînê ve bi rê ketin.
Navenda Nûçeyan – Bi hezaran kesên ji Reqa û Kantona Cizîrê bi rê ketin, ji bo protestokirina êrişên dewleta tirk û çeteyên girêdayî wî yên li ser Bendava Tişrînê û bi mebesta piştevaniya bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û YPJ’ê re, ber bi Bendava Tişrînê ve diçin.
Welatiyên li ser banga Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kom bûn, bi sedan wesayîtan ber bi Bendava Tişrînê ve bi rê ketin.
Tebqa
Xelkê Tebqayê jî ji bajarokê Mehmûdliyê bi rê ket û piştî gihişt konvoya ji Reqa û Kantona Cizîrê bi rê ketî, dê biçe Bendava Tişrînê.
Her wiha li Kantona Firatê jî bi hezaran kes di saetên serê sibehê de ji Kantona Firatê ber bi Bendava Tişrînê ve bi rê ketibû.