"Bi hezaran însan we şermezar dikin"
Malbata Şenyaşar di roja 349’an a çalakiyê de bang li Wezîrê Edaletê Bekir Bozdag kir.
Riha- Nobeta "edaletê" ya Emîne Şenyaşar a ku di êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatin qetilkirin, kurek wê girtin, li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûyî dayî despêkirin dewam dike.
Ji ber dawiya heftê ye malbata Şenyaşar li mala xwe ya Pirsûsê di roja 349’an de çalakiyê dewam dikin. Malbatê li ser hesabê xwe yê medayê ev parkirin danî: “Lêgerîna me ya edaletê bûye hêviya civakê. Her roja ku em li ber edliyê dirunin bi hezaran mirov we şermezar dikin… Wezîrê Edaletê Bekir Bozdag gelo haya ew ji dayika li ber deriyê edliyeya Rihayê li benda edaletê heye?”