"Bi hêviya vegera Efrînê li ber xwe didin"

Jinên di berxwedana Serdemê de li navçeya Reco, Cindirêsê û Şerayê bûne şahidên bûyerên êrîşên dewleta tirk, nêrînên xwe wiha parve kirin: "Dewleta tirk bi dijwarî êrîşî hemû herêmên Efrînê kir, peyama gel ji wan êrîşan re heta dawî berxwedan û têkoşîn bû."

HESNA MIHEMED
Şehba- Dewleta tirk di 20'ê Çileya 2018'an de bi 72 balafirên şer êrîşî herêma Efrînê kir û ev şer 58 rojan berdewam kir. Li hemberî êrîşê, berxwedan û têkoşîna gel bi tîpên zêrîn li ser rûpelên dîrokê hatin nivîsandin û heta vê kêliyê jî tê nivîsîn. Gelê berxwedêr a herêma Efrînê ruxmê rastî êrîşek dijwar hatin lê teslîmkarî qebûl nekirin. Bi hezaran kes ji ber ku axa wan hat dagirkirin neçar man koçber bibin, niha gelê Efrînê li Kantona Şehbayê bi hêviya vegera Efrînê li ber xwe didin. Ev berxwedan bi "Berxwedana Serdemê" hat pênasekirin û bi qehremaniya zarokên vê axê hat danasîn. Di Berxwedana Serdemê de dayikan di her alî de piştevaniya zarokên xwe dikirin. Herêma Efrînê ji heft navçe û 366 gundan pêk tê. Her navçe û gundek Efrînê di Berxwedana Serdemê de bûn xwedî gelek bûyeran. 
Navçeya Cindirêsê, Şera û Reco di Berxwedana Serdemê de bûne şahidên gelek bûyeran û destanan. Cindirêsê duyemîn mezintirîn navçeye Efrînê ye û paşê jî navçeya Recoyê ye. Li gundê Hemamê yê navçeya Cindirêsê şervana YPJ'ê Avêsta Xabûr li dijî êrîşên dewleta tirk çalakiya fedayî pêk anî û di heman demê de şervanê YPG'ê Îlan Dara di 8'ê Adara heman salî de çalakiya fedaî pêk anî û riya Avêsta Xabûr berdewam kir. Li gundê Kefer Safrê yê navçeya Cindirêsê Endama Ragihandina YPJ'ê Rohanda Xemgîn ku kêliyên Berxwedana Serdemê ji raya giştî re parve dikir ew û bavê xwe ji bo parastina axa xwe bi hev re di heman kêliyê de jiyana xwe ji dest dan. Navçeya Şerayê jî weke navçeyên din gelek berxwedan nîşan da, ji bo axa xwe biparêzin. Şera dikeve Rojhilatê Efrînê û bi du girên xwe yên navdar ên mîna Qestelê û Baflûne tê nasîn. Ruxmê êrîş giran bû jî gelek şandeyan serdanê navçeya Şerayê kirin.  Navçeya Recoyê ji navenda bajarê Efrînê 25 km. nêz e û 5 km. ji sînorê dewleta tirk dûr e.  Êrîşên dewleta tirk li ser vê navçeyê pir dijwar bû, gelê vê navçeyê ket dorpêça dewleta tirk û ji Efrînê hat qutkirin. Gelê navçeya Recoyê bi mûnetên malê xwe xwarinê ji zarokên xwe re amade dikirin. Her wiha şervanên ku di şer de birîndar dibûn, dayikan wan dibirin malên xwe û wan derman dikirin. Her wiha dayikan li kêleka şervanên xwe çek hildidan û li hemberî dijmin şer dikirin. Têkildarî berxwedana Serdemê li navçeya Cindirêsê, Reco û Şerayê jinên ku şahidiya bûyerê kirine, nêrînên xwe parve kirin.
"Li seranserî navçeya Recoyê êrîşên dijwar çêbûn"
Endama Kongreya Star a Herêma Efrînê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Salîha Mihemed wiha behsa kêliyên Berxwedana Serdemê li navçeya Recoyê dike: "Di Berxwedana Serdemê de kêliyên dîrokî hatin jiyîn û roj bi roj di dîrokê de tê nivîsandin. Mirov çiqas behsa wan kêliyan bike dê kêm bimîne, ji ber ku di wê berxwedanê de pir bûyer hatin jiyîn. Di kêliyê de ezmanê Efrînê ji balafirên şer kirasê reş li xwe kiribûn. Dema êrîş pêk hat hemû mal, kolan û taxên welatiyan hatin hedefgirtin. Li kêleka balafirên şer, balafirên keşfê, top, tang, çekên qedexekirî û çekên giran li dijî gelê herêmê hatin bikaranîn. Li seranserî gundewarên navçeya Recoyê êrîşên pir dijwar hebûn û navê berxwedana me bû Berxwedana Serdemê. Bi rastî jî em li gorî pêngavê bûn, ji ber ku kêliyek jî em nesekînin û em her dem li dijî êrîşan têkoşiyan me serdana gel dikir da ku em hêz û morel ji hev bigirin. Peyama gel ew bû ku tu carî tirs nakeve dilê wan û ew ê ji dijmin bi hêztir bin. Hemû hêzên derve pişgirî dan Tirkiyeyê ku êrîşên xwe li Efrînê pêk bîne. Bêdengiya hêzên cîhanê hevkariya wan bi dewleta tirk re nîşan dida. 
"Welatiyan ji şervanên xwe hêzê digirtin"
Salîha Mihemed qala berxwedana gel li dijî êrîşên dewleta tirk dike û wiha dibêje: "Di şerê Efrînê de gel û şervan bi yek destî berxwedanê li dijî êrîşên dewleta tirk didomandin û hêz ji hev digirtin. Li navçeya Reco şer pir dijwar bû, jinan ji bo ku alîkariya şervanên xwe bikin, li mal xwerin ji wan re çêdikirin. Her wiha gel ji bo ku axa xwe ji dijmin biparêzin her kêlî li ser piyan bûn. Her wiha gelek kes seferber bûn da ku axa me ji dijmin biparêzin. Ez bi xwe jî bûm şahid ku di êrîşan de malên gel dihatin hedefgirtin. Li ber çavên min malên gel hildiweşiyan lê min hewl da ku bandora şer li ser kesayeta min çênebe da ku ez gav paşve navêjim. Gelek bûyer qewimîn û hemû jî pir bi êş bûn. Ev bû 4 sal li Şehbayê ji bo vegera Efrînê em li ber xwe didin. Em dibêjin Efrîn a Efrîniyan e û rojek bê em ê vegerin ser axa xwe. Em tu caran ji berxwedana xwe ne poşman in. Me bi qehremaniyek mezin dengê Berxwedana Serdemê li tevahî cîhanê belav kir." 
"Berxwedaneke bi wate li Cindirêsê hat meşandin"
Endama Kongreya Star a Herêma Efrînê, Emel Mihemed berxwedana gel li navçeya Cindirêsê wiha anî ziman: "Beriya ku dewleta tirk êrîşî Efrînê bike, welatî bi awayekî aram li herêmên xwe dijiyan. Efrîn di nava aloziya Sûriyeyê de cihê herî bi ewle û aram bû. Gel bi pergala Rêveberiya Xweser xwe bi rê ve dibirin. Dewleta tirk bi êrîşên xwe xwest Efrîna me dagir bike, peyama gel jî ji Erdogan û çeteyên wî re ew bû ku ew tu carî ji êrîş û çekên dewleta tirk natirsin. Dewleta tirk xeyal nedikir ku gelê Efrînê 58 rojan li ber xwe bide. Navçeya Cindirêsê gelek nêzî sînorên dewleta tirk bû loma gelek êrîşên dijwar pêk hatin. Berxwedanek pir bi wate li navçeya Cindirêsê hat meşandin. Em wek jinên Cindirêsê di wî şerî de bi rol û misyona xwe rabûn û em li kêleka şervanên xwe bûn. Di êrîşê de welatî dibûn hedefa êrîşan, ji ber ku dewleta tirk dixwest gelê Kurd qir bike. Rast e me gelek bedelên giran dan lê dewleta tirk sîng bi sîng şer bikira tu car bi ser nediket lê balafir û çekên giran hatin bikaranîn. Armanca din a dewleta tirk ew bû ku komkujiya Helebçeyê, li Efrînê dubare bike. Gel derfet neda dewleta tirk û komên çeteyan, her dem bersiva gel ew bû ku berxwedaniya xwe bidomînin û axa xwe ji dagirkeriyê biparêzin."
"Avêsta Xabûr hêrsa tolhildanê bi gel re xurt kir"
Emel Mihemed hin kêliyên şer ên li Cindirêsê wiha parve kir: "Dema şehîd Avêsta Xabûr li gundê Hemamê çalakiya fedayî pêk anî, welatî gelek bi bandor bûn û hêza herî mezin ji çalakiya wê girtin. Di çalakiya şehîd Avêsta de hat xuyakirin ku ciwanên Kurd ji bo axa xwe ji dagirkeran biparêzin canê xwe feda dikin. Berxwedana Avêsta Xabûr hêrsa tolhildanê bi gel re xurt kir. Ruxmê tang û top her dem li ser navçeyê digeriyan jî gel meş û çalakiyên xwe bênavber didomand. Di heman demê de şandeyên ku ji bo piştgiriya gel dihatin Cindirêsê, ji êrîşên dewleta tirk re dibûn bersiv. Her wiha Îlan Dara jî bi çalakiya fedayî axa xwe ji dagirkeran parast. Şehîd Rohenda û bavê xwe di kêliyekê de gihîştin şehadetê. Li Efrînê, Avêsta, Rohenda û Îlan bûn riya rast û em ê her dem riya wan bişopînin."
"Di 58 rojan de gel her dem li kolan û qadan bû"
Endama Komîteya Jinan a kampa Berxwedanê, Nerîman Ehmed berxwedana gel a li navçeya Şerayê wiha dinirxîne: "Kêliyên ku di şerê Efrînê de hatin jiyîn dîrokî bûn. Me di bin top û teyareyan de kar û xebatên xwe dimeşand. Em her dem li ser piyan bûn û tu carî tirs neket dilê me. Li navçeya Şerayê jî şerên giran qewimîn. Li gundê Qestelê şer û pevçûnên mezin di navbera şervan û dewleta tirk de qewimîn. Di şer de birîndar û şehîd dihatin navçeyê û me bi lez û bez wan radikir nexweşxaneya Avrînê. Heta niha jî ew kêliyên şer tên bîra min ez gelek hestiyar dibim her wiha ez hêz û morel jî ji berxwedana şervan û gel digrim. Dema şande ji bo piştgiriya me dihatin me ew pêşwazî dikirin û di wan kêliyan de jî top dihatin avêtin. Li ber çavên min şervanên me şehîd ketin û ez wan kêliyan tu carî ji bîr nakim. Me dev ji her tiştî berda û em li kêleka şervanên xwe li dijî dijmin têdikoşiyan. Di 58 rojan de gel her dem li kolan û qadan bû. Li ku derê êrîşek dijwar hebûya, gel berê xwe dida wir û ji şer neditirsiya. Di eniyan de şervan bi rojan bê av û nan diman, dîsa jî gav paş ve navetin û heya noqteya dawî li dijî êrîşan li ber xwe dan. Ez bi xwe jî endamek ji Heyva Sor a Kurd bûm, di aliyê dermankirina birîndaran de dibûm alîkar. Me şervanên xwe derman dikir û dema ji xeteriyê xilas dibûn, em kêfxweş dibûn. Şervanên me parastina rûmeta xwe kirin. Em niha bi hêviya vegera Efrînê li Şehbayê li ber xwe didin û wê têkoşîna me her dem bidome."