Bi hatina biharê re jinên Êzidî çiyayên xwe dixemilînin
Bi hatine biharê veTevna Alîkariya Jinên Êzidî bi armanca xemilandina çiyayên Şengalê, li hemû malan dar belav kirin.
Şengal- Di fermana 2014’an de ya li ser civaka Êzidî hatibû kirin ne tenê mirov rû bi rûyê hovîtiyê DAIŞ’ê de man her wiha xwezayê Şengalê jî para xwe ji vê qirkirinê girt. Çeteyên DAIŞ’ê hemû darên ku Şengalê xemilandibûn şewitandin û ji kokê ve rakirin lê belê girêdana civaka Êzidî ya bi xwezayê re tu car winda nabe. Civaka Êzidî ya ku hêz, moral û enerjiya xwe ji xwezayê digre, tu ferman nikare vê germahiya dilê wan vemirîne. Jinên Êzidî 7 sal in gav bi gav hewldana vegerandina xemla warê xwe dikin.
Ji bo xemilandina warê xwe du sal in daran diçînin
Îro jî li gundê Cidalê yê navçeya Til Izêrê, ji aliyê Tevna Alîkariya Jinên Êzidî ve bi armanca xemilandina çiyayên Şengalê û vegerandina xweşikbûna axa pîroz, dar li şêniyên gund hatin belavkirin. Şaxên ku hatin belavkirin, yên henar, zeytûn û hêjîran bûn. Şêniyên gund bi vê yekê gelekî kêfxweş bûn û gotin: “Em dixwazin zêdetir daran biçînin da ku çiyayên xwe xweşik bikin.”
Li ser navê Tevna Alîkariya Jinên Êzidî Ferîda Şengalî ji ajansa mere axivî û wiha got: “Em li ser navê Tevna Alîkariya Jinên Êzidî îro li gundê Cidalê ne em spasiya rêxistina jinan a ji bo edaletê dikin. Ev 2 sal in alîkariya me dike. Em jî bi armanca xemilandina warên xwe 2 sal in her bihar daran diçînin. Îsal jî me xwest em vê yekê bikin.”
“Bi çandina daran em dixwazin hêviya jiyanê mezintir bikin”
Ferîda Şengalî di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya çandina daran ji bo civaka Êzidî û wiha bi lêv kir: “Armanca me ew e ku em li gundên çiyayî daran biçînin. Bi vê yekê em dixwazin çiyayên Şengalê bi daran bixemilînin da ku hêviya miletê me pêk bê û bikaribin jiyana xweş li Şengalê derbas bikin. Îro jî me 135 dar li malbatên gundê Cidalê belav kirin. Sala derbasbûyî jî me li ber “Quban” û cihên me yên pîroz dar çandin. Îsal jî me got em ê li gundê çiyayî belav bikin. Ji ber ku tu aliyekî alîkariya wan nake, me xwest em bi vî rengî bibin alîkar. Em ê sibe jî li gundê Heyalê belevkirina şaxên daran berdewam bikin. Bi giştî 650 şax di destên me de hene. Em ê van daran hemû li gundan belav bikin. Dîsa em ê di meha Nîsanê de jî dest bi candina daran bikin.
Yek ji şêniyên gundê Cidalê jina ciwan a bi navê Xoxê Xidir jî got ku ew pir kêfxweş in dema şaxên daran didin wan û wiha got: “Em spasiya Tevna Alîkariya Jinên Êzidî dikin ji ber ku dar ji me re anîn. Bi rastî em gelek muhtac in. Em dixwazin hîn zêdetir alîkariya me bikin.”