‘Bi êrîşan hewl didin destkeftiyên me tune bikin’

Jinên herêma Efrînê yên koçberî bajaroka Til Rifete bûne diyar kirin ku li hemberî êrîşên dagirkeriya dewleta tirk bi berxwedanê dê têbikoşin û rê nedin ku dewleta tirk bi êrîşan destkeftiyên şoreşa rojava têk bibe."

HESNA MIHEMED

Şehba- Di roja 19'ê Mijdarê, saetên şevê de dewleta tirk a dagirker bi riya balafirên xwe yên şer seranserê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef girt. Ji Şehbayê heya Dêrikê êrîş kir. Her wiha ji ber êrîşan li Dêrikê komkujî pêk hat û di encamê de 14 kes şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn. Jinên herêma Efrîn Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên koçberî bajaroka Til Rifetê bûne nêrîn û helwestên xwe bi me re parve kirin.

‘Em bang li dewletan nakin ji ber ku ew jî di nava vê planê de ne’

Yek ji kesên ku beşdarî çalakiyê bû, Filê Şekro bal kişand ser êrîşên dewleta tirk ên di demên dawî de û got; "Dewleta tirk a dagirker du roj in êrîşê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Bi balafirên xwe yên şer êrîş dike, ev jî bi erêkirina hemû dewletan pêk tê. Erdogan bi êrîşên hewayî şer dike ji ber dizane ger bejahî şer bike tu carî li hemberî hêza Kurdan bi ser nakeve. Welatiyên sivîl dike hedefa xwe û komkujiyan li ser wan pêk tîne. Dewleta tirk binkeftiyên xwe bi riya êrîşên li ser herêmên din dixwaze veşêre. Em tu carî bang li dewletan nakin, ji ber hemû bi hev re di nava vê planê de ne, tenê banga me ji gelê me re ew e ku rabin ser piyan û berxwedana xwe li hemberî van êrîşan bilind bikin."

‘Em ji cih û warên xwe koçî Til Rifetê bûn’

Emîra Bekir jî diyar kir ku li hemberî êrîş û dagirkeriya dewleta tirk berxwedan û tekoşînê wê bidomînin û wiha axaftina xwe anî ziman; "Em ji cih û warên xwe koçî Til Rifetê bûne, me axa xwe hişt tenê ji bo parastina rûmeta xwe ji dagirkeran. Lê dîsa em ji topbarnanên dewleta tirk xilas nebûn, pênc sal in rojane Erdogan êrîşî Til Rifetê dike. Di van demên dawî de jî tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji Şehba heya Dêrikê êrîş dike û komkujiyan pêk tîne. Em ê berxwedana xwe bidomînin û têkoşîna xwe li dijî van êrîşan bilind bikin. Erdogan li hemberî şervanên azadiyê binketî ye lewre bi êrîşên xwe dixawze vê yekê veşêre. Dewleta tirk teqîna ku li Stanbolê rûda kir hincet ji bo êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike. Em gelê Kurd tu carî zirarê nadin kesek din, tu têkiliya me bi vê teqînê re tune ye. Erdogan bi vê planê dixwaze şoreşa me tarî bike. Em şer naxwazin lê ger şer pêk were em ê jî li gorî wê tevbigerin û parastina xwe bikin."

‘Em ê xwe bi şoreşê biparêzin’

Rûdeyne Mihemed Şahîn teqez kir ku dewleta tirk bi riya  êrîşên xwe dixwaze derbeyek li Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bide û wiha got; "Dewleta tirk du roj in êrîşê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Ev ne cara yekem e ku Erdogan êrîş dike, di tevahiya salên şoreşa Rojava de dixawaze axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir bike. Berxwedan û hevgirtina gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji êrîşên wî re her dem dibin bersiv û nahêlin ku armanca xwe pêk bîne. Em xwe û hebûna xwe bi şoreşê diparêzin. Erdogan ji bo tunekirina gelê Kurd li ser rûyê erdê her dem di nava lêgerîn û tevgerê de ye. Em jî tu carî tune nabin û teslîmkariyê qebûl nakin. Dewleta tirk bi êrîşên xwe hewl dide derbeyê li Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bixe û projeya Neteweya Demokratîk hilweşîne. Hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe di şoreşê de dane îsbatkirin."