‘Bi êrişan gelê Kurd hedef tê girtin’

Endama Meclisa Giştî ya Nûnertiya PYD’ê ya Başûrê Kurdistanê Bêrîvan Mihemed têkildarî êrişên dewleta Tirk ê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî û got ku bi êrişan gelê Kurd û destkeftiyên wê hedef tê girtin.

HÊLÎN EHMED

Silêmanî – Ji 23’ê vê Cotmehê ve êrişên dewleta Tirk bi balafirên bê mirov, şer û çekên giran li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bênavber didomin. Di van êrişan de sazî û navendên xizmetê, binesazî û malên welatiyan dibin hedef. Di encama van êrişan de 17 kesan jiyana xwe ji dest dan û 65 kes birîndar bûn. Endama Meclisa Giştî ya Nûnertiya PYD’ê ya Başûrê Kurdistanê Bêrîvan Mihemed der barê êrişên dewleta Tirk de ji ajansa me re axivî.

Bêrîvan Mihemed diyar kir ku  dewleta Tirk di 23’ê Cotmehê de êrişên qirkirinê li dijî Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê meşandiye û wiha got: “Dewleta Tirk her dem êrişî herêma Kurdistan, Rojava û derdorê dike. Niha jî dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li ser Rojavayê Kurdistanê dijwar kiriye. Êriş bi armanca jinavbirina gelê Kurd tên kirin. Em dizanin kîn û hêrsa dewleta Tirk li hemberî Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê heye. Dewleta dagirker a Tirk ji bo têkdana aramiya li herêmê eriş dike. Di encama van êrişan de hemwelatiyên sivîl û cihên stratajîk ên Rojava dibin hedef. Êrişan li hemberî hemwelatiyên sivîl pêk tîne. Jin û zarok şehîd û birîndar dibin. Divê rêxistinên mafên mirovan helwesta xwe ya li dijî êrişên dewleta Tirk nîşan bidin.”

‘Dewleta Tirk dixwaze binesazî û aramiya li Rojava tune bike’

Bêrîvan Mihemed di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi malbatê re û wiha bi dawî kir: “Hevdîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gel malabatê cihê kêfxweşiyê ye. Ji aliyê Rêber Apo ve peymak hat dayîn. Piştî êrişên li ser Rojava, gelê Rojava li ser peyama Rêberê Gelê Kurd, berxwedana xwe ya  li dijî êrişên dewleta dagirker careke din dubare kir. Êrişên li ser Rojava manîdar in. Di demeke ku herêma Rêveberiya Xweser bi aram bû, di dema êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê deriyê xwe ji bo koçberan vekir û pêwîstiyên wan dabîn kir de êriş kir. Armanc bi êrişên têkbirina aramiya li herêmê ye. Dewleta Tirk dixwaze binesazî û aştiya ku li Rojava heye tune bike. Êrişan bi awayê sîstematîk didomîne û bi van êrişan hewl dide gel koçber bike.”