Bi enerjiya rojê ya weke alternatîf bikar tîne zeviyên xwe diçine

Meryem Mihemed a ku ji bo zevî û baxçeyên xwe biçîne enerjiya rojê ava kiriye, dibêje ku li hemberî êrîşên dagirkerî ya dewleta Tirk ku sotemenî û elektrîka wan hedef digre, enerjiya rojê alternatîfeke baş e.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê – Enerjiya rojê yek ji girîngtirîn çavkaniyên xwezayî yên domdar e, ji ber ku dikare weke yek ji alternatîfên xwezayî ji bo hilberîna enerjiya elektrîkê were bikaranîn. Cotkar û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di salên dawî de berê xwe dan bikaranîna enerjiya rojê, sedemên wê jî di asta yekemîn de xwe dispêre êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser binesaziya herêmê.    

Bi qasî ku çavên mirov dibîne di nava zeviyên çandiniyê de ku çandinî di rêza yekem de ye li herêmê, panelên tavê belav bûne û cotkaran vebijarkek bi bandor ji bo avdana berhemên xwe, ji ber kêmbûna sotemeniyê û tunebûna elektrîkê, dîtine. Cotkar dibêjin ku enerjiya rojê dikaribû zeviyan û çandiniyê di salên dawî de li Kantona Cizîrê ji zuhabûnê xilas bike.  

Meryem Mihemed cotkareke ji gundê Mideyîna yê ku dikeve rojavayê navçeya Til Temira Kantona Cizîrê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Der barê bikaranîn û sûdgirtina ji enerjiya rojê de ji me re axivî.

Corkar sûdê ji enerjiya rojê digrin

Meryem Mihemed weke cotkarên ku sûdê ji enerjiya rojê ya çandiniyê digrin wiha dibêje: "Li gorî pêwîstî û derfetan cotkar enerjiya rojê dikirin û bi kar tînin. Bi riya bidexistina mazotê me jenerator bi kar dianî û li ser vî bingehî me zeviyên xwe diçandin lê ji ber ku êdî em zû bi zû nikarin sotemeniyê bi dest bixin û ji bo domandina çandiniyê me weke alternatîf enerjiya rojê guncawtir dît. Kêmbûna sotemeniyê dibû sedem ku çandina rûbarên kêm ji zeviyan lê niha em rûbarên mezin û dorfireh diçînin, ji ber mesrefên enerjiya rojê kêm in û çandiniya wê zêde ye. Em êdî gelek cureyên şînatiyên li gorî rewş û pêwîstiya herêmê diçînin. Ji kemûn, baxçe ji zebze û fêkiyan, zebeşan bigre heta daran. Em êdî daran li dora malên xwe jî diçînin ji bo ku hawirdora me her kesk bimîne."

'Avhewaya gerdûnê paqij dimîne zindî ji deng û dûmana jeneratoran rizgar dibin'

Meryem Mihemed da zanîn ku enerjiya rojê ji bo jîngehê gelek baş e û zirarê nade avhewaya gerdûnê û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Enerjiya rojê ji bo jîngeh û avhewayê berovajî bikaranîna jeneratoran e, bê zirar e. Enerjiya rojê di asta yekem de hawirdorparêz e û her dem dora mal û zeviyan kesk dihêle, di warê derûnî û zindiyên din de jî asayîbûnê çêdike. Êdî avhewaya gerdûnê ji dûmana jeneratoran qirêj nabe û zindiyên weke mirov, çûk û hwd. bi awayekî rehet bêyî ku dengê jeneratoran bandorê li tevger û mayina wan bike, dijîn. Ji lewre dibe ku salek du sal em pereyê panelên enerjiyê bidin lê jê şûnde heta 20 salan jî em dikarin jê sûd bigrin."

'Bi rehenda aborî me aboriya civakê bi pêş xist'

Meryem Mihemed bal kişand ser ked û têkoşîna jinan di nav şer, krîza aborî û hemû rewşên zor de ku kêliyekê jî radestî rewşên zehmet nebûne û wiha pêl da gotinên xwe: "Jinên herêma me bi gelek cureyên êrîşan re rû bi rû man, ji êrîşên komên çeteyên DAIŞ’ê heta dagirkeriya Tirk û rêbazên şerê taybet û aborî yên ku li dijî herêma me pêk dihatin lê jin ranewestiyan, her dem bi fikir û projeyên xwe dikaribûn çareseriyên demkî bibînin û herêmê ji gelek karesatan xilas bikin. Weke jinên Ereb tişta ku me herî zêde jê sûdê girt jî rehenda aborî ya pergala neteweya demokratî bû. Em bi vê yekê hîn bûn çawa aboriya xwe ya civakî bi pêş bixin. Li hemberî hemû cureyên êrîşên ku çandiniyê û elektrîkê hedef digrin divê jin projeyên nû bi pêş bixin û jîngeha xwe kesk bihêlin, ev jî bi enerjiya rojê pêkan dibe."