'Bi felsefeya Jin Jiyan Azadî konfederalîzma demokratîk a jinan pêkan e'

Parazvana mafê jin Evîn Paşo li ser tecawiz û qetilkirina bijîşka jin a li Hindistanê axivî û got ku raperîna jinan li Hindistanê nîşaneya wê yekê ye ku bi felsefeya "Jin Jiyan Azadî" konfederalîzma demokratîk a jinan pêkan e.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê - Jinên Hindistanê bi dirûşma "Jin Jiyan Azadî" daketin qadan û bertek nîşanî tecawiza li dijî bijîşka jin a stajyer ku di 9’ê Tebaxê de hatibû kuştin dan. Ji ber bûyerê xwepêşandanên li Hindistanê didomin. Li ser vê yekê jî ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê parazvana mafê jin Evîn Paşo nirxandin kir.

Evîn Paşo got ku krîzên li cîhanê bi taybetî li ser civakê û jinan hatine meşandin, gihîştine asta komkujî û qirkirinê û wiha domand: "Herî zêde jinan berdêlên giran dan. Sînorên ku ji hêla sîstemê ve li ser jinan çi li hundirê malê çi jî li herêma lê dijîn de hatine danîn, bi pêşketina hişmendiya serdest a baviksalarî didomin. Sînorekî din ê ji jinan re hatiye veqetandin jî ew e ku di sînorê xwe yê neteweyî de bimînin. Sînorên li ser jinan hatibûn ferzkirin bi xurtkirina sîstema desthilatdar re berfireh û mezintir bû. Azadiya takekesî yan jî azadiya ku jin jê sûdê negirin, wê wateya wê tunebe. Ji lewre dema ku birêz Abdullah Ocalan felsefeya "Jin Jiyan Azadî" pêşkêş kir, vê felsefeyê li Kurdistanê Rojhilata Navîn û cîhanê şoreşek da çêkirin. Çi gorî vê felsefeyê jin nabe ji jiyan û azadiyê qut be û jiyana bê jin û azadî jiyana bêwate ye."

'Divê qeyranên li ser jinan bi dawî bibin'

Evîn Paşo da zanîn ku bi "Jin Jiyan Azadî" re qeyranên li ser jinan çêdibin divê bi dawî bibin û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Bi hizir, hezkirin, hêz û têkoşîna jinan wê şikestinên ku jinan dîtine di sedsala 21’ê de bi dawî bibin û bibe şikestina sîstemên desthilatdar. Dirûşma jin jiyan azadî, dirûşma jinan a Kurdistanî ye lê ji ber ku dibe felsefeyek wateyê dide azadî û jiyanê veguherî semboleke têkoşîna jinan di asta cîhanî de û ev di serhildana "Jin Jiyan Azadî" de bi qetilkirina Jîna Emînî li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hat der. Li Efganistanê kiryarên li dijî jinan û binpêkirina maf û nasnameya wan didomin. Careke din li wir jin di bin dirûşma "Jin Jiyan Azadî" de têkoşîna xwe didin meşandin. Têkoşîna jinan bi vê felsefeyê wateya xwe dide."

'Raperîna jinên Hindistanê bi dirûşma "Jin Jiyan Azadî" dibe xwedî wateyek’

Evîn Paşo bal kişand ser tecawiza li dijî bijîşka jin a li Hindistanê û qetilkirina wê û wiha pêl da gotinên xwe: "Li Hindistanê, hemû cureyên tundiyê li ser jinan tên rewakirin, ji mamosteyan heta bijîşk, karker û xebatkaran tundiya fizîkî yan jî derûnî, her dem tê rewakirin. Qetilkirina bijîşka jin rûyê rast ê hovîtiya ku li Hindistanê çêbûye û êşa wê li çar aliyên cîhanê hatiye belavkirin û parvekirin e. Tundiya li bijîşkê hat kirin, tundiyeke ku rojane bi hezaran jin li cîhanê pê re rû bi rû dimînin û tundî û destdirêjiya çêdibe jî mixabin, rastî bêdengiyeke mezin tê û ya herî xeternak jî rewa tê dîtin. Têkoşîna jinên Kurd dibe mîrasê têkoşîna ku bi sedan salan. Bûyera ku bijîşka Hindî li Hindistanê jiya, rûyê destdirêjiya hatiye kirin, ji Xwişkên Mîrabel heta îro nîşan dide.  Lewre xwepêşandanên ku niha li Hindistanê ji bo bijîşka jin dest pê kirine, ji têkoşîna her sê Xwişkên Mîrabel ne dûr e.”

‘Konfederalîzma demokratîk a jinan tu sînorên erdnîgarî olî û neteweyî nas nake’

Evîn Paşo girîngiya têkoşîna jinan di avakirina konfederalîzma demokratîk a jinan de li ser asta cîhanî anî ziman û wiha got: "Konfederalîzma demokratîk a jinan tu sînorên erdnîgarî, olî û neteweyî nas nake. Ya ku me tîne cem hev jî nasnameya jinan e û tenê dozek me heye ew jî doza azadiya jinan e. Ji lewre sînorên heyî îro di bin felsefeya Jin Jiyan Azadî de tên hilweşandin. Vê yekê çawa li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê deng veda, li Efganistan Afrîqa û Emerîkayê û îro jî li Hindistanê dengvedana xwe didomîne. Ji lewre konfederalîzma demokratîk a jinan bi vê şêwazî tê çêkirin. Rakirina "Jin Jiyan Azadî" yekbûna fikra jinan di asta cîhanî de da nîşandan, her wiha çirûska meşa azadiyê ya jinan di asta cîhanî de geştir dibe. Ji lewre bingeha avakirina konfederalîzma demokratîk a jinan êdî tê pêşbînîkirin ku têkoşîna tê meşandin di riya xwe ya rast û durust de ye. Felsefeya Jin Jiyan Azadî êdî dibe felsefeyeke cîhanî. Her ku azadiya jinan di asta cîhanî de xurtir dibe, tundî kêm dibe."

'Em di wê bîr û baweriyê de ne ku wê serhildan û raperîna jinan encam bigre'

Evîn Paşo bi lêv kir ku xeta azadiyê xeteke zehmet e û yên ku azadiyê hilbijêrin bêguman divê xwe ji têkoşîneke her alî re amade bikin û wiha domand: "Bê têkoşîn, azadî misoger nabe, ji bo xatirê azadiyê jinan heta roja îro bedelên giranbuha dane. Mînaka herî nêz serhildana "Jin Jiyan Azadî" ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ye ku piştî du salan jî hê ji bo çirûska serhildanê vemirînin jinan bi tundî, êrîş û darvekirinê re rû bi rû dihêlin. Ji bo ku çalakiyên niha li Hindistanê ji bo şermezarkirina qetilkirina bijîşka jin, nebin çalakiyên şoreşgerî û şoreşeke jinan pêk neyê, heman hewldanên sîstem û hikûmetê didomin. Li herêmên dagirkirî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî jî li cihê sîstema jinan lê bi pêş ket jî jin rastî tecawiz, qetilkirin û revandinê tên. Ji lewre yên ku riya azadiyê hilbijêrin divê xwe ji ezmûnên herî zor re amade bikin. Ya herî girîng ew e ku mirov gav şûnve navêje. Di nava 12 salan de mîmarên vê şoreşê îro bi rengekî sîstematîk tên hedefgirtin, ji lewre divê ku jin hevgirtina xwe xurtir bikin. Em di wê bîr û baweriyê de ne ku wê serhildan û raperînên li derveyî Kurdistanê jî encamên baş bigrin. Çawa şoreşa me li vê derê dikaribû nasname û doza jinan bike yek dê li derên din jî heman rewş çêbibe."

'Bendewarên hikûmet û sîstemê nebin têkoşîna xwe bidomînin'

Evîn Paşo di dawiya axaftina xwe de got ku divê jin bendewarên sîstem û hikûmetan nemînin û bi xwe pêşengiya guhertin û veguhertinê li welatê xwe bikin û wiha bi dawî kir: "Yên ku êrîş, tundî û destdirêjiyê li ser me rewa dikin û îradeya me têk dibin, heman system e ji lewre divê jin xwe bendewarê sîsteman nehêlin. Bi taybetî ji bo jinên Hindistanê ez dibêjim ku bila xwepêşandan û têkoşîna xwe bidomînin. Ya ku mafên jinan bi dest bixe û misoger bike têkoşîn û serhildana wan e."