Bi dirûşma ‘em ji mirinê mezintir in’ bû qêrîna li Bendava Tişrînê
Têkoşîna Edla Bekir a bi gotina xwe ya; “Em ji mirinê mezintir in” bû deng û dirûşma berxwedana li Bendava Tişrînê. Têkoşîna Edla ya ji 19’ê Tîrmeha 2012’an heta şerê Kobanê berdewam kir, niha jî li Bendava Tişrînê didome.
NÛRŞAN EBDÎ
Kobanê – Ev 14 sal in ku jin li Bakur Rojhilatê Sûriyê, bi saya şoreşa 19’ê Tîrmehê ya di sala 2012’an de li Kobanê dest pê kir, di rêveberiyên civakî de bûn xwedî rolên pêşeng. Vê şoreşê derfet da jinan ku di warê mafên xwe, parastina nasnameya xwe û di warê siyasî, leşkerî, aborî û civakî de xwe bipêş bixin.
Şerê li dijî feraseta baviksalar
Edla Bekir, di sala 1974’an de li bajarê Kobanê yê li herêma Firatê, li Taxa Kaniya Kurdan hat dinê. Malbata wê ya ji eşîra Bîjan, girêdayî Kurdîtiya xwe bû. Ji berê ve ji bo mafên xwe yên neteweyî têkoşiyabûn, lê ji ber çand û tabûya eşîrî nikaribû bixwîne.
Her çendî nexwendibû jî, li qadên azad ên Şoreşa Rojava xwe bi pêş xist. Perwerdeya ku bi hînbûna zimanê dayikê dest pê kir, şêwe da kesayeta wê.
‘Nedîtina perwerdeyê min qels nekir ji bo bighêm armancên xwe bênavber têkoşiyam’
Edla Bekir li ser vê mijarê dibêje: "Nedîtina perwerdeyê min qels nekir, berovajî wê, bihêztir bûm. Ji bo ku bighêm armancên xwe, bênavber têkoşiyam."
Edla Bekir di 23 saliya xwe de li dijî feraseta baviksalar şer kir. Feraseta ku jinan di nava paşverûtî û tabûyan de dîl dike nepejirand, ferq kir ku zewac, bi taybetî jinên di temenê biçûk de bi darê zorê tên zewicandin, girêdayî dimînin. Edla Bekir dibêje: "Di civaka me de malbat, li ser otorîteya bav ava dibe. Ez radestî vê otorîteyê nebûm û min zewacê red kir."
Nasîna tevgera azadiya gelê Kurd û salên destpêkê yên têkoşînê
Bingeha pergala demokratîk a Bakur Rojhilatê Sûriyê, beriya şerê navxweyî hatibû avakirin. Gelê Kurd piştî ku fikr û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hîn bûn, salên dirêj bi awayê veşartî dest bi xebatan kirin. Edla Bekir jî tevgera azadiya gelê Kurd nas kir û têkoşîna xwe di wî warî de meşand.
Destpêkê di organîzasyona pîrozbahiyên cejna Newrozê de, xebatên ji bo hişyarî û zanabûna jinan û di warê polîtîk de dest bi xebatên rêxistinbûnê kir. Edla Bekir gotinên xwe wiha didomîne: "Çend sal piştî ku fikr û ramanên Ocalan hîn bûm, min biryar da ku ji bo azadiya gelê Kurd bikevim nava têkoşînê. Wê demê xebatên me veşarî bûn; lewre rejîmê gefa girtinê li me dixwar lê em netirsiyan. Ji bo em civaka xwe şiyar û zana bikin, em bi dil û can xebitîn.”
Di sala 2005’an de tevlî Yekitiya Star a ji bo rêxistinkirin û parastina mafên jinan hat avakirin bû. Di wê pêvajoyê de komun, meclîs û rêveberiyên herêmî hatin avakirin. Jin ji bo tevlî jiyana civakî û polîtîk bibin gelek ked dan û ketin nava hewldanan. Edla li ser hewldana xwe wiha dibêje: "Zextên paşverû yên malbata min û yên civakê, nekarî pêşî li min bigirin. Piştî ku min riya azadiyê hilbijart, ji bo azadiya tevahî jinên din jî têkoşiyam."
Tevlîbûna li Şoreşa Jinan
Di pêvajoya Şoreşa Jinan a 19’ê Tîrmeha 2012'an dest pê kir de, çend ji rêxistinên destpêkê hatin avakirin, Kongreya Star, Mala Jinê û saziya Aboriya Jinê bûn. Edla Bekir ji destpêka şoreşê ve li wan saziyan bi awayê çalak peywir girt û tevlî perwerdeyên siyasî bû. Edla Bekir li ser perwerdeya ku dîtine wiha dibêje: “Di her perwerdeyê de derbarê têkoşîn û nasnameya jinan de tiştek nû hîn dibûm. Famkirina analîz û felsefeya Ocalan hêzeke mezin da min. Di heman demê de me civînên ji bo vegotina têgehên neteweya demokratîk û rêveberiya xweser de, li dar xist. Dema ku El Nusra û çeteyên DAIŞ’ê êrîşê Kobanê kirin, min ji bo dermankirina birîndaran li nexweşxaneyan alîkarî kir.”
Şahida berxwedana dîrokî ya Kobanê
Edla Bekir, 15’ê Îlona 2014’an dema ku DAIŞ’ê êrîşê Kobanê kir, biryar da ji bajar dernekeve. Di nava bajarê berxwedêr de alîkarî da birîndaran, xwarinê çêkir û ji bo ku moralê şervanan bilind bike stranan got. Edla Bekir li ser kêlî û rojên berxwedana Kobanê dibêje: "Li Kobanê, şervanên jin berxwedaneke mezin raber kirin. Ji ber ku bûm şahida wê berxwedanê, xwe bi şans dibînim. Fedakariya Arîn Mîrkan û şervanên jin dê tu carî ji bîra min neçe."
Tevî mercên zor ên zivistanê, kêmasiya av û xwarinê jî li Kobanê ma û di nava berxwedanê de tiştên ku ket ser milê wê, bi cîh anî.
Di berxwedana ji bo parastina Bendava Tişrînê de şopa xwe hişt
Edla Bekir, di 8’ê Çileyê de çû Bendava Tişrînê û bi berxwedêran re dest bi nobedariyê kir. Li dijî êrîşên dewleta Tirk, bi sedan kesan re li ber xwe dan û dest ji çalakiya xwe bernedan.
Edla li ser berxwedana Tişrînê dibêje: "Berxwedana li Bendava Tişrînê berdewamiya berxwedana Kobanê ye. Artêşa Tirk û balafirên bê mirov, hewl dan me bitirsînin, lê em ji mirinê mezintir in!"
Edla Bekir diyar dike ku tevî di êrîşek de lingê wê birîndar bûye jî, 10 kîlometre meşiyaye, gihîştiye bendavê, bi berxwedêran re nobetê girtiye û wiha didomîne: "Ez birîndar bûm lê paş ve nezivirîm. Min moral da nobedaran. Em ê bi hêza ku me ji fikr û ramanên Ocalan girtiye, têkoşîna xwe bidomînin."
Edla Bekir a li Bendava Tişrînê berxwedana xwe didomîne, bang li gel kir ku bi yekîtî, destkeftiyên xwe biparêzin û wiha got: "Me çawa li Kobanê qezenc kir, em ê li Bendava Tişrînê jî qezenc bikin. Îradeya gelên Bakur Rojhilatê Sûriyê, de faşîzma Tirk têk bibe!"
Heta azadiyê têkoşîn
Edla Bekir, jiyana xwe di riya têkoşîna jinan, gelê Kurd û şoreşê de derbas kir. Di her berxwedanê de bû sembola hêvî û berxwedanê. Edla Bekir gotinên xwe wiha bi dawî kir:
"Ez ê sozên ku min dane şehîdan, birîndaran û Ocalan bi cîh bînim, di riya azadiyê de çi dibe bila bibe, riya xwe bidomînim.”