Bi bûyera tundiya li dijî dayika xwe dozên jinan girt ser xwe

Parazvana mafê jinan Lewahiz Semelî piştî tiştên ku dayika wê jiyan kir navenda spartinê ya li ser navê dayika xwe vekir. Lewahiz Semelî pêyama “Bê deng nemînin ji ber bêdengî dihêle ku tundî zêde bibe” da jinan.

ÎXLAS HEMRÛNÎ

Tûnis – Tundûtûjî ku yek ji pirsgirêkên sereke yên civakî ye, li hemû qadên jiyanê belav bûye. Mal cihên ku herî zêde tundî û tundî li dijî jin û zarokan tê kirin in. Her ku roj bi roj ji ber bandora polîtîkayên şer şîdeta nava malbatê zêde dibe, rêxistinên jinan jî têkoşîna xwe ya ji bo civakeke bê şîdet zêde dikin.

Çalakvana mafên jinan Lewahiz Semelî ji biçûkatiya xwe ve şahida tundiya li dijî dayika wê dihat kirin e. Ji ber tundiya ku ji aliyê bavê wê ve dihat kirin, dayika wê her dem li navendên ewlehiyê digeriya ji bo giliyê tundiya li dijî xwe bike lê ji ber zagon bê bandor bûn tiştek ku bihata kirin tunebû ji derveyî çûyîna navendên jinan.

‘Dayika min ji ber tundiya lê dihat kirin bi nexweşiyê çû’

Lewahiz Semelî ya 28 salî behsa tecrubeya xwe ya kesayetî dike û dibêje: "Ez di nava malbateke bi pirsgirêk de mezin bûm. Dayika min her dem rastî hemû cureyên tundiyê dihat ji aliyê bavê min ve. Di encamê de nexweşiya kezebê ya giran pê re çêbû û heta wefata xwe di nexweşxaneyan de ma."

Ji ber tiştên ku hatin serê dayika wê, dest bi riya xwe ya parastina mafên jinên tundî li wan hatiye kirin kir û soz da ku ew ê alîkariya her jina ku rastî tundiyê tê bike û bû endameke çalak li parêzgeha El-Qesreyn û parêzgehên din.

‘Ji zarokatiyê ve bi dayika xwe re li navendên polîsan û dadgehan digeriyam’

Lewahîz Semelî got: "Dema ez biçûk bûm bi dayika xwe re diçûm navendên polîsan, yekîneyên zarok û dadgehan. Li ser kaxezên me hejmarên di navbera 10 hezar û 32 hezaran de dihatin nivîsandin. Min ji dayîka xwe dipirsî digot, wateya van hejmaran çi ye wê bersiva min dida û digot ev hejmara doza me ye. Min ev gotin ezber kirin û di mêjiyê min de man. Heta ez mezin bûm, min fam kir ev diyarde çi ye. Her wiha min fam kir ku di nava dosyayên dadgehan de zêdetirî 32 hezar dozên tundiyê hene. Ji ber wê min biryar da ez di komeleyan de bixebitim."

Lewahîz Semelî diyar kir ku ew carekê bi dayika xwe re çûye navendê ji bo ku tundiya lê hatiye kirin gilî bike û doza wê di bin hejmara 9 hezaran de bûye û wiha berdewam kir: "Em gelekî li bendê man. Dema kesek guh neda me em neçar man vegerin mala ku dayîka min lê îşkence dibîne."

‘Serpêhatiya dayika min bû xala destpêkê’

Lewahîz Semelî teqez kir ku çîroka dayika wê jê re bûye xala destpêkê, di sala 2017’an de Komeleya Insat a jinên rûbirûbûyî tundiyê hatine vekiriye. Weke gaveke destpêkê ber bi hewldana guhertinê û kar li ser sînordarkirina vê diyardeyê bûye. Her wiha gelek çalakî jî ji bo jinan hatine organîzekirin, xizmetên belaş ji hemû jinên ku tundî li wan hatiye kirin re pêşkêş kirine.”

‘Min xwest stargehek bi navê dayika xwe vekim’

Di berdewamiya axaftina xwe de Lewahîz Semelî wiha got: "Dema ez bi dayika xwe re diçûm dadgehan û navendên polîsan têgihîştim ku bi hezaran jin rûbirûyî tundiyê hatine. Dozên wan di dadgehan de li bende biryareke ku wan ji wê rewşê rizgar bike bûn. Hinek ji wan jî di rewşên gelekî zehmet de dijiyan digihîşt asta ku cih tune be lê bimînin. Ev hemû ji min re bûn weke handaneke ku ez navendeke stargehê bi navê dayika xwe 'Ilme ji bo Ewlehiyê' vekim. Karê navendê di 3'ê Çileya 2023'an de bi piştgiriya heyeta malbatê, zarok û kesên temenên wan mezin li El-Qesreyn dest pê kir. Hemû xizmet, ji pêşwazîkirin guhdarîkirin şîretkirin pêşkêşkirina baldariya tenduristiyê û soza qanûnî tên kirin. Gelek jinên ji parêzgeha El-Qesreyn û eyaletên din jî her wiha jinên Afrîqayî ji Başûrê çolistanê ji van xizmetan sûdê girtin, hemû xizmet ji wan re bê cudakarî hatin pêşkêşkirin, her jinek li gorî rewşa xwe, weke mînak; jina ku rastî tecawizê hatiye ne mîna yên tundiya madî lê hatiye kirin e.”

‘Jinên Efrîqayê bi zarokên xwe re rastî her cure tundiyê hatin’

Lewahîz Semelî diyar kir ku piraniya jinên Efrîqayê li başûrê Çolistanê rûbirûyî tundiya zayendî, dizî, lêdan û tundiya madî hatine, li ser sînoran û got: “Pirê caran bi wan jinan re zarok jî hebûn. Di vê çarçoveyê de me 5 zarokên Afrîqî ku hê nebûbûn şeş salî pêşwazî kirin. Me ji bo van rewşan têkilî bi aliyên ewlehiyê yên ku bi taybetî bi van mijaran re mijûl dibûn re danî.” Her wiha destnîşan kir ku ew hewl dide qanûna bingehîn a hejmara 58 a ku bi taybetî ji bo tunekirina tundiya li dijî jinan e pêk bîne.

‘Bi zagona 58’an divê cudakariya zayendî ji holê rabe’

Lewahîz Semelî bal kişand ku armanca derketina zagona 58’an a sala 2017’an bi taybetî ji bo tunekirina tundiya li dijî jinan e û got: "Divê ku tedbîran ji bo tunekirina tundiya li ser jinan ku ber cudakariyê di navbera herdu zayendan de çêdibe bigrin û ji bo pêkanîna wekhevî û rêzgirtina ji rûmeta mirovan re bixin meriyetê."

Der barê armanc û xewnên di pêşerojê de jî Lewahîz Semelî teqez kir ku ew ne tenê dixwaze navendên stargehan veke, armanca wê ew e ku tundiyê weke diyardeyeke civakî bide naskirin û di bingehê de nûnertiya dewamkirina riyan û parastina mafên jinên tundî li wan hatiye bike.

‘Divê derfet û pêdivî ji bo jinan werin pêşkêşkirin’

Lewahiz Semelî ji bo pêkanîna vê armancê daxwaz kir ku hemû berhemên mirovî lojîstîk û madî ji bo saziyên ku bi taybetî bi jinên rastî tundiyê hatine re mijûl in re bişînin û got: “Çi navendên stargehan çi jî saziyên hikûmetê yan jî civaka sivîl bin, ji bo ku bikaribin xizmetên pêşketî ji jinan re bikin divê hemû pêdivî hebin.”

Lewahiz Semelî herî dawî peyamek ji jinên rûbirûyî tundiyê tên re şand û got: "Bêdeng nemînin, ji ber ger bêdengî hebe dê ev diyarde zêde bibe. Çi dibe bila bibe divê jin biaxivin lewre ne bi tenê ne.”