“Bi awayek pergalî mafê jinên Beluci tê binpêkirin”
Di rapora ku ji aliyê Kampanyaya Jinan a Beluci ve hat weşandin de, bal hat kişandin ser mafê jinên Beluci ku bi awayek pergalî tê binpêkirin.
Navenda Nûçeyan – Kampanyaya Jinên Beluci ya bi rapora ku amade kiriye bi raya giştî re parvekirîn ku bi awayek pergalî mafên Jinên Beluci tê binpêkirin. Di raporê de bal hat kişandin ku li Îranê mafê jinên Beluci bi awayek pergalî tê binpêkirin de, hat destnîşankirin ku ji mafên mirovî heyanî binpêkirina mafê tendûristiyê, ji pêdiviyên perwerde û baweriyê bê par tên hiştin. Di raporê de hat ser ziman ku mafê jinan û kesayeta wan tê binpêkirin û cûdakarî, bê hûrmetî û hilweşîna kesayetî tê jiyîn.
“Zilmê dibînin”
Di raporê de hat destnîşankirin ku di bin sîwana rejîma Îranê de ‘jinbûn bi tena xwe tê wateya nêzîkatiya însanê dûyemîn û bal hat kişandin ku jinên Beluci dû qat zêdetir vê rewşê dijîn. Di raporê de wiha hat gotin; “Di rewşa heyî de di nav civaka Îranê de jinên Beluci muameleya însanên dûyemî heta ya sêyemîn dibînin û zilma ku di serî de ji aliyê hevserên xwe dibînin di heman demê de bi awayekê tund ji mekanîzmayên dewletê jî dibîinin”.
Ji bo Zakhatun Mazarzehi cezayê mirinê hat dayîn
Di raporê de bal lê hat kişandin ku ji bo jina bi navê Zakhatun Mazarzehi ya ji baweriya Beluci cezayê mirinê hatiye dayîn. Her wiha hat ser ziman ku Zakhatun Mazarzehi parazvan negirtiye, îdiayên derbarê xwe de jî di tevahî pêvajoyê dadgehkirinê de red kiriye û wiha hat gotin; “Lê di darazandina ku bêyî parazvan hatiye meşandin de ji bo cezaya mirinê hat dayîn. Dosyaya jina bi navê Zakhatun Mazarzehi niha li dadgeha bilin li benda erêkirinê ye”.
Dû jin dîl tê girtin
Di raporê de hat ragihandin ku dû jinên Beluc ên bi navê Rahimed Kurd Tamin û Jani Dekali ji ber hevser û zarokên xwe ji aliyê pergala rejîma hiquka Îranê ve li zindanê tên girtin. Hat ragihandin ku ji ber mêrên malbatê yên legerîna wan hene nehatine dîtin, jinan dîl hatine girtin. Di serî de ‘propagandaya dijî rejîmê’, ‘dîl girtin’, ‘nêzîkatiya ji derveyî exlaqê jinên Belucî neçar in ku di bin dorpêça daraza rejîma Îranê de jiyana xwe berdewam bikin.