Beşdarên konferansa jinan: Em hikûmetek yekgirtî û nenavendî dixwazin
Beşdarên konferansa Hevgirtina Jinan, balkişandin ser yekîtiya jinan û çêkirina vîzyonek hevpar ku statuya jinan xurt dike û beşdariya wan a di her projeya siyasî û destûrî de mîsoger dike û eşkere kirin ku hikûmetek yekgirtî û nenavendî dixwazin.

SÎLVA EL-ÎBRAHÎM
Hesekê – Kongra Star û Kombûn Jinan a Zenûbiya di 20'ê Îlonê de li bajarê Hesekê ya kantona Cizîra herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, konferansa bi mijara "Hevgirtina jinan bingeha avakirina edalet û demokrasiyê ya di Sûriyeyek nenavendî û yekgirtî de ye" li dar xistin.
Konferansa ku 600 delegeyên jin ên ji pêkhateyên Sûriyeyê beşdar bûn, qadeke yekgirtî ji bo nîqaş û diyalog hevgirtinê peyda kir. Jinan, bi riya vê konfransê berxwedana xwe bikar anî ku hêza kolektîf a ji nû ve avakirina pêşerojek li ser bingeha azadî, edalet û wekheviyê veguherîne.
'Em hikûmetek nenavendî û yekgirtî daxwaz dikin'
Endama Koordînasyona Kongra Star Elîf Hemo, destnîşan kir ku konferans di demeke girîng de ji bo pêşeroja Sûriyeyê, pêk hatiye. Elîf Hemo, bi van gotinan dest bi nirxandina xwe ya der barê konferansê de kir: "Ev konferans girîng bû, ji ber ku jin û pêkhateyên Sûriyeyê, rastî gelek binpêkirinan cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam HTŞ'ê hatine. Ev cîhadîst navendbûnê ferz dikin û mafên gelan û pêkhateyên herêmê nas nakin. Armanca vê konferansê ew e ku dengê jinan û helwesta wan a li hember zîhniyeta rêveberiya demkî bike yek. Em hikûmetekê ku mafên jinan nas nake, red dikin. Em hikûmetek nenavendî û yekgirtî ku mafên gelan diparêze, daxwaz dikin."
Daxwaza pergalek demokratîk ku mafên jinan bi zagonî mîsoger bike
Elîf Hemo, da zanîn ku binpêkirinên berdewan ên li dijî jinan ên cîhadîstên HTŞ'ê, eşkere ne û got: "Revandina du jinên ciwan li ser riya Reqa û Helebê, komkujî û bûyerên li peravên Sûriyeyê, bajarê Suweyda û her wiha li Heleb û Efrînê ji hev nayê qutkirin. Konferans peyamek ji bo hikûmetê temsîl dike, ku welat bi zîhniyetek olî ya baviksalar û tundrew birêve dibe û cudakariya nijadî pêk tîne. Di konfransê de hat destnîşankirin ku beşdarî û nûnertiya jinan ne tenê di hilbijartinan de, di hemû sazî û cihên biryardayînê de divê ji sedî 50 be. Her wiha divê vegerek bi ewle ji penaberan re bê mîsogerkirin. Dê kongreyek navnetewî ya jinan li seranserê Sûriyeyê bê lidarxistin. Em tenê pergalekî demokratîk ku mafên me bi zagonî mîsoger dike, qebûl dikin."
'Tevî cudabûna pêkhateyan jî konferans yekîtiya jinan temsîl dike'
Fermandara Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Emîra Muhemed, diyar kir ku konferans yekîtî û îradeya jinan tevî cudabûnên wan ên etnîkî û olî, temsîl dike û îspat dike ku jin dikarin biryaran bidin û Sûriyeyê ber bi demokrasiyê ve bibin. Fermandar Emîra Muhemed wiha got: “Hêzên QSD'ê û YPJ'ê herêm ji xetereyên DAIŞ’ê parast û jinan di vê yekê de rolek girîng lîst. Jin bi saya têkoşînê di cihên biryargirtinê de ne. Jin wê bi têkoşîn û berxwedana xwe beşdarî avakirina Sûriya nû û nivîsandina destûra wê, bibin. Konferans, ji bo şiyana jinan a yekkirina refên xwe delîlek zindî ye. Azadiya jinan ku rojane bêyî tu astengiyek tê binpêkirin, li ku ye?