‘Beşdarbûna jinan di nav siyasetê de girîng e’

Jinên Lîbyayî diyar kirin ku partiyên siyasî pêkhateyên rêxistinkirî ne ku jin dikarin bibin xwedî hêz û destnîşan kirin ku jinên endamên partiyên siyasî di pêvajoyên biryargirtinê, hilbijartinên parlamento û serokatiyê de bêhtir beşdar dibin.

HINDIYE EL-ŞIÊBÎ

Bingazî- Li gelek welatan jinan bi têkoşîn û bedelên mezin mafê beşdarbûna jiyana siyasî bi dest xistin. Mafê jinê yê beşdarbûna siyasetê bi gelek qanûn û peymanên navneteweyî hatiye garantîkirin. Li gorî Nexşeya Jinan di Siyasetê de ya 2023’an ku ji sala 2005’an û vir ve ji aliyê Rêxistina Jinan a Neteweyên Yekbûyî (NY) û Yekitiya Parlamenteran (IPU) ve hatiye amadekirin; Tevî ku li cîhanê tevlêbûna jinan a di pêvajoyên biryardayîna siyasî de zêde bûye jî, wekheviya zayendî hîna pêk nehatiye.

Li Lîbyayê jinan piştî serhildana 17’ê Sibata 2011’an cara yekem dest bi beşdarbûna partiyên siyasî kirin û karîbûn beşdarî diyaloga siyasî ya neteweyî û hilbijartinên qanûnî, serokatî û şaredariyan bibin. Endamên Partiya Sivîl a Demokratîk Wefaa El-Eşibî, Hewa El-Zawî û endama Bloka Federaliya Niştimanî Hecer Necm ji ajansa me re li ser girîngiya tevlîbûna jinên Lîbyayê di nava siyasetê de axivîn.

‘Beşdariya siyasî di her warî de ji bo jinan girîng e’

Endama Partiya sivîl a Demokratîk Wefaa El-Işêbî wiha dest bi axaftina xwe kir: "Beşdariya jinan û jinên ciwan di partiyên siyasî de girîng e. Ji bo ku karînên wan û zanebûna wan a siyasî civakî aborî û qanûnî bi pêş bikeve.” Wefaa El-Işêbî di berdevamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku partî weke deste yan jî ciheke rêxistinkirî ye ku kar li ser pêşxistina jinan û zanebûna wan di aliyê siyasî de û ji bo xizmeta welat û welatiyan dike.

Wefaa El-Işêbî der barê beşdarbûna partiya sivîl a demokratîk de wiha got: "Ez bi riya projeya bi navê "Qadet El-xed" ku armanca wê tevlibûna jinên ciwan ên dixwazin tevli karên siyasî bibin e tevli vê partiyê bûm. Fikra ku ji beriya 40 salan ve di hukmê sîstema berê de hebû ango li gorî wê yên tevli partiyan dibin xayîn bûn lê belê ev yek ne rast e. Partî saziyên rêxistinkirî ne kar li ser pêşxistina endamên xwe dikin û wan ji civakê re pêşkêş dikin.”

‘Endamên partiyan roleke mezin lîstin’

Endama Yekitiya Niştmanî ya Federal Hacer Necim got ku endamên partiyan roleke mezin di beşdariya jinan di karê siyasî de lîstine û bang li jinên Lîbyayê kir ku beşdarî xebatên siyasî bibin, rola xwe di civakê de bi pêş bixin û saziyên xwe ava bikin.

Her wiha teqez kir ku beşdariya wê ya Yekitiya Niştimanî ya Federal ji bo pêşketina welat li ser fikrên federalî ye. Bi riya dabeşkirina jêderên Lîbya û berhemên wê li ser hersê herêmên Lîbyayê, li Berqa, Fizan û Terablusê. Li gorî rûber û hejmara mirovan û hewcedariyên her herêmê, ne mîna ku belav bûye. Federalî tê wateya dabeşkirina xakê û cudahiya di navbera pêkhateyên cuda de.

‘Partî rola jinan xurt dikin’

endama Partiya Sivîl a Demokratîk Hewaa El-Zewî der barê piştgiriya partiyên siyasî ji bo rola jinan di karên siyasî de axivî got ku partî rola jinan xurt dikin û pirsgirêkên wan ên siyasî çareser dikin. Ev yek jî li ser rûyê erdê bi riya panela yekem a partiyên Lîbyayê ku rêveberiya jinan di partiya sivîl a demokratîk de birêxistin kir pêk hatiye. Her wiha diyar kir ku di vê panelê de hejmareke mezin ji jinan amade bûne û ji hemû herêmên Lîbyayê hatibûn.

Hewaa El-Zewî di dawî de  teqez kir ku bi riya beşdariyê di warê siyasî û partiyan de gelek behremend bûne.